"Gelede": Hêza jinê ya li Efrîkaya Rojava

Ne hemû rûpoş ji bo veşartina rûyan in. Lê belê, hindek ji wan jî, wan tiştên ku nayên dîtin eşkere dikin. Di civakên Yorûba – Nago de, merasîma "Gelede" vediguhere pîrozbahiya hêza pîrejinan û cihê wan di parastina civakê de.

Navenda Nûçeyan – Di gelek çandên cîhanê de, jin bi merasîmên taybet ve hatine girêdan. Jin bi rêya van çandan bîra civakê diparêzin û zanyariyan ji nifşekî dighînin nifşekî din. Lê hinek ji van merasîman bi belgekirina amadebûna jinê sînordar neman, belkî hêza wê kirin beşek ji hevsengiya civakê bixwe jî.

Di nav van kevneşopiyan de festîvala "Gelede" derdikeve pêş. Di civakên Yorûba yên li Rojavayê Efrîkayê de, derbarê hêzeke veşartî ya li cem jinan de têgihîştineke kevnar heye. Bi taybetî pîrejin, hêzek ku bi bîrewerî, zozanî/berdarî û parastinê ve hatiye girêdan, lê eger hevsengiya nava civakê têk biçe, di heman demê de dikare bibe hêzek tirsnak.

Salê carekê piştî demsala berhevkirinê

Ji vir Gelede çêbû; yek ji kevneşopiyên pîrozbahiyê yên herî taybet ên Yorûbayên li Bênîn, Nîjerya û Togo. Dîrokeke rastîn ji bo destpêka wê nayê zanîn, ji ber ku berî ku di serdema nû de bibe xwediyê belgekirin û lêkolînê, bi rêya devkî di nav nifşan de derbas bûye. Ev pîrozbahî salê carekê piştî demsala berhevkirinê an jî di demên qeyranan de yên wekî hişkî û nexweşiyên giran tê organîzekirin, ku li wir qad vediguhere dikek vekirî. Dengê daholan bilind dibe û kesayetên rûpoşkirî bi cil û bergên xemilandî û rûpoşên mezin derdikevin, di nava stran û govendê de tevdigerin.

Di nihêrîna pêşî de dîmen wekî pîrozbariyeke gelêrî ya tijî reng xuya dike. Lê belê li pişt van rûpoşan çîrokeke pir kûrtir heye. Ew pîrozbahiyek e bi tiştê ku kevneşopiyên Yorûba jê re dibêjin "Dayîk"; jinên temenmezin û xwediyên pêgeh, ezmûn û hêza ruhanî. Û "Dayîk" li vir bi wateya teng a malbatî nayê fêmkirin, belkî wêneyek berfirehtir e ji bo jina ku xwediyê serdestiyeke sembolîk e di nava civakê de.

Rûpoşên ku diaxivin

Her tişt di Gelede de xwediyê wateyek e. Rûpoş ne tenê perdeyeke rû ye, govend ne tenê tevgereke û stran ne tenê mûzîk e. Ji ber ku bi rêya pêşandanan çîrok tên vegotin, bîr tê vegerandin, karûbarên civakê tên nîqaşkirin, belkî rexne û tinazî jî li ser reftar, kesayet û diyardeyên civakî tên kirin. Û li vir qad vediguhere qadekê ku tê de civak dikare li pêşiya xwe li ser xwe biaxive. Lê nakokiya herî balkêş ew e ku kesên ku van kesayetên rûpoş bi rê ve dibirin, di warê dîrokî de piranî zilam bûn.

Zilam dikeve qadê, rûyê xwe li pişt rûpoşekî vedişêre, cil û bergekî pîrozbahiyê li xwe dike û paşê dest bi fîgûra cîhanekê dike ku bi hêza "Dayîkan" ve girêdayî ye. Weke ku merasîm dibêje ku hêzeke jinan heye ku zilam nikare xwediyê wê be, lê ew dikare hebûna wê qebûl bike û pîroz bike.

Di têgihiştina kevneşopî de, ev hêz dikare bibe parêzvara civakê û ji ber vê yekê rûmetdayîna "Dayîkan" ne tenê rûmetdayîneke sembolîk e ji bo pîrejinan. Ew hewldanek e ji bo parastina hevsengiya di navbera kes û komê de û di navbera mirov û hêzên ruhanî de ku civak pê bawer e. Ji ber vê yekê Gelede di warê dîrokî de bi duayên ji bo berdarî, geşbûn û parastinê ve hatiye girêdan û bi daxwaza berdewamiya jiyanê û aramiya civakê re.

Gava ku jin dibe bîra civakê

Ya herî girîng ew e ku Gelede jinê neke nav tenê yek wêneyî. Ew dayîkê, pîrejinê, zana û xwediya pêgehê pîroz dike û amadebûna jinê wateyekê ku ji laş û rola malbatî derbas dibe. Û di civakekê de ku zanîn di nav nifşan de tê veguhastin, "Dayîk" jî dibe hilgira bîrê.

Di sala 2008’an de UNISCO’yê, mîrata devkî û diyardeyên Gelede li lîsteya mîrata çandî ya ne maddî zêde kir. Mîna kevneşopiyeke ku di nav civakên Yorûba yên li Bênîn, Nîjerya û Togo de ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye.