Deh şervanên jin ên bi wêrekî mohra xwe li dîrokê dane

Di dîrokê de, gelek jinên ku serkeftin bi dest xistî hene. Lê belê, ev şervanên jin ên ku li dijî  cîhana desthilatdariya mêran şer dikin, serdestir û bihêztir bûn. Jinên şerker ên ku mohra xwe li dîrokê dane dayik, xwişk û carnan jî hevjin bûn. Wan şur û çekên xwe dan hev şer kirin û li beramberî hukumdariyê serî rakirin. Her yek ji van şervanên jin ên bi wêrek di dîrokê de nîşanek ku neyê ji bîr kirin hiştin. Ka  ji bo van jinên lehengên veşarti yên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo wekheviyê şer kirine, hewil didin ku koletî, cûdahî û nijadperestiyê bi dawî bikin em dema xwe veqetînin bibîr bînin û nas bikin:
Ndaté Yalla Mbodj
Piştî mirina bavê wan Padîşah Amar Fatim Borso Mbodj xwûşka jê mezintir Ndjeumbeut Mbodj bû Qraliçe ya Qraliyeta Waalo ne lê, piştî mirina xwuşka xwe di 1’ê Îlona sala 1846’an de, Prenses Nadtê Yalla Mbodj, bû Qraliçeya Waalo (Niha herema Senegal).
Qraliçe Ndatê Yalla Mbodj di xwest gelê xwe û erdê xwe bi dest bixwe Qraliyeta wê bi tevahi hatî dagir kirin bi biryar bûn ku ji Morolar, Fransiyan û Ereban biparêzin û ji ber vê yekê di şer de peşengtî ji bo artêşa xwe kir. 
Bi artêşa xwe ya ji  mêr û jinan pêktê re  pêşengîtî ji  gelek şerên li hemberî Moros û Fransiyan kiriye. 
Beriya ku  biçin şer, Qraliçe axaftinek navdar ji artêşa xwe re kir û got: “Em îro  ji aliyê dagirkeran ve hatine dorpêç kirin û artêşa me di nava Aloziyan de ye. Şervanên leheng ên Waalo bi guleyên dijmin şehîd dikevin. Ez dizanim dagirker ji me zêdetir in , ma divê em Waalo di destên biyaniyan de bihêlin? Ev welat yê me hemûya ne!”
Artêşa Qraliçe yên qehreman nekarin bi Fransiyan re li hev bikin û qraliçe şerê yekem winda kir. Wê  pêşengtî ji artêşa xwe re kir, ji bo derdora Fransiyan dorpêç bikin û wan têk bibin û bivî awayî destpêkirina berxwedaniya Senegalê ya ku heta sedsala 20’an  berdewam kir. Qraliçe Ndat bi Morolar û Ereban rê şer kir û şerê wan bû sedema damezrandina Konfedarasyona Senegambiya yê. Qraliçe ji aliyê Fransiyan ve hat girtin û berbi bakurê Sengala Ndimba ve hat sirgûnkirin. Qraliçe heta di sala 1860’an jiyana xwe ji dest dayî li sirgûnê jiya. Wê heya dawiya temenê xwe li hemberî mêtîngeriyê şer kir.
Kraliçe Nzinga
Qraliçe Nzinga, ku wekî Njinga Mbande yan jî Ana de sousa Nzinga Mbande tê zanîn, di serdemek a bazirganiya koleti ya Antlantikê û Portekiziyan di sala 1583’an de Abgola yê gav bi gav kontorl dikin de hatiye dinê. Her çend piraniya serokên eşîrên herêma Portekizê ji bo serdegirtinên koleti yan jî girtinên zeviyan bûn alîkar jî, qraliçe nebû alîkar. Li şûna wê, ew bû şervanek stratejîk û leşkerî. Wê li Ngoleme û piştre jî di şerê Kombiyê de Portekîz têk bir.
