Gurbetellî Ersoz: Dilê xwe li hemû çiyayan neqişand-3

“Ez dixwazim her tişt xweşik bibe. Girêdana min a bi şoreşê re, hezkirina min a ji bo Kurdistanê, nirxên me yên pîroz, bi qasî sonda min a ji bo şehîdan paqij in. Divê her tişta xweş ji bo me esas be, ava zelal a diherike bi qasî asîmanê şîn paqij be."

Navenda Nûçeyan– Nivîsandina li ber ronahiya agirê şevê tiştek din e. Dengê ku ji alawiyên agir bilind dibe, dengê ava ku ji dûr ve hêdî hêdî tê, tonek din didin bêdengiya şevê. Ez nû dibînim ku çawa deng ji alawiyên agir derdikeve, dema ku alawî tam zirav dibin tonên rengan çawa diguherin. Li ber dengê Rodrîgo yê ji radyoya xwe biçûk guherî dikim, ji ber temaşekirina li alawiyên agir, tonên reng pir cuda xuya dikin. Li cihê xwe em dikarin bi şev agir vêxin. Êzing jî zêde ne. Nexweşên giran ên ku nikaribûn bimeşin şandin cihek din. Ên ku dikarin bimeşin jî li vê derê man. Bi îhtîmalek mezin em ê sibê vegerin Zapê. PDK ji Zapê vekişiyaye, hevalên me li çeperan bi cih bûne. Duh hêzeke komê ya ku bi nexweşan re refaqet dikir jî vegeriya. Biryargehê gazî min jî kiriye lê ji ber nexweşiya xwe ez neçûm 

Nexweşiya tayê min ji piyan xistiye, ji du rojê carek pê dikevim û şîdeta wê zêdetir e. Hê jî derman tune ye. Ji ber bêhaliyê ketime. Ditirsim, nexweşiya min a kezeba reş dîsa derkeve. Di çavên min de zerik xuya dike. Ev nexweşî moralê min xirab dike. Ditirsim ku ji ber vê nexweşiyê nikaribim bikevin şer. Divê ez baş li xwe binêrim, xwarinê bixwim ji bo baş bibim.

“Radyoyeke me Kurdistaniyan çêbû”

Em di bin kontrola hevalê Ebas de paşve kişiyan. Duh min derfet dît li hevalek guhdarî bikim. Nexweşiya min bala wî kişand. Zêdetir xîtabî me kir bi zimanek siyasî li ser girîngiya pêvajoyê nirxandin kir. Diyar kir ku divê nêzîkatiya me çawa be, li ser pratîkên xwe jî rexnedayîn da. Li gorî min wî hevalê fermandar, generaliyê heq kiriye. Dijberî gelek hevalên me yên fermandar, ev heval bi nêzîkahî û sekna xwe bawerî dide mirov. Ger rexneyên ku dawiyê kirin jî derbas bike, bawer im dê ji pêvajoyê re bibe bersiv. Îro rojeke dîrokî ye. Di 20’ê Cotmeha 1995’an de Kurdistanî bûn xwedî radyoyek. MED-Radyo û Dengê Medyayê dest bi weşana cerebeyî kirin. Serê sibehê sê saet, piştî nîvroyê sê saet bi temamî şeş saet weşanê dike.

“Divê ez bersiva pirsên çi, çawa û çima bidim”

Rastiya me ya şer, rastiya dijmin a di nava me de min şaşewaz dike. Ez difikirim difikirim. Çawa? Divê

kîjan rêbaz hebin? Çima hêvî û hesret wisa qels in? Çima lêgerîna xweşikbûnê tune ye? Ev evîndariya ji bo jiyana nexweş ji ku tê? Çima ji bilindahiya çiyayan hêz nayê girtin? Ji çemên diherikin çima em îlhamê nagirin? Çima em ji rêhevalên xwe hez nakin? Dostaniyên sexte ji ber çi ne? Hesabên biçûk ji ber çi? Çima hezkirin tune ye? Çima hesreta ji bo hezkirinê tune ye? Çima hezkirinên sexte? Min di nîqaşa îro de dît ku di van demên dawiyê de ji ber nexweşiya xwe ez tenê bi xwe re yan jî bi çend kesan bi sînor mame. Ji ber wê nikarim baş bifikirim, çavdêriya min kêm bûye ku divê ez tu carî neketama rewşeke wiha. Ev destpêka girêdana bi tiştên heyî re ye. Divê ez bi gelek awayan li şer binêrim, ji aliyê siyasî, leşkerî û gelek alyên din ve.

“Ji çiyayên Şerefdînê temaşekirina li derketina rojê…”

Bi salan min xeyala dîtina derketina rojê kir. Niha ji navsera çiyayan li derketina rojê temaşe dikim. Ew roja ku ji çiyayan bilind dibe, her diçe ji rengê pembeyî vediguhere sorahiyê. Piştî ku stêrk winda dibin temaşekirina li dema berbangê wisa xweş e ku tu nikarî pênase bikî. Li aliyê rojava jî; ji navserên çiyayan ronahî dest pê dike. Newaya çivîkan, darên ku ronahî davêje ser wan bi tevahî xuya dikin, xuyakirina zinaran tiştên herî xweş in. Hê jî xeyala min ew e ku ez ji çiyayên Şerefdînê li derketina rojê temaşe bikim û bawer dikim ku ez ê wan rojan jî bibînim.

“A girîng ew e ku her dem azwerî û hêviya me hebe”

Bi bilindahiya rojê re, tîrêjên wê me germ dikin loma jî êdî em agir vênaxin. Dibe ku bibêjin ev heyraniya te ya ji bo derketina rojê ji ku tê. Ji bo min çawa ku xweza bi her rojê re xwe nû dike ez jî wisa bi her rojê re nû dibim. Dibe ku em di jiyana rojane de tam nebin bersiv ji vê nûbûnê re lê ya girîng ew e ku ev daxwaz her dem hebe, ev hêvî û azwerî neqede. Niha dema li derdora xwe dinêrim dibînim ku ev tune ye. Bihêle ya rojan wekî ku wateya meh û salan jî tune be. Di vê pêvajoya ku şer dijwar bûye de ji bo me roj girîng in.