Dayîkên ku hemû zarokan hembêz dikin û dayîka Taybet
Di dema ku nîqaşên ‘dayîka maqul’ ya ku desthilat li jinan dide ferz kirin didome de, di bîra van xakan de dayîkên ku bi êş û têkoşîna xwe cih girtine dîsa bi bîr dixe.
Navenda Nûçeyan – Desthilata ku her roj ji nûve pênaseya dayîktiyê dike, rola ku li jinan bar kiriye di her firsendê de tîne ziman. Di demên dawî de, ev têgîna ku bi reklamekê gûr bûye û nîqaşa wê bi wesîleya reklamek ê gêskê kehrebeyê pirsa ku ‘çawa dibin dayîk?’ anî rojevê. Ev pirs jî dîsa bêyî dest bidin jinê bersiv dan.
Ev xak gelek rojên dayîkan dît. Dema tê gotin roja dayîkan, dayîka Egîd Îpek ku hestiyên wî di qotiya kargoyê de dayê, dayîka Cemîle ku cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hatî hiştin, dayîka Ceylanê ku parçeyên keça xwe bi destê xwe kom kirî, dayîka Gulistan Doku ku li Dêrismê heta dengê wê derdikeve dide ber qêran û dibêje keça min li kuye? Bang dike, dayîka Rojbîn ku ketî pey kiryaran, Dayîkên Şemiyê ku bi salane aqûbeta zarokên xwe di pirsin, Dayîkên Aştiyê ku hê didin ber qêran dibêjin ‘Aştî’ û hê gelek din tên bîra mirovan.
Û ne tenê ev xak in; êşa dayikên li Xezayê yên ku hewl didin bigihîjin cenazeyên zarokên xwe yên di bin kavilan de, dayikên li Îranê yên ku zarokên xwe di bin siya darvekirin û zextê de winda dikin, û dayikên li Lazkiyeyê yên ku zarokên xwe di nav şer de vedişêrin jî li vê bîranînê zêde dibin. Her çend erdnîgarî biguhere jî, êşa dayikan wekî xwe dimîne; şer, pevçûn û neheqî Roja Dayikan ji pîrozbahiyek vediguherînin zimanekî hevpar ê windakirin û berxwedanê.
Hemêza wê bedelê dinyayê bû
Piştre di nava polîtîkayên durû yên desthilatê de, ger were fikirîn ku pirsgirêka kîjan ‘jina maqul’ li ser jin û dayîktiyê hedef dike, kêliyek ku piştî bi sedsalan jî ji bîran neyê jibîrkirin tê. Cenazeyê dayîka Teybet ku 7 rojan li ser kevir mayî... Piştî pirsa zarokên wê ya ‘gelo dayîka min gelek êşaye?’ Piştê van pirsan jî zarokê dayîka Taybet qal dikirin û di gotin ‘Hemêza dayîka min bedelê dinyayê bû.’
Ji hemû pênaseyan wêdetir
Taybet Înan ji aliyê dewletê ve li navçeya Silopya ya Şirnexê di sala 2015’an de di dema qedexeyên derketina derve de hate qetilkirin. Mirina Teybet Înan bû mijara helbest, Fîlm û stranan. Divê roja dayîkan de, em bi bîranîna dayîkek ku zarokên vê xakê ji zarokên xwe cûda nekirî, ji wan hemû pênaseyan wêdetir, navê ku kes ji dilê xwe nekare biavêje derbas bikin.
Bi notayên Muzîkjen, Nurhak Kilagoz, bi awaza ‘Dayîka Taybet’, bi hevkariya dîmenên fîlmê ‘7 Roj, 7 Şev’ ya derhêner Alî Bozan guhdarî bikin.