 Piştre, qraliçe yê li gel Portekîziyan peymanek aşîtiyane îmze kirin û qraliçeyê axa xwe weke welatek her kes wekhev û azad têde bijîn îlan kir. Ji tekoşîna xwe ya li dijî bazirganiya koletiyê heta bi cesaret û qehramantiya xwe navdar bû. Qraliçe koleyên berê jî pêşwazî kir û gelê xwe ji zordariyê parast. Heya di sala 1663’an de jiyana xwe ji dest day jî ji ber heskirina xwe ya ji bo gele xwe û pêşengiya xwe ya nimuneyî timî bi pesindayîn dihat bîranîn.
Nehanda Nyakasikana
Nehanda Nyakasikana, ruhê Shona (ruhê bav û kalên rûmetdar) bû, di sedsala 19’an de ku niha dibe herêma Zimbabwê bi mêtingeha Îngilizan re têkoşîn dikir. Navê xwe ji rûhê ku xwadî dikir girtiye û di nava gelê xwe de statûyek mezin bidest xistiye. Ew bûyîbû serokê politîk, siyasî û leşkerî yê gelê Shorê. Nyakasikana, gelê xwe îqna kir ku pêşengî ji serhildana li dijî somûrgeya  Şirketa Efrikaya Başûr a İngilizan bike. Di şerê yekem ê Chimurenga yan jî duwem şerê Matabela de rolek girîng leyîst.
Nyakasikana di sala 1897’an de hat girtin û bi kuştinê hat tewanbarkirin. Bi fermandayîna darvekirina fermandarê fermiyê herêmê Pollar hat tewanbarkirin û piştre jî bivê darezandinê hat darvekirin. Nyakasikana di sala 1960 û 1970’an de nûneriya têkoşîna rizgariya neteweyî kiribû.
Kraliçe Nanny
Qraliçe Nanny di nava eşîra Ashanti ya dikeve welatek ê Rojavayê Efriqa Ganayê ji dayik bûye. Ew wek kole anîn Jamaikayê û di dawiya sedsala 17’an û destpêka sedsala 18’an de bû rêvebera Maroonê. Nanny li gel çar bira û çend kesên dinê ji kolêtiyê reviyan û li daristanên Jamaikayê jiyan.
Li aliyê Rojhilata Jamaika, gundek li çiyayên şîn ku wekî bajaroka Nanny tê zanîn avakirin.
Di sala 1720’an de, Nanny a rêvebera niştecihên kestanebû, ji sedema tengaviya di navbera wan û İngilizan de şervanên Marronê di hûnera şerê gerîla de perwerde kir. Hêzên İngilizan êrişî daristanên Jamaika yên bedew û hîna bivir neketî navê kirin û Nanny di dema yek ji şerên bixwîn de kuştin. Heya yek ji rêveberên Marron û birayê Nanny Cudjoe peymana aştiyê ya bi İngilizan re îmza kirin şer berdewam kir. Ji bo cihwarbûna niştecihên Maronan pênsed hezar donim erd hat  dayîn. Ev dever weke bajarê nû yê Nanny hat nasîn. 
Logoya  Navenda Gilder Lehrman ne, ku ji bo berxwedan û xebatê rakirina koletiyê hatiye damezrandin û di heman demê de, li Jamaikayê wêneyê Nanny li ser 500 dolar pareyên kaxezî yên Jamaika yê tê bikar anîn.
Sanité Bélair
Yek ji van çend leşkerên jin bû ku despêkê wek çawîşan şer kirin û piştre jî pileya serleşkeriyê ya ku kêm şervanên jin karîne xwe bigihîninê wergirt. Sanitê Kaplan Bêlair şoreşger û şervanek ya azadiyê ye.  Di sala 1781’an de li Verresttesê bi navê Suzaanne Bêlair, niha jî bi navê L’Artşbonite tê zanîn ji dayik bûye. Bêlair, serhildanek a li hemberî mîrên efendiyên nifûsa L’Artibonitê bi hevjînê xwe Charles re pêşengî kir. Di sala 1892’an de Sanitê û Charles bi gulebaranê înfaz kirin.
Tevî mirina wan a bi hovane, Bêlairan, di berxwedana Haitiyê de  bi figûrên girîng tên teqdir kirin. 
