Portreya Rojê: Guzîde Xanim 22’ê Nîsana 1926’an di rojnama Jiyan de nivîsiye

Gûzîde Xanim hem mamosta hem jî nivîskarek serketîbûye, di rojnameya Jiyan de dinivîsî ye. Nivîsa xwe ya despêkê bi sernava “Jin û tapîratî le heyatî medeniyet da” 22 yê Nîsana sala 1926’an Roja Rojnamegeriya Kurdî de weşandin ye.

Navenda Nûçeyan - Di hemû werçerxanên dîrokê de Silêmanî bûye jêdera jinên helbestvan, ronakbîr û nivîskar. Di nava demboriyê de gelek jinên bi alimbûna xwe nasnavê dayê ketiye pêşiya navên wan weke dayê Rihan, dayê Tewrêz û dayê Xezana Serketî. Ev kesayetên naskirî mamostayên jiyanê û dayikên gelemperî ne. Weke van di dîrokê de em rastî gelek nimûneyên jinên zanist û pêşeng tên. Di pêvajoyek li herêmê xwendina dibistanê weke bilavkirina ilmê nebaşiyê dihat zanîn de xwendina keçan xwediyê nirxek payebilinde. Bi navê agahiyên nedirêya heq de oldaran wezên wiha beladikirin ku zarokên lawik jî nedişandin dibistanê. Bi vî şêweyî heya salên 1950-60’an nedihêlan dibistan bên avakirin û zarok perwerde bibin. Li gel van hemû zoriyan jî jinên derdorê Silêmaniyê di Medresa Kiçan a Zehra de tên perwerde kirin. Jinan ji derveyî xwendin û nivîsandinê perwerdeyên hunerî jî dîtine. Têgotin ku xwendekarên dibistana Zehra xebatên şanoyê jî dikirin.

Medresa keçan Zehra

Di wê pêvajoyê de rola malbat û kesayetên ji aliyê civakê ve hatîn pejirandin û xwedî nasname ne giringin. Malbata Yamûlkî welatperwere û rê li pêşiya jinan vekirine. Mezinê malbatê Mustafa bi xwe û kesayetên naskirî yên derdora xwe ji bo pêşdebirina xebatên jinan ked dane. Yek ji wan xebatan jî sala 1925’an vekirina Medresa Keçan a Zehra ye. Di serî de Gûzîde Xanim, Fatima Muhidîn Xanim û Zehra Zêrîntac hemû mamosta û mudurên medresê hemû ji nava malbata Yamûlkî û derdorê wane. Buka malbata Yamûlkî Gûzîde Xanim jinek perwerdekirî û ji xwe bawere, sala 1926’an hem midura Medresê bûye, hem jî wane daye. Gûzîde Xanimê sê salan ser hev midura medresêbûye.

Ji alimên kurd ên piştevaniya Medresa Kiçan a Zehra kirine helbestvanê mezin Pîremêrd bûye. Pîremêrd bi gotinên pesindayîn ên weke: “Her bijîn, Hezar carî bijîn. We serê me bilind kir” qala dibistana Zehra kiriye.

Gûzîde Xanim ne tenê li Silêmaniyê li Bexda û Stenbolê jî di xebatên komeleyên jinan û taybetî jî dayîna perwerdeyan de cihê xwe girtiye. Ew jinek serkeftî û bê hesab bû di karkirinê de. Gûzîde Xanimê keça xwe Perîxan jî perwerde dike û li ber destê xwe hînî gelek karan dike. Di Komeleya Jinan a bi pêşengiya xwişka hevjînê wê Ezîz Encûm Yamulkî hatî avakirin de jî xebatên hêja dayemeşandin. Ji xwe berê xwedî ezmûnbûye, bi wan ceribandinên xwe reng daye komeleyê.

Qunciknivîsa despêkê bi kurdî nivîsiye Gûzîde Xanim

Gûzîde Xanim hem mamosta hem jî nivîskarek serketîbûye. Li gorî hinek jêderan ew weke jina despêkê di rojnameyan û kovaran de meqale bi kurdî nivisiyî derbazî dîrokê bûye. Bêguman jinên zana û serketî beriya wê jî hebûne, lê dibe ku ji ber heya demên dirêj nivîs hemû bi şêwazên honandî û helbestîbûne ji bo wê weke yekem jina nivîsa pexşan bi kurdî nivîsiye.

Di rojnameya Jiyan a ji aliyê helbestvanê navdar Pîremêrd ve hatî li darxistin de dinivîsî. Nivîsa xwe ya despêkê bi sernava “Jin û tapîratî le heyatî medeniyet da” 22 yê Nîsana sala 1926’an Roja Rojnamegeriya Kurdî de weşandin ye. Gûzîde di nivîsa xwe de balkişandiye ser giringiya xebatên çapemeniya kurdî û bi gotina: “Ez cejna xebatkarên ragihandina kurdî pîroz dikim,” dest bi nivîsa xwe kiriye.

Rêwîtiya Gûzîde Xanim ji bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê heya Bexda û Stenbolê berdewam kiriye. Gûzîde li van hemû navendên jinan ji nivîsan heya perwerdê gelek xebatên giring daye ser milê xwe. 

 “Guh nede gotinan, em karê xwe dikin”

Fatima Muhedin Xanim zoriyên vekirina dibistana keçan a wê demê wiha aniye ziman: “Ji ber nerazîbûnên oldaran û gote gotên civakî, me gelek zorî dîtin. Ger ne ji hilma Gûzîde Xanim a fereh û xweragiriya wê ba, dibe ku min nekarîba li ber wan şertên zor bisekinim û perwerdê bidomînim. Timî ji min re digot: ‘Guh nede gotinan, em karê xwe bikin.’ Ji bo ku baweriya dayikan bi me bê, em keçikên wan bigirin gel xwe û perwerde bikin, me hezar sond ji wan re dixwar ku wê ziyan negihe keçikan.”    

Pêvajoya peyîwira hevjînê Gûzîde Xanim Albay Ezîz Yamûlkî dikeve Bexdayê ew jî neçar dibe dibistana Zehra bihêle û bi hevjînê xwe  re biçe. Dema Gûzîde Xanim diçe Bexdayê jî dibistana Zehra bê xwedî nahêle, hema jinek din ji malbata Yamulkî peyîwira rêveberiya dibistanê digire ser milê xwe. Keça Mustafa Yamulkî Zehra Zêrîntac dibe midura Medresa Kiçan Zehra yê. Bi qasî sê salan Zehra rêveberiya dibistanê dike.

Paşê jî Fatma Xanim dibe midura Mederesa Keçan Zehra yê. Ji despêkê heya dawiyê Fatma di dibistanê de perwerde dide û bi dilsoziyek mezin xebatê dike. Ji xwe berê de soz daye dayikên keçikan, ji bo tiştek bi serê keçikên wan neyê û baş perwerde bike li ser soza xwe rawestaye heya dawiyê.