25’ê Mijdarê: Perperik hê difirin
Di cîhanê de ku her 11 deqîqeyan jinek an jî zarokek keç tê qetilkirin, jin wê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr-dewletê dakevin kolanan.
Sarya Denîz
Navenda Nûçeyan - 25'ê Mijdarê, hemû jinên cîhanê ji 1960'an heta roja me ya îro ji têkoşîn û berxwedanê re vedixwîne. Roja ku bi destdirêjiyê qetilkirina Xwîşkên Mîrabel ên ku sala 25'ê Mijdara 1960'an di têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk de bûn sembol û yek ji pêşengên vê têkoşînê ye.
Xwişkên Mîrabel ji ber ku li dijî rêveberiya Trujillo têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê didan, gelek caran hatin girtin û nêzîkatiyên xirat li hember wan hatin kirin. Destdanîn li ser mal û milkên wan û mehkûmê tunebûnê hatin kirin. Lê belê wan dev ji berxwedana xwe bernedan. Ji ber ku navsnavê yek ji xwişkên Mîrabel "Perperok" bû, her sê xwişk bi navê "Perperok" dihatin bibîranîn. Girtina xwişkên Mîrabel, desteserkirina mal û milkên wan Ji bo dîktatoriyê têr nekir; ji xwe ti zext Xwişkên Mîrabel nesekinand. Dîktatorî destpêke xwişkan hedef nîşan dan. Ev di heman demê de fermanek bû. Her sê xwişkên ku ji serdana girtîgehê vedigeriyan ewilê destdirêjî wan hatin kirin û piştre jî qetil kirin. Cenazeyên her sê xwişkan ji zinarekî hatin avêtin. Çapemeniyê ev cînayet weke “qezaya trafîkê” ji raya giştî re ragihand. Lê kesî jê bawer nekir. Bandora perperokan hemû cihanê girt, berxwedan bihêz bû û di dawiyê de dîktatorî hilweşiya. Xwişkên Mîrabel ku di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînîk de roleke mezin lîstin û hatin qetilkirin, bûn sembola 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî.
Roja ku têkoşînê nîşanê jinan da
Jinên Emerîkaya Latîn û Karayîp, cara yekem di Kongreya xwe de 25’ê Mijdarê îlan kirin. Ji wê dîrokê heta îro wek têkoşîna li dijî tundiyê hatin bibîranîn. Çawa ku 25’ê Mijdarê li herderê cîhanê wateya xwe girt, bû rojeke welê ku tund bi tundiya dewletê re bûye yek û nîşan da bê ka têkoşîna jinê çiqasî tiştek pêwîst e. Di heman demê dîrokek e ku jin bi daxwazên xwe li dijî tundiyê daketin qadan e. Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999'an de 25'ê Mijdarê bi awayekî fermî nas kir. Ji sala 1999’an û vir ve jin li hemû cîhanê li dijî tundiyê dadikevin qadan.
UNWOMEN: Bibin yek
UNWOWEN , kampanyaya xwe roja 25’ê Mijdarê dest pê bike û heta 10’ê Kanûnê roja mafên mirovan a Cîhanê didome, îsal jî li dar dixe. Kampanya dîsa ji jinan re bi rengê pirteqalî bi awayê “Unite/bibin yek” bang dike. Îsal sernavê kampanyayê “Bibin yek! ji bo dawî anîna tundiya li dijî jin û zarokên keç aktîvîzm!” hildigre. Sedema kampanyayê jî bi balkişandina tevgera #MeToo wiha tê ragihandin: “Beriya pênc salan, tevgera #MeToo ku di sala 2006’an de ji aliyê çalakvan Tarana Burke ve hat damezrandin, teqiya û di mijara pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û zarokên keç û bersivdayîna van kêliyek bilez avakir û seferbertiya kûrewî da destpêkirin. Ji wê demê û vir ve, li seranserê cîhanê xebata bêdawî ya çalakvanan, parêzvanên mafên mirovan ên jinan û parêzvanên mexdûran ji bo pêşîgirtin û bidawîkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç, hişyarî û lezeke nehatiye dîtin hat afirandin.”
