Deng û awaza hunera şoreşê: Hozan Mizgîn

Hozan Mizgîn bi xeta hunera şoreşê navê xwe li dîrokê da nivîsandin, bû dengê stranên şoreşê yên wê pêvajoyê. Hozan Mizgîn di serî de li ser jinan, li ser hemû beşên civakê bandorê çêkir, strana wê ya “Gundîno hawar” sî sal in di guhên me de ye.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Gurbet Aydin bi navê xwe yê ku tê nasîn Hozan Mizgîn, bi laçika xwe ya spî, bi stranên ku dibêje, bû yek ji nûnerên herî girîng ên hunera şoreşê û navê xwe li dîrokê nivîsand. Hozan Mizgîn di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê Êlihê hatiye dinyayê, piştî derbeya sala 1980’yan tevli refên PKK’ê dibe. Piştî perwerdeya li Geliyê Bekayê, ji bo xebatên çandî û hunerî di sala 1983’yan de diçe Ewropayê.

 Bi stranên xwe derket pêşberî girseyên mezin

Hozan Mizgîn di xebatên avakrina komên muzîkê, Sefkan Huner-Kom û Koma Berxwedan de cihê xwe digre. Li Ewropayê ji xebatên çandî û hunerî re pêşengî dike, bi stranên “Lo hevalno” û “Gundîno hawar” xîtabî girseyên mezin dike û ew stran bi nav û deng dibin dikevin ser zimanê gelek kesan.

Bi tekoşîn û berxwedana xwe bandorê li ser jinan kir

Hozan Mizgîn bi têkoşîna xwe di serî de li ser jinan, li ser gel bandorek mezin çêkir û şopek girîng di muzîka Kurdî de hişt. Hozan Mizgîn bû dengê stranên şoreşê yên wê pêvajoyê, huner û berxwedanê heta roja me ya îro anî. Hozan Mizgîn li dijî rolên civakî yên ji jinan re hatine diyarkirin têkoşiya di şopa Eyşe Şanê de bû dengê hunera Kurdî.

Mîrasa ku hiştiye mayînde bû

Hozan Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê di serdegirtina mala ku lê dima ji bo nekeve dest bi guleya ku li serê xwe da jiyana xwe ji dest da. Hozan Serhedê nemir, zarokên ku wê salê hatin cîhanê navê Hozan Mizgîn girtin. Hunermendên Kurd jî li ser mîrasa şoreşger a Hozan Mizgîn xebatên xwe didomîne. Di ser şehadeta Hozan Mizgîn de 31 sal derbas bûn lê ew hê jî bi stranên xwe zindî ye û dengê wê di guhên me de ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha behsa Hozan Mizgîn dike: "Ew keçik ji aliyê PKK’ê ve hatibû afirandin. Di temenekî ciwan de tevli tevgerê bûbû. Layiqê PKK’ê bû. Tu carî dijberî xeta PKK’ê nebû."

‘Nûnera pêvajoya herî bi êş a dîroka jinên Kurd bû’

Yek ji avakarên PKK'ê Alî Haydar Kaytan ku di sala 1981’ê de Hozan Mizgîn nas kiribû wiha dibêje: “Ew nûnera pêvajoya herî bi êş a jinên Kurd bû. Mirov dikaribû bigota ku ew yek ji kesên ku di nava êşan de xwe zana kiribû. Êşên ku jinên Kurd dikişandin, zexta ku dîtibûn, girêdana bi nirxên xwe, ya bi zayend û civaka xwe re bi awayê bi hêz di kesayetiya xwe de temsîl dikir.

Ew beriya her tiştî şoreşgereke jin, hunermedek, milîtana partiyê û gerîlayek e. Van hersê taybetmendiyan jî di kesayetiya xwe de şênber kiribû.”

‘Ji bo diyaloga bi gel re laçika spî dida serê xwe’

Hozan Mizgîn bi laçika spî ya ku dida serê xwe jî tê bibîranîn. Xwişka wê Şukran Akşe wiha behsa wê dike: “Hêza îqnakirinê bi Mizgînê re zêde bû. Dikaribû bi her beşa civakê re bikeve nava têkiliyan. Ji bo ku têkiliya xwe çêbike, laçika spî dida serê xwe. Her dem laçika spî li serê wê bû. Mizgîn beriya tevli refên gerîla bibe ji bo Newrozê stranek çêkiribû. Min jî jê re digot li cihê vê peyvê vê dayne. Her car digot ‘ka wê hevokê ji min re bibêje tu dixwazî li şûna wê ez ê pere bidim te’ û henekan dikir. Her dem digot ‘ev strana me herduyan e dema tevli gerîla bibim ez ê ji hevalan re bibêjim.’”

‘Teslîm nebû çalakiya fedayî li dar xist’

Şukran Akşe diyar dike ku hefteyek beriya Hozan Mizgîn şehîd bikeve, lê geriyaye gotiye bêriya wê û dayika xwe kiriye û dixwaze biçe ba wan û wiha behsa bûyera şehadeta xwişka xwe dike: “Mizgînê ji bo xebatê dişînin navenda Tetwanê û mecbûr e li wê malê bimîne. Kesê ku wê dibe wê malê dûre giliyê wê dike. Mala ku li dima duqat bû, derî û şibakên wê bi şîşên hesin bûn, cihekî ku bireviyayî tunebû. Bi sedan leşkeran derdora malê girtin. Ew teslîm nebû, çalakiya fedayî li dar xist.”

‘Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku Kurdan ji dîlîtiyê rizgar bike’

Birayê Hozan Mizgîn Şexmus Aydin jî bi van gotinan behsa bîraneke bi xwişka xwe re dike: “Di dema Kenan Evren de qedexeyên derketina derve hebûn. Şeva Newrozê bû. Mizgînê digot ‘divê ez îşev Newrozê pîroz bikim.’ Çend rûpelên rojnameyê berhev kir û şewitand. Got ‘ji destên me ev tê em îsal jî Newrozê wiha pîroz bikin.’ Wê di ciwaniya xwe de tevgerê nas kir. Li malên jinan xwe bi rêxistin kir. Her pirtûkê ji jinan re xwend, tevgerê bi wan da nasîn. Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku Kurdan ji dîlîtiyê rizgar bike. Çend roj beriya şehadetê em bi telefonê axivîn. Me pir dixwest em wê bibînin lê merc çênebû. Dengê Mizgînê hê jî di guhên min de ye. Wê di dilê Kurdan de cihekî baş û xweş hişt.”

‘Ne mumkun bû mirov ji cesareta wê bi bandor nebûya’

Mecbûre Kaplan jî ku yek ji şahidên têkoşînê ye, wiha behsa Hozan Mizgîn dike: “Piştî ku Hozan Mizgîn hat Tetwanê têkoşîna jinan dest pê kir. Mizgîn jineke pir xebatkar û zana bû. Mirov ji sekn û cesareta wê pir bi bandor dibû. Aliyê Mizgînê yê ez zêde jê bi bandor dibûm sekna wê bû. Jineke pir bi disîplîn û xebatkar bû. Li Tetwanê her kesê wê nas dikir. Her kes ji hewldan û têkoşîna wê re heyran mabû. Mizgînê ne tenê li Tetwanê, li hemû herêma Serhedê guherînek çêkir. Ji Tetwanê heta Mûşê her jina ku wê dît jê bi bandor bû.”