Bûyera Rojê: Roja Aştiya Cîhanê
Li Rojhilatanavîn Roja Aştiyê ya Cîhanê dibin sîbera şer de dimîne. Di nava Netewên Yekbûyî (NY) ê de ji sala 1981’an heya niha di her hefteya sêyem ya meha îlonê de weke “Roja Aştiya Cîhanê” pîrozbahî dihatin kirin. Paşê jî di sala 2001’an de roja 21’ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” pîrozbahî hatin kirin. Her sal di 21’ê Îlonê de di navenda NY yê de “Çaniya Aştiyê” li dar diket. Di şeran de dema ku gelek mirov dihatin qetilkirin ev dengê muzîkê yê bi navê çan tê nasîn ji aliyê Jeponya ve dihat lêxistin û di heman demê de li parzemînên dinê jî weke pereyê hur nîşanî zarokan dihat dayîn. Li ser wê çanê jî nivîsa “Her Bijî Teqez Aştî” hatiye nivîsîn. Piştî wê jî Yekîtiya Komara Sosyalîstên Sovyetê (SSCB) û Varşova Pakti Şerê Cîhanê yê Duyem bi Hîtler despêkir. Wê demê 1’ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” hat pejirandin. “Roja Aştiya Cîhanê” ya ku ne xwediyê dîrokek pir kevne Rojhilatanavîn xwedî lêderketiye û din ava gelan de bûye wesîleya bilindkirina talebên aştiyê. Her sala ku diçe bi tevlîbûnek mezin û pîrozbahiyên bi hêztir derbaz dibe. Din ava Tirkiyê de jî pîrozbahiyên “Roja Aştiya Cîhanê” di sala 1986’an de despêkirine û ji wê demê ve gelên azadîxwaz dadikevin qadan û daxwazên xwe yên aştî û azadiyê tînin ziman. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji duh heya îro daxwazên aştiyê.
1987’an de 1’ê Îlonê
Parêzvanê mavê mirovan Dîdar Şensoy ji bo başkirina şertên girtîgehan di 1’ê Îlona sala 1987’an de ji bo meclisê daxwaznameyekê dinivîse, bi sê otobusên tejî havalên xwe yên xizmên girtiya bi hev re dikevin rê. Ew xizmên girtiyan dibêjin: “Heger hun zarokên me ne berdin hunê li vêderê mirinê bibînin” polîs mudaxele dike, şidetê kar tînin û di encamê de Dîdar gelek xirab dibe û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Ji roja ku Dîdar jiyana xwe ji dest dayî li Tirkiyê çalakiyên “Roja Aştiya Cîhanê” bi awayê girseyî tên kirin. Ji salên 2000’an heya niha bi awayekî girseyî “Roja Aştiya Cîhanê” tê pîroz kirin. Lê mixabin her pîrozbahî bi mudaxeleya polîsan bidawî dibe ji ber wê jî heya niha ew pîrozbahî bûne sedemê mirina gelek kesan.
2000’an de 1’ê Îlonê
Ji ber HADEP’ê li navendên rêxistinê yên weke Stenbol, Edene, Wan, Mêrsîn û Amedê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de belavok belav kirin bi fermana Mehkemeya Guvenligê ya Dewletê êrîş kirin. Hinek HADEP yî hatin girtin. Ji ber di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Amedê daxuyanî hat dayîn polîsan êrîşkirin di encamê de Medenî Kaya birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
2001’an de 1’ê Îlonê
Ji ber Şaxa ÎHD a Amedê û Rêxistina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Navenda Amedê (ODP) di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hinek afîşên girêdayî aştiyê hilawistin, li Amedê rewşa awarte hat îlan kirin. Bi fermana Walî li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê daz hati vekirin.
700 kes hatin binçav kirin…
Dema ku HADEP’ê xwest bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Engerê mitîngegê li darbixin walî destur nedan. Li gel destur ne dana walî jî 700 kesên ku xwestin beşdarî mitîngê bibin ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li Altindagê jî koma belavok belav dikirin rastî mudaxeleya polîsan hatin 50 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê 28 kes hatin binçav kirin
Li Amedê yên dixwestin biçin Enqerê rastî mudaxeleya polîsan hatin û bûyer derket. Di wê bûyerê de 28 kes hatin binçavkirin û 14 jê polîs 25 kes birîndarbûn.
