Fîlîma Rojê: Belgefîlma Nûjiyan

Belgefîlîma Nûjiyan di sala 2019’an de dest bi amadekariyê kiriye, di sala 2021’an de temam bûye û niha jî dê derdikeve pêşberî temaşavanan.

Belgefîlîma Nûjiyan ji aliyê Derhêner Jinda Asmen, Pevxistin Zinarîn Zinar û Jinda Asmen, lîstokvan Ferîde Zade ve hatiye amadekirin. Belgefîlîm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan hatiye çêkirin. Nûjiyan Erhan di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên pêşmergeyên Roj de di kêliyên şopandina êrişê de giran birîndar dibe û di heman salê 22’yê Adarê de li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dide. Nûjiyan Erhan jinek şoreşger û rojnamevanek kurd e ku di meşa xwe ya azadiyê de herdem têkoşîn kiriye. Belgefîlîma Nûjiyan jî bi çavên Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzîdî rastî wan hatine tîne ziman. Her wiha Ev Belgefîlîm jinên şoreşger temsîl dike.

Yekemîn car dê li Şengalê bê nîşandan

Nûjiyan Erhan da ku êş û azarê gelê Şengalê bide xuyanîkirin bû dengê gelê Şengalê. Nûjiyan Erhan di 3’yê Adarê de li Xanesorê ji aliyê pêşmergehên Roj ve bi giranî birîndar bibû, lewra dê yekem car belgefilîm di 28’ê Gulanê demjimêr 16:00 de li bajaroka Xanêsor a Şengalê wê bê nîşandan. Her wiha dê di 29’ê Gulanê demjimêr 16:00 de li navenda Şengalê bê nîşandan. 

Piştî Şengalê, dê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bê nîşandan. Nûjiyan Erhan piştî birîndar dibe, wê derbasî bajarê Hesekê dikin û di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest dide. Lewra dê di 17’ê Heziranê de li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demjimêr 17:00 bê nîşandan.