Harriet Tubman: An azadî an mirin
Fîlma ku rêwîtiya azadiyê ya Harriet Tubman ku yek ji navên sembola têkoşîna li dijî koletiyê vedibêje, têkoşîna jinek bi hêz ku hem xwe û hem jî bi sedan kole ber bi azadiyê ve dibe radixwe ber çavan.
Navenda Nûçeyan – Fîlma Harriet, fîlmek ku derhêneriya wê ji aliyê Kasî Lemmons ve hatî kirin, senaryoya wê ji aliyê Gregory Allen û Kasî Lemmon ve hatî nivîsîn, di Îlona 2019’an de hatî pêşandan, di katogirya dîrokî- biyografî deye. Fîlm jiyana Harrite Tubman a li dijî koletiyê vedibêje. Rola Harriet, rola Cynthia Erivo dilîze.
Araminta ‘Minty’ ku navê yekem ê Ross-Harriet ku di sala 1849’an de li Maryland dijiyan, koleyek li gel dayîk û xwişk û birayên xwe li plantasyona Brodess dixebitî bû. Kolebûna dayîka wê, wê û xwişk û birayên wê jî dike kole. Harriet ku di cotgehê de di xebitî, dixwaze ew û zarok azad bin û vê daxwaza xwe ji xwediyê cotgehê re tîne ziman, lê belê daxwaza wê ji aliyê xwediyê cotgehê ve bi hêrsek mezin tê pêşwazîkirin.
Ber bi dengê Xwedê ve beralîkirin
Xwediyê cotgehê Brodess dimire û kurê wê yê mezin dixwaze Minty bikire. Li ser vê yekê Minty biryar dide ji cotgehê bireve. Li vê derê dîmen û dengê hatiye wê, dibîne ku ber bi azadiyê ve direve. Heta dawiya fîlmê dîmen û dengê di demên zor de di serê Minty de tê dîtin. Têkoşîna jinan a ji bo bi destxsitina azadiya xwe kirine, teyîsîna zîhnyeta mêr ku kêrhatiya aqil, fikir û têgînên jinan dixwe pilana dawî ye. Her çend fîlm ji aliyê jinek derhêner ve hatibe kişandin, ne serkeftina jinê, di film de hişmendiya ku dem dem ‘Dengê xuda an jî dîmen’ wê dibe azadiyê ava dike, nêzîkatiyek ku têkoşîna jinê tune di hesibîne derdikeve pêşberî me.
Alîkariya bi sedan kole dike
Yek ji cihên herî balkêş ê fîlm, sehneya ku dema Minty di reve, ji aliyê xwediyên cotgehê ve di nava pirekê de asêkirin bû. Li vêderê Minty dibêje ‘An azadî an mirin’ xwe ji pirê di avêje çem. Minty ku rêyeke dirêj bi tena serê xwe meşiyayî û gihayî Pensilvanya, li vê derê rêxistinek bi navê Civaka Dijî Koletiyê dinase. Êdî navê xwe bi xwe hildibijêre û dema ew mirovek azad bû navê wê dibe Harriet Tubman. Harriet ku li vê derê dest bi jiyanê dike, ji bo rizgarkirina malbata xwe vedigere cotgeha lê dijî û li gel xwişk û birayên xwe 9 koleyên din jî rizgar dike. Ji niha pê de ew wek konduktorê komîteya rêya hesin a binerd û dibe qehremanek ku koleyên reş rizgar dike. Navê wê belavî her derê dibe. Çîroka Harriet ku di cihên zor de alîkarî dide reva koleyan didome. Di dema şerê navxweyî yê Emerîka de lîdertiya yekîneyên leşkerî yên reş dike û zêdeyî 750 koleyan rizgar dike.
Harriet Tubman di 91 saliya xwe wek kesek azad koça dawî dike. Di civînên li dijî koletiyê de, çalakiyan de cih digre û ji bo hemû kole azad bibin têdikoşe. Fîlmê ku me çîroka jinek bi hêz temaşe kirî, weke kurtasiya biçûk a polîtîkayên mêtîngehkirina Emerîka a ‘Mêrê spî’ li dijî gelê xwecihî, jin û reşikan pêktîne bû. Çîroka jinek ku xwe bibîne û bigihe azadiyê ye.