Piştgirî kirina jinan mifteya têkoşînê ye
Heman demê di daxuyaniyê de bal kişandin ku komên dij-femînîst jî di nav de, di tevgerên li dijî mafan de jî zêdebûnek heye û hate destnîşankirin ku ev rewş qada civaka sivîl teng dike û li dijî rêxistinên mafên jinan dibe sedema bertekek.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştgirî kirina rêxistinên mafên jinan ên bihêz, xweser û tevgerên femînîst û ji wan razemenî kirin, mifteya dawîkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç e. Ji ber vê yekê ev temaya 2022’an BİBİN YEK e! Ji bo dawî anîna tundiya li dijî jin û zarokên keç aktîvîzm!.”
Çalakiya fermî ya NY’ê
Di banga çalakiya kûrewî de, ji bo pêşîgirtina tundiyê li seranserê cîhanê ji bo jinên têkoşîn banga seferberiyê hate kirin. Hemwext bang hate kirin ku wê çalakî fermî ya NY ku 24’ê Mijdarê saet 10:00’an bê kirin û çalakî jî wê li ser Kanala UM Women ya Youtabe an jî UN Eb TV bê weşandin.
Di metna ku UNWOMEN’ê bi pirsa “Çima em ê tundiya li ser jinê ji holê rakin?' hat amede kir de ev hate gotin: "Tundiya li dijî jin û zarokên keç, îro cîhanê me yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berbelav, mayînde û wêranker e û ji ber bêcezakirin, bêdengî, demxekirin û şerm a li dora wê, pîvanek mezin nayê raporkirin.”
"Bi gelemperî, xwe bi awayên fizîkî, zayendî û derûnî nîşan dide û van tiştan digre nava xwe:
*Tundiya xizm-nas nêz (lêdan, tacîz a derûnî, destdirêjiya nava zewacê, cinayeta jinan);
*Tundî û tacîza zayendî (destdirêjî, kiryarê zayendî ya bi zorê, nêzîkatiyên zayendî yên nayên xwestin, êrişa zayendî ya zarokan, zewacandina bi zorê, tacîza kolanan, şopandin, tacîza sîber);
*Qeçaxtiya mirovan (koletî, êrişa zayendî);
*Sinetkirina jinan; û
*Zarokên bi zorê tên zewicandin
Ger zêdetir bê eşkere kirin, Daxuyaniya Têkoşîna li ser Tundiya li Ser Jinê ku di sala 1993’an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hate weşandin, tundiya li ser jinê fizîk, zayendî an jî di jiyana giştî û taybet de bê jiyîn, di kiryarên wiha de tehdît kirin, bi zorî an jî keyfî ji azadiyê bêparhiştîn jî di nav de, li dijî jinan zirar û ezaba derûnî pênase dike.”
Di metna hate belavkirin de hate diyarkirin ku di her qonax û pêvajoyê de bandora tundiyê li ser jiyanê dike, asengiya li pêşiya wekhevî, pêşketin, misogerkirina aştî û pêkhatina mafên mirovan ên jin û zarokên keç dewam bike.
Di 11 deqîqeyan de yek dimire
Di rapora herî dawî ya NY’yî ya li dijî tundiya de hatiye gotin ku di her 11 deqeyan de jinek an jî zarokek keç ji ber tundiya kesên nêzî xwe jiyana xwe ji dest dide. Li gorî NY’yê ji bo jinan cihê herî metirsîdar çar dîwarên wan e ango mala wan e. Li gorî texmînan ji 81 jinên hatine qetilkirin 47 jin ji aliyê hevrê yan jî xizmekî xwe ve hat qetilkirin. Di rewşa daneyên 95 welatan hatine girtin, heta nîşandan ku ev hejmara jin û zarokên keç ên hatine qetilkirin, demê dawî pir zêde bûye