Şoreşgera bi nav û deng: Binevş Agal
Keça Kurd a Êzidî Binevş Agal di sala 1966’an li gundê Bezîvanê yê dikeve deşta Qubînê ji dayîk dibe. Tevahî şêniyên gund Êzidî ne. Binevş di nava malbatê de û ji hêla derdorê ve gelek tê hezkirin. Her wiha hê di zarokatiya xwe de kesek jîr û kedkar e.
GULAN AVRÊL
Bernameya “Starên Azadiyê” her hefte behsa jiyan, kesayet, têkoşîn û şoreşgeriya jinên têkoşer ên ku dîroka azadiya jinên Kurd û cîhanê bi têkoşîn û berxwedana xwe, bi xwîn û xwêdana xwe nivîsandine dike. Ev jinên şoreşger ên Apoyî bi bîrdozî û felsefeya jinan û jiyana azad pêşeroja me afirandin. Çawa ku Rêber Apo dibêje; “Dîroka koletiya jinan nehatiye nivîsandin, dîroka azadiyê jî li benda nivîsandinê ye.” Erê, ev jinên leheng, têkoşer û berxwedêr bi sebreke mezin, bi baweriyeke qeyîm û bi îmaneke xurt, bi baldariyeke hûr û kûr dest bi nivîsandina dîroka azadiya jinan kirin. Starên Azadiyê vê hefteyê aliyekê din ê jiyan, berxwedanî, têkoşîn, bawerî û hêza jinan bi me da nasîn. Em ê vê hefteyê behsa berxwedan û hêza jina Kurd a Êzidî Binevş Agal bikin.
Keça Kurd a Êzidî Binevş Agal di sala 1966’an li gundê Bezîvanê yê dikeve deşta Qubînê ji dayîk dibe. Tevahî şêniyên gund Êzidî ne. Binevş di nava malbatê de û ji hêla derdorê ve gelek tê hezkirin. Her wiha hê di zarokatiya xwe de kesek jîr û kedkar e. Ji hêla dayîk û bavê xwe ve jî gelek tê hezkirin. Binevş çi kar û xebatê di meşand heqê wê didayê. Ewqasî jîr û zanabû.
Keça Kurd a Êzidî Binevş Agal di sala 1982’an de li Ewropayê PKK’ê nas dike. Li wir beşdarî xebatên rêxistinê dibe. Cihê xwe di nava çandê de digre. Rojnameya Serxwebûnê dixwîne û belav dike. Lêgerîn û eşqa wê ya ji bo xwenasînê her diçe berz dibe û bi kelecan, kêfxweşî û bi îsrara xwe wate li lêgerîna xwe bar dike. Lêgerîna wê ya xwenasînê gav bi gav wê ber bi riya rast ve dibe. Di temenê xwe yê herî ciwan û xweş de dikeve nava lêgerîna rastiyê. Çiqas nêzî xwenasînê dibe lezgîntir dibe. Weke keçekê Kurd û Êzidî li hemberî tevahî paşverûtiyên malbat, derdor û civakê bi îsrareke mezin têdikoşe û li ber xwe dide. Êdî ew dizane ku riya dişopîne riya herî rast e, riya ku wê ber bi firînê ve dibe ew rê ye. Ruhê jinên Kurd ên berxwedêr xwe di ruhê keça Kurd Binevş Agal de dide jiyîn. Ji lewre tu astengiyan nas nake û li hember tu paşverûtiyan serî natewîne.
‘Pêwist e em xwedî li vê şoreşê derbikevin ev şoreş şoreşa me ye’
Êdî eşqa şoreş û azadiyê li tevahî ruh, hest û bedena Binevş Agal de xwe dide der. Keça Kurd Binevş Agal jî bi vê eşqa şoreş û azadiyê tevlî tevahî kar û xebatan dibe. Di sala 1984’an de li bajarê Elmanya Selê meşeke dirêj ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Fransayê (FEYKA) ve tê destpêkirin. Meş, ji bo balkişandina ser zulma li Kurdistanê, li ser Kurdan tê meşandin e û piştgiriya têkoşîna tevgera azadiyê hatibû organîzekirin. Ev meş jî ji Hannoverê dest pê dike heya Bonnê ango 300 kîlometre dimeşin. Lewre keça Kurd Binevş Agal di vê meşê de vîneke mezin raber dike.
