Fîlmê Wêrek: Şoreşek li dijî kevneşopiyan û germahiya têkiliyên malbatî

Karektera sereke ya fîlma anîmasyonê ya “Wêrek” Merîda, Prensesa Disneyê ku îmajên qalib girtinê yên prensesên din dişkîne û tercîh dike ku hem bi xwe re û hem jî bi malbata xwe re rûbirû bibe.

Navenda Nûçeyan – Fîlma anîmasyon a bi navê “Brave” (Wêrek) ku di sala 2012’an de ji aliyê Pixar û Disney ve hate weşandin, di dîroka sînemaya anîmasyonê de wekî xaleke werçerxanê tê dîtin. Fîlm di dîroka Pixarê de cara ewil îmajê kevneşopî yê prensesên Disneyê yên ku bi gelemperî ji bo rizgarbûnê li benda şovalyeyekê dimînin hilweşand û lehengek jin derxist pêş.

Bûyerên fîlmê, li hawîrdorekî Îskoçya ya balkêş û tijî efsane derbas dibin. Çîrok, li derdora Merîdaya prenseseke ciwan a por sor, bi rihê serhildêr û di tîravêjiyê de xwedî jêhatîbûnek mezin, şêwe dibe. Merîda, red dike kevneşopiyên ku wê neçar dikin zewaceke sazkirî ya bi armanca parastina hevalbendiyên di navbera qiraliyetê de qebûl bike. Ji ber vê serhildêriyê û daxwaza wê ya kûr a ji bo azadiyê, ew serî li sêrbazekê dide ku çarenûsa xwe biguherîne. Lê belê, sêhr berovajî encam dide û dayîka wê Qraliçe Elinor vediguherîne hirçekê. Ev guherîna şokker Merîda neçar dike ku bikeve rêwîtiyeke wêrek û di pêşbaziyeke li dijî demê de hewl dide beriya ku veguherîna dayîka wê bibe rewşeke mayînde, şaşîtiya xwe rast bike.

Hêza fîlmê, ne tenê di bandorên wê yên dîtbarî yên balkêş û nîşandana hûrgilî ya dîmenên xweşik ên Îskoçyeyê de ye. Her wiha, di kûrahiya lêkolîna wê ya li ser têkiliya tevlihev a di navbera dayîk û keça wê de jî derdikeve pêş. Tiştê ku wekî pevçûneke tund dest pê dike û piştre vediguhere pirekê ji bo girêdana hiş û hestyarî ya di navbera her du nifşan de. Fîlm, der barê girîngiya têgihîştina hevdu û fedakariyê de peyameke xurt dide. Ev berhema ku komediyê bi dramayeke malbatî ya bi bandor re dike yek, di beşa Baştirîn Fîlma Anîmasyonê de him Xelata Akademiyê (Oscar) û him jî Xelata Kûreya Zêr wergirt.