Gulîstan û Hêro çapemenî veguherandin qadeke berxwedanê
Di demeke ku li gelên bindest zilm tê kirin de jin kamerayê hildigrin û tiştên ku çek nikarin binivsînin, dinvîsin. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn çapemeniyê veguherandin qada berxwedan, hişyarî û azadiyê.

AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan – Ji zarokatiyeke bi êşê teşe girtiye, ber bi qadeke tijî têkoşînê ve. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bi awayekî domdar ber bi rastiyê ve meşiyan, dengê jina têkoşer li dijî feraseta baviksalar û otorîteya zordar, bilind kirin.
Di bin siya polîtîkayên tunekirin û girtinê de, taybetmendiyên destpêkê yên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn teşe girtin. Piştre ew bûn dengek çapemeniyê û mafên mirovan ku berxwedanê pîroz dike û bawer dike ku têkoşîn ne tenê bi rûbirûbûnê ve sînordar e, lê bi gotin, hişmendî û xewnek bêdawî ye.
Ji zarokatiyê ber bi hişmendiyê ve
Di dilê maleke sade ya Kurd de, di nav dengê deh xwişkên ku jiyan, ken û hêstiran parve dikirin de Gulîstan Tara ya heştemîn ji dayîk bû. Ew ne tenê hejmarek di rêza xwişkan de bû, di nav tariyê de agirê geş bû, di çavên xwe de şewqek bêhempa hildigirt. Ji zarokatiya xwe ve, kesayetiya wê ya bihêz derket holê. Ew ji rûbirûbûnê natirsiya û ji gotina rastiyê her çend bi êş be jî, dudilî nedikir. Xwîşka wê Ulkem Isen li ser taybetmendiya wê got: "Gulîstan xwedî şiyana xwerû ya pêşengiyê bû, heta di nav xwişk û birayên min ên mezin de jî. Ew wek ku ji bo dengek bêdeng hatibe afirandin bû."
Zaroktiya wê cuda bû
Di wê qonaxa jiyana Gulîstan Tara de, Kurdistan di bin nîrê şer de dijiya. Ji ber ku dewleta Tirk polîtîkayên sîstematîk dimeşand da ku nasnameya Kurd ji holê rake, bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê. Ulkem Isen dibêje ku di vê keşûhewaya dijwar de, taybetmendiyên zarokatiya Gulîstan Tara çêbûn. Pêlîstokên wê ne bûk an çîrokên perî bûn, lê dengên guleyan, qîrîna dayîkan û rûyên mêrên winda bûn. Ulkem Isen got: "Dema ku Gulîstan biçûk bû, bavê min ji hêla dewleta Tirk ve ji ber parastina nasnameya Kurd hate girtin. Gulîstan wê demê wateya 'nasnameyê' bi tevahî fêm nedikir, lê valatiya ku ji ber nebûna bavê wê maye, hîs kir."
Nankokiyên yekem
Bi pirsên ku ew li bersivan digeriya, wek: Çima bavek ji ber ku ji zimanê xwe hez dike tê girtin? Çima mirov ji bo aîdiyetê tê şerkirin? Gulîstan Tara zû mezin bû, ji her zarokekî zûtir. Ew di malbateke welatparêz de mezin bû ku bawer dikir parastina nasname û çanda Kurdî ne vebijarkek e, lê erkek e.
Di vê atmosfera ku bi hişmendiya siyasî tije bû de Gulîstan li hember binpêkirinên ku gelê wê rastî wan dihat û nakokiyên kûr ên di navbera tiştên ku wê di zarokatiya xwe de xeyal dikir û neheqî û zilma ku wê didît de, hesastir kir. Ew pir hişyar bû, li hember tiştên ku li dora wê diqewimîn. Bi taybetî jî li tiştên ku jin dikşînin dinhêrt, mîna ku wê ji zarokatiya xwe ve şahidiya rastiya dijmin kiribe û ev yek ew ber bi lêgerîna domdar a rastiyê ve bir. Di vê çarçoveyê de, Ulkem Isen got: "Gulîstan di malbateke welatparêz de mezin bû ku bandorek kûr li ser avakirina kesayetiya wê ya bihêz û hişyar, hişt. Ev atmosfera ku bi hişmendiya siyasî barkirî bû, nakokiyên li hember rastiya dijwar a ku Kurdistan lê dijî kûrtir kir. Ew rastî binpêkirinên sîstematîk ên ku hebûna gelê Kurd û nasnameya wan a çandî hedef digirin, tê."
Ulkem Isen diyar kir ku ew jî mîna bavê xwe, li bajarê Sêwasê ji ber ku nasnameya xwe ya neteweyî eşkare kiriye, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin û da zanîn ku Gulîstan hebûna wê di zîndanê de qebûl nedikir û got: "Gulîstan berê di girtîgehê de serdana min dikir, lê ew nikarîbû fikra ku ez di bin hesinên zindanê de bim qebûl bike. Wê her tim dipirsî; Mirov çawa dikare di nav çar dîwaran de bijî? Ev pirs ne tenê îfadeya êşê bû, destpêka hişmendiya wê ya hiqûqî bû jî."
Ji dikê ber bi têkoşînê ve
Tevî van hemûyan, Gulîstan Tara ji kêliyên zarokatiya xwe bêpar nema. Ew di lîstinê de afirîner bû. Ji şano, muzîk û govendê hez dikir. Wê ji xeyalên xwe şanoyan diafirand û zarokan li dora xwe dicivand da ku bi wan re bilîzin û bikenin. Her çend ew ya herî biçûk bû jî, heta nakokiyên di navbera wan de jî çareser dikir. Taybetmendiyên pêşengiyê di destpêkê de di dilê wê de derketin holê. Ulkem Isen li ser wan deman wiha axivî: "Dema ku min piştî salan pê re hevdîtin kir, min dît ku ew hê jî van taybetmendiyan diparêze; evîndar, dilsoz û dilsoza karê xwe."
Hewesa zanînê bû bingeha nasnameya wê ya medyayê
Gulîstan Tara gelek çîrok û romanên dîrokî dixwend, bi riya wan digeriya ku dîroka gelê xwe fam bike û rastiya ku rayedar dixwestin veşêrin, derxe holê. Ev meraq û israra li ser zanînê destpêka bingeha nasnameya wê ya medyayê bû, wek Ulkem Isen dibêje: "Ji temenê ciwan ve, Gulîstan bi meraqê tijî bû. Wê li ser her tiştê ku didît û dibihîst pirsan dipirsî, bi xwestekek kûr a fêmkirinê ve dihat nasîn. Ji perspektîfa min, ev hewesa zanînê bingeha yekem a nasnameya wê ya medyayê pêk anî, ku ji wir wê dest bi belgekirina têkoşînê û pîrozkirina berxwedanê, kir."
Riya ber bi berpirsyariyê ve
Di qonaxa lîseyê de Gulîstan Tara gavên xwe yên pêşîn ber bi xebata mafên mirovan ve avêt. Ew bi hevalên xwe re çû Weqfa Mafên Mirovan a Êlihê, li wir hesta wê ya berpirsyariyê ji bo pêkanînên hovane yên rejîmên otorîter ên ku gelê wê dişkand, kûrtir bû. Vê riyê ew kir şervanek ka parastina mafên mirovan dike û bi biryardariyek bê şik û guman prensîbên xwe diparêze.
Ulkem Isen derbarê gavên destpêkê yên Gulîstan de wiha got: "Ew ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat hezkirin, ne tenê ji ber kesayetiya wê ya bihêz, ji ber ku ji mirovahiyê hez dikir û bawer dikir ku têkoşîn bê evîna mirovan temam nabe. Gulîstan Tara di riya xwe de berdewam kir heta ku gihîşt rastiya ku ji zarokatiya xwe ve lê digeriya; rastiya ku berxwedan ne tenê di rûbirûbûnê de ye, di hişmendiyê, gotinan û di xewnek bêdawî de ye."
Dema ku kamera vediguhere çekek têkoşînê
Li Çiyayên Xinêrê ku yek ji herêmên dîrokî yên gelê Kurd e, rojnamevan Rojbîn Denîz gavên xwe yên pêşîn avêt da ku Gulîstan Tara nas bike. Gulîstan li wir bû, kameraya xwe wek tivingê digirt, jiyana gerîlayan belge dikir, hûrguliyên berxwedana rojane vedigot û çîrokên ji dilê çiyayan, dinvîsand.
Gulîstan xwedî hebûnek taybet bû
Lê tiştê ku bala rojnamevan Rojbîn Denîz kişand ne tenê lensa Gulîstan Tara bû, her wiha ruhê wê yê dîsîplînkirî û dilşadiya wê jî bû. Rojbîn Denîz wiha got: "Ew xwedî hebûnek taybet bû, hebûnek nayê jibîrkirin. Ji hevdîtina me ya yekem ve, min hîs kir ku em ê têkiliyek xurt ava bikin û ev tam jî qewimî. Dostaniya me zû berfireh bû, mîna ku em demeke dirêj hevdu nas bikin."
