Fatma Îsa û strana “De Miho”

Fatma Îsa bi stranên ku di radyoya Êrîvan de got, bû jinek nemir.

Navenda NûçeyanJi dengbêjên herî kevn yên Radyoya Êrîvanê Fatma Îsa, di sala 1934’an de li gundê Erezgîn ê Azerbeycanê tê dînê. Piştî sirgûnê li gundê Hamzalî yê Ermenistanê dest bi jiyanê dike. Ne tenê sirgûn, zext û tundî jî di heman demê de rû didin. Fatma Îsa di nava kevneşopiyek zordest û gelek hişk de tê dinê. Dibistanê naxwîne, dema dibe 14 salî, wek keçên din ên Kurd, bi zora malbata xwe tê zewicandin. Lê belê wan deman, di nava Kurdên Misilman de têkiliya jinan ji nêz û dûr a bi mûzîkê re hema bêje wek guneh dihat dîtin. Wek Meryemxan ew jî rastî zextên mezin tê...

Tenê li qadên jin lê bûn dikarîn stranan bêjin

Di sala 1964’an de rojekê berpirsê radyoya Êrîvanê Xelîlê Çaçan Mûradov, ji bo mêvandariyê tê gundek nêzî gundê wan. Xwediyê malê Mehemedê Silo, ji Çaçan re behsa dengxweşî û kêrhatiya Fatma dike. Çaçan jî ji Fatma Îsa dixwaze ku di radyoyê de stranan bêje. Di wan salan de di radyoyê de Sûsîka Simo û Belga Qado, pişt re jî jinên wek Zadîna Şakir, Tukasa Xemo stran digotin. Lê belê ev hemû jin Kurdên Êzidî bûn. Fatma Îsa jî endama malbatek Misilman bû û di çarçoveya ku jin strana bêjin de erênî pêşwazî nedikir. Ji ber wê tenê di qadên ku jin lê bûn dikarîn stranan bêjin. Fatma Îsa bi desteka tiyê xwe ya ji bo di radyoyê de stran bêje, qebûl kir û çû mala Mehemedê Silo. Li wê derê dengê wê tê qeydkirin.   

Fatma Îsa, tenê carekê di ji radyoyê re stran dibêje, qeydek ku ji 5 stranan pêk tê derdixin. Ew 5 stran ev in: ‘Miho’, ‘Erê dînê’, ‘Şêro, dîno, Lewendo’ (wek ‘Li ser rêya bajar’ tê zanîn), ‘Lo, lo, gede’ û ‘Her dem e, dem e.’

‘De Miho’ stranek bê hempa ya mûzîka anonîma Kurdî ye

Fatma Îsa, yek ji kilamên berê ku li ser hezkirina Kurdan gotî ‘De Miho’ got û di mûzîka Kurd de şopek neyê jibîrkirin hişt...‘De Miho’ yek ji sitranên bê hempa yên mûzîka anonîm a Kurdî ye. Çavkaniya wê ji eşqa destanî ya keça zordestek Kurd Têlî û gundiyek xizan ê eşîretê Miho digre. Di vê stranê de, di civakên ku serdestiya hişk heye de, eşqa ku gelek kêm tê dîtin, a jinek ji mêrek re tîne ziman û pesindayîn hebû. Yek ji taybetmaniyên ku vê stranê klasîk dike jî ev e. Stran, hezkirina Têlî ya ji Miho û pesindayîna wê, bi hewayek dirêj û trajîk tîne ziman. 

Fatma Îsa di sala 2010’an de koça dawî kir

Fatma Îsa û malbata xwe ku tevahiya jiyana xwe hertim koçber dibin, herî dawî koç dikin û diçin herêma Krasnador a Rusyayê. Piştî Yekîtiya Sovyetan hilweşiya, krîza aborî ya hatî jiyîn û ji ber pirsgirêkên ku di nava gelên cûda de derketine, di sala 1989’an de ji Rusyayê koç dikin û li Krasnorê, li gundek biçûk, li malekê bicih dibin. Li vê derê di sala 2010’an de koça dawî dike. Fatma Îsa ji nêz ve êşa gel û tiştên jiyan kiriye şopand. Li gorî gotinên kesên wê nas dikin, wê her tim ji bêdengmayîna dinyayê li beramberî êşên ku Kurd dijîn, gilî û gazind dikir û bawer dikir ku wê rojekê ji bo Kurdan jî rojên ronî werin.