Di bin sîbera sînorkirinên civakî de berxwedanek stratejîk: Wadjda

Derhêner Haifaa al-Mansour, di fîlmê ‘Wadjda’ de bi çîrokeke sade lê xwedî rexneyeke kûr, sînorkirinên li ser jiyana jinan a li Erebistana Siûdî vedikole û ji perspektîfeke gerdûnî banga nirxandina azadiyê dike.

Navenda Nûçeyan – Karaktera navendî ya fîlmê Wadjda, keçek 10 salî ye ku xewna wê ya herî mezin ajotina bisiklêtê ye. Lê belê, di civaka wê de ji bo keçan ajotina bisiklêtê ne guncaw tê hesibandin. Ev ne tenê qedexeyek kesane ye, her wiha beşek ji rêziknameyek civakî ya berfirehtir e ku hebûna jinan di qada giştî de sînordar dike. Di vê çarçoveyê de, xwesteka Wadjda ya ji bo bisiklêtê, ji xwestekek zarokane ya sade derbas dibe û dibe daxwazek sembolîk a ji bo azadiyê.

Berxwedana stratejîk: Pêşbirka quranê û rêyên alternatîf

Yek ji hêmanên herî berbiçav ên fîlmê Wadjda, şêweya berxwedanê ye. Wadjda bi eşkereyî serîhilnade; li şûna wê, ew hewl dide ku di nav rêzikên pergalê de li rêya xwe binêre. Beşdarbûna wê di pêşbirka xwendina Quranê de û armanca wê ya qezenckirina xelata pereyan a ji bo kirîna bisiklêtê, mînakek ji vê berxwedana stratejîk e. Ev yek şiyana jinan nîşan dide ku tewar di bin zilmê de jî subjektîvîteya xwe biparêzin û rêyên alternatîf biafirînin.

Têkiliya tevlihev a dayîkê û cudahiyên di navbera nifşan de

Ji aliyê din ve, dayîka Wadjda wekî jineke mezin xwedî têkiliyeke tevlihevtir a bi pergalê re ye. Dayîk neçar e ku li gorî normên civakî tevbigere. Lê di heman demê de piştgirî dide xwesteka keça xwe ya ji bo azadiyê û di heman demê de sînorkirinên pergala heyî qebûl dike. Ev rewşa dualî eşkere dike ka ezmûnên jinan çawa di nav nifşên cûda de diguherin û çawa veguherîn pir caran hêdî hêdî pêşve diçe.

Sînorkirina qadên giştî û serhildanên biçûk

Bikaranîna cihê fîlm jî balkêş e. Herêmên wekî dibistan, mal û kolan bi awayekî dîtbarî nîşan didin ka azadiya tevgera jinan çawa tê sînordarkirin. Disîplîn û rêzikên ku têne sepandin, nemaze li dibistanê, nîşan didin ka rolên zayendî çawa di temenê ciwaniyê de têne hundirînkirin. Berovajî vê, guhdarîkirina muzîkê, lixwekirina pêlavên werzîşê û xwesteka pêşbaziyê bi hevalê xwe re ji hêla Wadjda ve, wekî cudahiyên biçûk lê girîng ji van norman derdikevin pêş.

Perspektîfa gerdûnî ya li ser têgeha azadiyê

Wadjda fîlmekî bihêz e ku xwedî vegotineke sembolîk e û bi çîrokeke sade azadiya jinan bi kûrahî nîşan dide. Xwesteka Wadjda ya ji bo bisiklêtê ne tenê xewneke zarokan e. Di heman demê de îfadeya xwesteka wê ya tevgerê, hilbijartinan û kontrolkirina jiyana xwe ye. Di vî warî de, fîlm temaşevan vedixwîne ku ne tenê rewşa jinan li herêmeke erdnîgarî ya taybetî binirxîne, di heman demê de têgeha azadiyê ji perspektîfeke gerdûnî jî ji nû ve binirxîne.