Di Bin Stêrkek Zalim de: Dema vegotin dibe berxwedan

Bîranên Heda Margolius Kovaly bi navê ‘Di Bin Stêrka Zalim de’ wêraniya Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedibêje, nîşan dide ka tirs çawa vediguhere zilmê, tewar di pergalên ku îdîa dikin azad in de jî.

ŞÎLA QASIMXANÎ

Navenda Nûçeyan – Pirtûka ‘Di Bin Siya Stêrka Zalim de’ ku Heda Margolius Kovaly nivîsî, xwe dispêre şahidiya jinek di nava sê ezmûnên dîrokê yên diyar de. Dagirkeriya Nazî, şerê cîhanê yê duyemîn û avakirina rejîma komînîst a li Çekoslovakyayê. Berhem, ne tenê vegotina êşên ferdî ye. Her wiha hewldanek e, ji bo parastina bîranînê û vegerandina rastiyê ya li dijî vegotinên desthilatdariya fermî.

Di pirtûkê de wek kirdeyek derdikeve holê

Heda Kovaly ji koma Cihu ye, di dema şerê cîhanê yê duyem de kampa Auschwits jî di nav de, sirgûnî kampên Nazî yên mirinê hatiye kirin. Heda, beşek mezin a malbata xwe winda kir. Piştî şer jî di qadek ku pergala ruhî ya hem dinyaya derve, hem jî dinyaya hundir hilweşiya de hewl daye bijî. Ev tiştên hatine jiyîn, vegotênên wê ne, ne bi qasî bihîstyariya wê çûye, ne jî bê hestbûnê temsîl dike, berovajî wê, çawaniyek taybet ku xwe dispêre hûrgulî û bi bandor a qeydkirina rastiyê dide qezenckirin.

 Di pirtûkê de ne tenê wek mexdûr, wek kirdeyek vedibêje û şahidiya derketina holê dike.  Kirdeyek ku di nava tundî, birçîbûn û windabûnê de her roj xwe neçar dibîne ku ji nû ve ava bike... Heda Kovaly behsa jinên ku hatine ber hilweşîna rihî dike. Lê belê nîşan dide ku tam di nava vê bêhalmayînê de bêdengî û her tim awayê berxwedanê bipêş xistiye. Ev berxwedan ne di diruşmeyan de ye, domandina jiyanê di xwe de wate dibîne.

Çavdêriya nêzîkatiyên mirovî dike

Yek ji aliyên balkêş ên pirtûkê, ji nêrîna îdeolojiya tek dûr dikeve. Heda Kovaly di demên piştî şer de, weke gelek teoriyên nûjen kirî li cihê xwe bispêre daxwazên siyasî, balê dide ser ezmûnên rojane û nêzkatiyên mirovî çavdêr dike. Bi vî awayî dighîje encamek cûda. Lihevkirin ne tenê berhema navendîkirina desthilatê ye. Di heman demê de encama tirsa ku bi wê re tê bikaranîn e. Ev tirs di têkiliyên mirovî de, bêdengiyan de û mekanîzmayên guncaw ku hêdî hêdî bipêş dikeve de kok dide. 

Pirtûk di vî alî de, dişibe hinek fikrên bingehîn ê kevneşop a fikrê azadiyê. Tevî cûdabûnê ev kavneşopî, diyar dike ku azadî tenê bi guhertina dest a desthilatê dê gengaz nebe, divê zivrîneka desthilat û tirs hevdû ji nû ve hilberandî were şikandin. Ezmûna Heda Kovaly nîşan dide ku, bêyî hevrûbûna rast a bi tirsê re, projeyên herî azad jî dibe ku heman mekanîzmayên zextê hilberîne. 

Di Bin Siya Stêrka Zalim de, di dawiyê de kete pêşiya pirtûkek biranîna kesî, bû metnek ku li ser têkiliya di nava desthilat, tirs û berpirsyartiya kesî de banga fikirînê dike. Heda Kovaly îsrar kir ku were bîranîn, li dijî fikrê ku ji bo domandina jiyanê jibîrkirin şerte derdikeve.

Wiha dinivîse:

“Min qet ji yên ku dibêjin tekane rêya vegera jiyanê ji bîrkirin e, bawer nekir. Min dixwest hemû tiştî ji bîr nekim, li ser tiştekê negrim, tiştek li hev neynim, tiştên tên jiyîn wek heyî di bîra xwe de qeyd bikim. Ne ku ez dijîm, ji ber ez dijîm dixwazim jiyanê bidomînim.”

Di vê wateyê de vegotin, ji bo Heda Kovaly ne tenê demboriyê ji nû ve ragihîne, çalakiyek ehlaqî û polîtîk e jî. Li dijî pergala ku dem û jibîrkirina jiyanêkirinê dide ferzkirin, hewldana parastina heqîqetê ye. Pirtûk nîşan dide ku di nava êşê de, ne avakirina sîxurekê ne jî neçariya teslîmbûnê ye, li cihê wê dikare rêyên vegotin û dewamkirinê bibîne.

Pirtûka bi navê ‘Di Bin Siya Stêrka Zalim de’ ya Heda Kovaly, bi wergêriya Alîriza Keyvaninejad, ji aliyê weşana Bidgol ve wek 252 pel hate weşandin.