Li Êlihê 20 birîndar
Li Êlihê dema ku HADEP’ê xwest daxuyaniyê bide rastî êrîşa polîsan hatin û 20 kes birîndarbûn.
1’ê Îlona 2004’an
1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dibin pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Sêrtê de hat pîroz kirin. Çalakiya ku dê hefteyekê berdewam bikiriba li bi daxuyaniya li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ji aliyê Seroka Wê Vetha Aydin ve hat xwendin. Papşê jî ji ber Anita Atarurk haye Dibistana Înonu bi hezaran jin û mêran zincîra aştiyê çêkirin.
1’ê Îlona 2008’an
Lig elek deverên Tirkiyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê mitîng tên amadekirin. Duruşma wan ya hevbeş jî ‘Bila pirsgirêka kurd bi rêyên demoktatîk bê çareserkirin’ bû.
1’ê Îlona 2009’an
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Stenbol, Amed, Samsun, Manîsa, Îzmîr û Mêrsînê bi tevlîbûna hezaran kesan mitîng hatin çêkirin.
1’ê Îlona 2010’an
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de lig elek navendên weke Êlih, Amed, Stenbol, Engere, Edene, Mersîn, Wan, Kovaelî, Burda û Îzmîrê welatiyan talebên xwe yên aştî û çareriyê bi daxuyaniyan, meşan û çalakiyên cuda anîn ziman.
1’ê Îlona 2011’an
Di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya BDP’ê ya Kadikoyê de gelek partiyên siyasî û endamên civaki yên sivî beşdarbûn. Mitîng rastî mudaxeleya polîsan hat di encamê de 6 polîs hatin birîndar kirin û 63 kes jî hatin binçav kirin.
1’ê Îlona 2013’an
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi beşdariya BDP, ESP, EMEP, Malêngel, Hevgirtinên Xwendekaran, DISK û KESK’ê li Kadikoyê mitîng hat lidarxistin. Li wê Hevserokê Girşi yê BDP’ê Selahattin Demirtaş axivû û got: “Gelên li Tirkiyê şer naxwazin. Li kolanan ji AKP yiyan, BDP yiyan, CHP yiyan ji kê di pirsin bipirsin şer naxwazin. Ji derveyî komek siyasetçuyên deshilat yên Enqereyê kes şer naxwaze.”
Nazliye Sîncar hat qetilkirin
Aktîvîsta DOKH’ê û Endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Kuçukçekmeceyê Nazliye Sîncar dema ku ji bo beşdarbûna mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya Kadikoyê ya Sotenbolê de ket rê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve bi guleyê hat qetilkirin.
Dê 1’ê Îlona 2014’an çawan bê pêşewazîkirin
Li Rojhilatanavîn Roja Aştiyê ya Cîhanê dibin sîbera şer de dimîne. Bi nêzîkbûna 1’ê Îlonê re êrîşên Îrsarîlê ser Gazze û yên çeteyên DAIŞ’ê jî ser Êzidiyên Şengalê berdewam dikin. Di demeke bi hezaran jin jiyana xwe ji dest dayî, rastî tecawîzê hatîn, zarok ji tîna û birçîna ketine rêya koçberiyê û êrîşên ser Rojava berdewam diki de pirsa “kîjan aştî” tîne hişê mirovan.
Li gel van hemû yan jî cardin wan mirovan hêviya xwe ya aştiyê wenda nekirine û ji bo daketina qadan xwe amade diki
Dê çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhan bi pêşengiya DOKH û ÎHD’ê bi tevlîbûna hemû têkelên jinên Tirkiyê ji tacîz, tecawîz û qirkirinên Şengal û Rojava re bêjin “bese” li Silopiyayê bi “Zincîra Jinan” mohra xwe li rojê bixin.