Naskirina kesayeta Hêro Bahadîn
Gulîstan Tara di vê riyê de bi tenê nebû. Rojbîn Denîz di dawiya sala 2017'an de, li Herêma Kurdistanê dema ku ew ji bo şîrketa medyayê ya JTAR dixebitî, bi Hêro Bahadîn re hevdîtin kir. Derbarê serdema ku Hêro Bahadîn tevlî qada medyayê bû de, Rojbîn Denîz ev tişt gotin: "Wê demê li dijî gelê Herêma Kurdistanê, bi taybetî li dijî jinan polîtîkayeke sîstematîk a çewisandinê hebû. Her jinek li wir çîrokeke êş, binpêkirin û zayendperestiyê hildigirt, lê Hêro cuda bû. Wê riya têkoşînê hilbijart û dest bi xebata xwe ya medyayê kir û digot: Ez haydar im ku bi vê xebatê ez dikarim xwe nas bikim."
Rojbîn Denîz diyar kir ku Hêro Bahadîn xwedî meraqeke rewşenbîrî û îdeolojîk bû ku hişt ew bi lez bipêş bikeve û ji bo jinên ku li dora wê kom bûn bibe çavkaniya îlhamê. Ew ne tenê kesayetiyek medyayê bû, lê medyayek jinan û berxwedêr ava dikir ku bi feraseta mêr re rûbirû ma û rastiyê eşkare kir.
Gulîstan û Hêro bedewiya berxwedan û hişmendiyê bi jinan dan nasîn
Rojbîn Denîz medyaya azad wek berdewamiya mîrateya şehîd Gurbatli Ersoz a ku her digot, "Ez dikarim bi têkoşîna xwe ya li dijî feraseta mêr bi ser bikevim, dema ku ez bikaribim bedewiyê bi dest bixim û bi riya wê bi jinan re têkilî deynim" pênase dike. Rojbîn dibêje: "Gulîstan û Hêro di vê riyê de meşiyan, bedewiya rastîn temsîl kirin û karîn jinan bi bedewiya wan a hundurîn, berxwedan û hişmendiyê bidin nasîn."
Gulîstan nexşeya azadiya jinan xêz dikir
Gulîstan Tara wek ku Rojbîn Denîz wê pênase dike, ne tenê rojnamevanek bû. Gulîstan nexşeya azadiya jinan ji Bakurê Kurdistanê heta Rojava, ji Herêmên Parastinê yên Rewa heta Herêma Kurdistanê, xêz dikir. Gulîstan berpirsyariya lêgerîna rastiyê girt ser xwe, li dijî dezgehên medyayê yên ku feraseta mêr dişopandin şer kir û hebûna jinan di nav medyaya rastîn de bipêş xist.
Hêro modelek berxwedanê bû
Rojbîn Denîz derbar Hêro Bahadîn de jî wiha dibêje: "Aktîvîzma wê ya medyayî ne tenê jiyana wê guherand, ew şoreşek di nav malbata wê de jî da destpêkirin. Kesayeta wê bandorek pir erênî li ser jinên li JETR kir. Wê digot, 'Divê em serê xwe li ber feraseta otorîter û adet û kevneşopiyên kevnar ên ku sînordarkirinan li ser jinan ferz dikin, netewînin.' Ew bi rastî di nav hevalên xwe de modelek berxwedanê bû."
Medyaya azad ne pîşeyek qadeke têkoşînê ye
Gulîstan Tara tevahiya roja xwe ji bo pêşxistina karê medyayê û eşkarekirina rastiyê derbas dikir. Wê rewşa siyasî, leşkerî, civakî û aborî dişopand û li ser vê bingehê bername çêdikir. Wê medyayê wek amûrek ji bo perwerdekirina civakê li ser rastiyê didît û ji bo kûrkirina wê bi awayekî felsefî, rewşenbîrî û zanistî û wek qadeke têkoşînê li dijî nijadperestiya zayendî, desthilatdarî û qedexeyên li ser jinan hatine ferzkirin dixebitî. Rojbîn Denîz bi serbilindî got: "Gulîstan rêvebera navenda nûçeyan, nûçegihana meydanî, rastnivîs û edîtora bernameyê bû. Wê mohra xwe li her aliyê karê medyayê hişt."
Kariyera Hêro di nav medyaya jin de
Bi heman awayî tekoşêr Hêro Bahadîn jî yek ji jinên herî berbiçav bû ku ala têkoşîna medyaya azad a jinan hilgirt. Wê li beşa rejî dest bi kariyera xwe kir, ku demek dirêj li wir xebitî. Piştre ew wek edîtorek baldar û dilsoz çû navenda nûçeyên jinan. Ew her gav li bûyer, dosya û bernameyan digeriya ku dengê jinan xurt bikin û pirsgirêkên wan ronî bikin. Hêro bê westan bi jinan re xebitî.