Muhumuza
 Serokatiya tevgera berxwedana dijî- mêtîngeriyê ji aliyê jinek bi navê Muhumuza ve hatiye kirin. Ev raperîn di destpêka sedsala 20’an de li Başûrê Rojavayê Ugandayê pêk hatiye. Muhumuza, di dîroka Efriqa de yek ji qiralîçeya şerker a herî biheyîbet tê zanîn.
Ew yek ji seroka qebîleyê bû ku, bi redkirina nijadan Mwame Musingayên ku bi mêtingeriya Almanya yê re di nava îtitfaqê debûn. Di sala 1911’an de, Muhumuza biriyar da ku Ewrupiyan derbixin. Di nava mehan de, berxwedanek leşkerî da destpê kirin û paşê jî tevahiya jiyana xwe di bin çavdêriya fermana Alman û paşê Îngilizan de derbas kir (1912-1945). Muhumuza, ji sala 1850’an heya 1950’an li Ruanda û Ugandayê yekem rahibeya baweriya Nyanbinga ya Rojhilatê Efrîqayê bû.
Amanirenas
Amanirenas ku di roja meya îro de dibe Sudan duwemin qraliçeya Qraliyeta Kush Meroitikê ye bû. Navnîşana wê Amnirense qore Kdwe lî bû. Ew di navbera B.Z 40-10’ de serdest bû. Piştî mirina hevjînê wê, Mirê Teriqetasê Qraliçe Aminarenas serweriya qraliyetê kir û bi baldarî gel revêbir. B.M di salên 24’an de Qraliçe Amanirenas li gel kurê xwe Prens Akinidad, di şerê li Misirê bi Romaniyan re pêşengtiya artêşa  ji 30 hezar leşkeran pêk dihat kir. Ji bo ku Romayiyan ji Qraliyetê dûr bixin û wan ji bajarê Aswanê yê Misirê derxin şer kirin. Dema artêşa xwe anîn beranberî artêşa Romaniyan di zanî ku artêşa wê çiqasî biçûktire ji ya dijberî wê. Qraliçe Amanirenas û artêşa xwe bê agahî êrîşî Romaniyan kirin.
Qraliçe Amanirenas dest danî ser sê bajarên mezin yê Romaniyan û gelek peykerên İmparatoriya Augustusê hilweşandin. Lê İmparatoriya Roma di demek kurt de bajarên xwe dîsa bi destxistin. Paşê jî êrîşî Kushê kirin û gelek kes wekî kole firotin, lê vê yekê jî çavê Qraliçe Amanrenasê netirsand. Kushitê û artêşa Roma sê salan bê ku biwestin şer kirin. Di şerekê de, qraliçe ji aliyê leşkerêk Romayê ve birîndar bû û çavek xwe windakir. Piştre baş bû,  ji gelek şerên li hemberî Romaniyan re pêşengtî ji artêşa xwe re kir. Piştî şerê sê salan, her du aliyan jî biryar dan ku hevpemanek aşitiyane ji ber Kushitana îmza bikin.
Kraliçe Amina
Yek ji wan şervanên herî mezin ku di sedsala 16’an de li Efriqayê derket holê Qraliçe ya Zazzau Amina bû. Di sala 1533’an de li bajarê Zazzau, ku îro bi navê Zaria li bakurê Nîjeryayê tê zanîn ji dayik bûye. Amina dema ku bi leşkerên artêşa Zazzau re di xebitî fêrî hûnerê şer bû. Piştî mirina Bakwa di sala 1566’an de, serweriya Zazzau wekî kevneşopî di wan deman de ma ji birayê wê yê biçûk Karama re. Piştî deh salan Karama li ser textê rêveberiyê jiyana xwe ji dest da, vêcarê jî rola rêbertiyê ji  Qraliçe Amina re ma. 
Li herêma Sahra ya Nîjerya bû şervanek serfiraz, ji bo derbazbûnê rêya bi ewle ji Zazzau û bazirganên din ên Hausa re peyda kir û dest bi girtina Kwarafa bakur û hêremên Nupe ên başûr kir. Ji bo armancên şer li Hausalandê karanîna zirxiyên metal hildibijartin ku di nav de helmetên hesin jî heyî, herwiha li dora Zazzau û kampên leşkerî dîwar ava kirin, hinek ji wan dîwaran niha jî hîna li ser piyan dimînin. Bi zêdeyî 20 hezar leşkerên peyade pêşengîtî jî gelek şeran re kiriye.
