Bûyera Rojê: Navê Hevrîn Xelef di nava lîsteya jinên bibandor ên navnetewî de ne

Navê siyasetmedar Kurd Hevrîn Xelef a weke jineke xwedî bandor ku mohra xwe li dîrokê daye, di nav lîsteya Komeleya Mafê Jinan a Navneteweyî de cih girt.
Komeleya Mafê Jinan (AWID) di sala 1982’yan ji bo hevsengî û parastina hiqûqê, jinê, edaleta di navbera jin û mêr de, hat damezrandin. Di nav arşîva vê komeleyê de ji 88 welatan 450 jinên xwedî bandor û mohra xwe li dîrokê dane hatine hilbijartin. Yek ji van jinan jî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a 12’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin e.