Hêro Bahadîn bi edîtoriyê tenê qayîl nebû, di beşa montajê de jî dixebitî, li wir beşdarî amadekirina bernameyên çandî yên ku armanca wan parastina mîrata jinên Kurd bûn, dibû. Hêro van bernameyan wek mîratek ji bo nifşên pêşerojê didît. Rojbîn Denîz destnîşan kir ku Hêro Bahadîn digot, "Ez pir kêfxweş im ku di amadekirina van bernameyan de beşdar dibim, ku dê ji bo nifşên pêşerojê mîratek bimînin, da ku ew bikaribin li ser çand û dîroka xwe fêr bibin."
Bi hevdu re dengek yekgirtî ya jinan ava kirin
Rojbîn Denîz xuya kir ku Hêro Bahadîn xwendekara têkoşer Gulîstan Tara bû û wiha pê de çû: "Gelek tişt ji Gulîstan fêr bû û zû bû hevkarê wê di hilgirtina berpirsyariya medyayek azad de. Bi hev re, wan dengek yekgirtî ji bo jinên Kurdistanê ava kirin û beşdarî avakirina raghandina xweser a berxwedêr bûn."
Têkoşîn û nasname
Jinan di pêşxistina medyaya azad de roleke pêşeng lîstine ku ne ji kêliyekê, lê belê berhema têkoşîneke demdirêj bû. Vê medyayê beşdarî avakirina ziman û nasnameya Kurdî ji tunebûnê bû û jinan di vê avakirinê de roleke girîng lîstin. Li gel nasnameya Kurdî, ew bi hewldanên sîstematîk re rûbirû man ku hebûna xwe ji holê rakin.
Medyaya azad dengê jinan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn e
Rojbîn Denîz wiha behsa rola jinan a di çapemeniyê de kir: "Medyaya azad cihek ji bo têkoşînê ye û ew dengê me ye li dijî kapîtalîzm û zordariyê. Em ne tenê agahiyan vedibêjin, em eşkere dikin, rûbirû dibin û ava dikin. Li Herêma Kurdistanê medyaya kevneşopî xizmeta berjewendiyên rejîmên kapîtalîst dikir, di heman demê de medyaya azad ji bo eşkerekirina rastiyê û polîtîkayên zordar dixebitî, ku ew ji bo desthilatdaran kir gefek rastîn. Rojnamevanan ji bo vê pabendbûnê bedqêlên giran dan. Otomobîla hevalên me yên rojnamevan di 23'ê Tebaxa 2024'an de ji aliyê dronek Tirkan ve hate hedefgirtin, da ku dengê rastîn bêdeng bikin. Em ji rastiyê natirsin, lê em ji bo wê dijîn. Medyaya azad dengê jinan û dengê gelên bindest ên Rojhilata Navîn e."
Şehîdbûna Gulîstan û Hêro birîneke di dil de bû dengek ku nayê bêdengkirin
Armancgirtina rêheval Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ne tenê êrîşek li ser du kesan bû. Ew derbeyek li azadiya medyayê bû, ku bûye alternatîfek rastîn ji bo medyaya sexte ya rejîmên zordar ên ku hewl dane nasnameya Kurd û mafên jinan li Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Rojbîn Denîz şehadeta herdû pêşengan wiha pênase dike: "Şehadeta Gulîstan û Hêro bandorek kûr li ser me û bi giştî li ser dilê jinên Kurdistanê hişt. Jinan di van êrîşan de hewldanek sîstematîk ji bo bêdengkirina dengê jinên azad dîtin. Tevî birîna kûr a ku di hundurê me de xwîn diherikî jî, xemgînî ne dawiya rê bû, destpêka têkoşînekê bû. Ji ber ku deng li hember komploya ku medyaya azad hedef digirt yek bûn û me soza xwe nû kir ku em li ser riya ku her du hevalan girtibûn, bidomînin."
Sozek ku nayê şikandin
Rojnamevan Rojbîn Denîz di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî şehadeta Gulîstan û Hêro, me têkoşîna xwe zêde kir û sond xwar ku em ê meşa xwe li dijî hemû êrîşên li ser hebûna jin û civakê bidomînin. Riya azadiyê ku bi xwîna şervanên jin û mêr hatiye çêkirin nayê girtin, bi kamera û pênûsên wan berdewam dike. Îro em meşa ku ji hêla Gurbetelî, Gulîstan, Hêro, Nûjiyan, Denîz, Kemal, Nazim, Cîhan û Egîdan ve hatiye destpêkirin, didomînin. Navên wan bûne sembol û pênûsên wan bûne meşale ku riya azadiyê ronî dikin."