Bi lingên tazî heta dawiyê dimeşe
Di wê meşê de ew taybetmendiyên xwe yên civakî û rêxistinî bi awayekî şênber raber dike û bi her kesê re pêwendiyan çêdike. Bi lingên tazî destpê dike heya dawiya meşê. Ruxmê ku lingê wê di nava xwînê de jî dimîne we bi vîneke ji pola heya dawiyê dimeşe. Bi vê yekê re biryardarî û îsrara xwe ya ji bo şoreş û azadiya jinan dide raberkirin. Di heman demê de hestên welatparêziya jinan jî radixe ber çavan. Hê di wê deme de pêşdîtinên wê wisa bi hêz in ku dibêje; “Pêwist e em xwedî li vê şoreşê derbikevin, ev şoreş şoreşa me ye. Pêwist e herî zêde jî weke civaka Êzidî em xwedî li vê şoreşê derbikevin.” Weke ku roja me ya îro bibîne ewqas xwedî pêşdîtinên dîrokî ye. Di wê meşê de bi hêvî û baweriya xwe ya ji bo serkeftinê dimeşe. Li wir ne Binevş Agal dimeşe, vîna jinên Kurd, têkoşîn û berxwedaniya wan dimeşe. Li wir pêşeroj û çarenûsa jinên Kurd dimeşe.
Yekem keça Êzidî ye ku tevlî PKK’ê dibe
Keça Kurd a Êzidî Binevş Agal bi vê îsrar û îradeyê di sala 1986’an de biryara tevlîbûnê dide û ji Ewropayê berê xwe dide welat. Êdî Binevş Agal dibe Bêrîvan. Di heman salê de derbasî Lubnanê dibe. Li wir diçe qada Rêber Apo beşdarî Akademiya Mahsum Kormaz dibe. Jina şoreşger Bêrîvan ji bo tevgera azadiya jinên Kurd pêşengiyê gelek bi hêz dike. Yekem keça Êzidî ye ku tevlî PKK’ê dibe. Ji hêla hevalên xwe ve gelek tê hezkirin. Bi taybetmendiyên xwe yên weke civakbûyîn, hêza rêxistinkirinê, jîrbûn û çalakbûyîna xwe ve di dilê her kesê de jiyana nû yê bi navê Bêrîvan ava dike.
Şekl û şemala wê weke periya berbanga sibê ye
Dişemirîne dil, çav û rih
Di husn û cemala wê de mehbûbek xwe dide der…
Dilê wê bû gehwerek di nav de bû welatek
Zulfê wê dibûn kanî û diherîkin…
Di şexsê jina şoreşger Bêrîvan de hêza rêxistinbûyîna jinan bi pêş dikeve
Jina Şoreşger xwedî taybetmendiyên giranbiha ye, mutewazî, dilgerm, bi hêvî û xwedî baweriyek qeyîm e. Bi gotin û sekna xwe hêvî dide tevahî hevalên xwe û civaka xwe. Di şexsê jina şoreşger Bêrîvan de hêza rêxistinbûyîna jinan bi pêş dikeve. Ev yek bandorek mezin li ser pêşketina tevgera azadiyê jî dike. Bi vê yekê re hêza jinan a di nava tevgera azadiyê de digihîje asteke bilind. Di şexsê jina leheng û şoreşger Bêrîvan de rastiya jinên rêxistinkirî, zanyar û bi hêz derdikeve pêş.
Jina leheng û pêşeng, bi têkoşîn, berxwedan, bawerî û bi şoreşgeriya xwe mîraseke giranbuha li pey xwe hişt. Bi tevlûbûn, bi sekn û biryardariya xwe da diyarkirin ku jinên azad encax bi şer, têkoşîn, zanist û bi rêxistinkirinê dikarin xwe ji tevahî hişmendiya pergala baviksalar rizgar bikin. Jina şoreşger û leheng ji me re wiha dibêje; “Ger ku hûn dixwazin ji koletiya li ser jinan hatiye ferzkirin rizgar bibin pêwist e ji serî heta binî serbixwe bin, bibin xwediyên helwesteke azad. Xwediyên îrade û ramanên xwe bin.”
Belê xwandevanên NûJINHA bernameya Starên Azadiyê ya vê heftiyê ji dû xelekan pêktê. Her dû xelek jî li ser şoreşgertî û jiyana Binevş Agal ango Bêrîvan e. Heftiya pêşiya me jî wê xeleka duyemîn were weşandin.