Ji ber wêrekî û serfiraziyên wê, li Nîjeryayê Şanoya bi navê Hûnera netewî ya Lagozê peykerê wê hat çêkirin û gelek saziyên cûda yên perwerdê yên Nîjeryayê navê wê hildigirin.
Lozikeyi Dlodlo
Ew weke pêşeng û çavkaniya îlhamê ya Şerê Bivirê Sor ku weke yekem şerê bê aliyê Zimbabwe yan tê pejirandin û duyem şerê Anglo-Matabele ku weke yekem Chimurenga tê zanîn bû. Lozikeyi di sala 1855’an de bi navê Ngokho Dlodlo ji dayik bûye. Ji bo piştevaniya Qraliyetê xurt bike bi Qral Lobengula re zewicî. Dema ku Qral Lobengula winda dibe, Qraliçe Lozikayi dibe rêvebera Ndebeleyê. Bi birayê xwe yê cêwî Muntuwanî re berpirsyariyên artêşa qral bûn.
Di sala 1893’an çekên ku hevjînê wê di şerê Anglo-Matabele de bi kar ne aniyî, kar anî û têra şerê 1896’an cebilxane yên pewîst peyda kir. Malbata wê jî dermanzanên ku wekî Îziyanga dihat zanîn û bawer dikir ku hêza şervanên Ndebele di tevahiya şevên taveheyvê de di asta herî jor de ye. Bi van agahiyan, şervanan êrîşa xwe ya despêkê di şeva 29’ê adara 1896’an dema ku taveheyvê hebû de kirin. Şer heta tebaxa 1896’an ku her du aliyan biriyara muzakereyan dan berdewam kir. Ji bo ku Ndebele xweseriya xwe bidest bixe û pêşiya mirinan bê girtin Qraliçe Lozikayi pêşengîtiya dû mûzakereyan kir. 
Sarraounia Mangou
Sarraounia (serokeşîriya jin ê yan jî pişeyek berdewama hukumdarek jin destnişa dike), ew qraliçe ya Azna yên komek ji Hausanan bû, ku di dawiya sedsala 19’an de hikumdariya Komara Nijer kirine. Çavên Qiralîçeya 20 salî zerê pilingî bû, ji ber wê jî piştî mirina bavê wê zerê pilingî bû sembola Aznayê. Sarraounia ya ku dida zanîn ew xwediyê hêzek bisêhre, beriya dagirkiriya Fransa li ser navê gel şer kiriye. Despêkê Tuaregtiyên ku xwestin êrîşî gundê wan bikin û paşê jî Fulaniyan yên hewildan Aznayê misliman bikin derxist. Piştre jî di sala 1899’an de ji bo li hemberî yekîneyên Fransiyan ên di gengeşeya Vaulet- Chanoine Misyona Lougou yê de şer bike gel û çavkaniyên xwe xist tevgerê. Di sala 1899’an de jî di êrîşên Voulet-Chanoine Misyonu ku weke şerê Lougousê te zanîn de hat hemberî artêşa herî bi hêz û hinek leşkerên xwe winda kir.
Bi gotina dîroknasan Sarraounia û gele xwe dema kul i Azna yê bi dijminê herî bi hêz re ru bi ru diman, ji bo parastina xwe hemû şevan ser Fransiyan de diçun û piştî êrîşê hema xwe winda dikirin. Piştî ku êrîş bi dawî bûn, ji ber fermandarên bi navê Voulet û Chanoine fermana ji Fransa ji bo wan hatî dayîn ne pejirandin di nava sê mehan de ji aliyê leşkerên xwe ve hatin kuştin. Lê hîna jî gelek kes kuştina wan girêdayî hêza bi sihir ya qehremaniya Sarraounia yê dikin.
Werger: NuJINHA
Çavkanî: face2faceafrica