Fîlmê ‘Jin’: Sînorên beden, nasname û bîranînê
Fîlmê “Jin” ku bedenê ne tenê mîna hebûnek fîzîkî, her wiha mîna hilgirê bîranîn û dîroka kolektîf jî dibîne, bi perspektîfeke herikbar û pir-qatî nûbûnekê tîne sînemaya Kurdî.
Navenda Nûçeyan – Fîlmê “Jin”, Leyla Baxpîra û Burhan Ahmedî derhêneriya wî kirine, bi perspektîfeke ceribandinî û cuda nêzîkî ezmûnên jiyanî yên jinan dibe. Fîlmê ’Jin’, dixwaze sînorên di navbera beden, nasname û bîranînê de eşkere bike. ‘Jin’ di sînemaya Kurdî de, dengekî nû dide ezmûnên jinan ên ku pir caran ji nedîtî ve tên. Li vir beden ne tenê hebûneke fîzîkî ye, di heman demê de hilgirê bîranîn, ezmûn û dîroka takekesî û kolektîf e jî.
Fîlm ji çîrokbêjiya xêzik û klasîk dûr dikeve û avahiyek perçe perçe û subjektîf qebûl dike; li şûna pêşkêşkirina bersivên rasterast, pirsên nû derdixe holê û temaşevan dikişîne nav ezmûnek hestiyar û pir-qatî.
Di fîlmê "Jin" de, jinbûn ne pênaseyeke sabît e. Ew rewşeke herikbar û herdem diguhere ye. Di vê çarçoveyê de, bîr, êş, tirs û ji nû ve pênasekirina nasnameyê bi hev re têkildar in.
Ji çîrokbêjiya klîşe dûr, derhêneran hewl dane zimanekî dîtbarî ava bikin ku li şûna vegotinê, li ser têgihîştin û hestan hatiye avakirin.
Di dawiyê de, ‘Jin’ vê pirsê derdixe holê: Bedena jinê çawa ezmûnên jiyanî hildigre û ev ezmûn çawa dikarin bi awayekî sînemayî bêyî ku serî li amûrên vegotinê yên kevneşopî bidin, werin îfadekirin?