Ziheya El-Tirkî bi firotina mirîşkan debara malbata xwe dike

Ziheya El-Tirkî ya ji Dêrazorê di dikana xwe ya biçûk de bi firotina mirîşkan debara zarokên xwe dike. Bi wê xebatê, rê neda ku tu zehmetî rê li ber debara malbata wê bigre û guh neda rexneyên civakê.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor - Li bajarokê Hecîn ê Dêrazorê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek dîmenên şert û mercên zehmet ên jiyanê yên ji ber şer derketine holê. Bi taybetî li ser jinan, diyar dibin ji ber ku jin ji zarokên xwe re bûne dê û bav û barê xwedîkirina zarokan ketiye ser milên wan. Yek ji wan jinan jî Ziheya El-Tirkî ya ji bajarokê Hecînê yê Dêrazorê ye, dayika 5 zarokan e. Ew bi zarokên xwe re di mala xwe ya wêrankirî de ku tenê dîwar mane de dijîn û ji serê sibê heta derengiya şevê di dikana mirîşkan de dixebite ji bo ku dibara xwe û zarokên xwe bike. Têkildarî mijarê, Ziheya El-Tirkî ji me re behsa zehmetiyên ku ji bo debara xwe bi wan re rû bi rû maye kir. 
"Ez qet guh nadim rexneyên civakê"
Ziheya El-Tirkî ya 40 salî diyar kir ku nêzî heft sal in vî karî dike û wiha domand: "Ez ji aliyê civakê ve rastî gelek rexneyan hatim ji ber ku civaka me fêr nebûye bibîne jinek karê firotina mirîşkan dike. Ez qet guh nadim rexneyên civakê. Ez li malê karê xwe diqedînim û paşê berê xwe didim dikana xwe. Her kes ji ber xebata min ecêbmayî dimîne. Ez pir zehmetiyan dikşînim, demên dirêj li ser piyan radiwestim heya ku mirîşkan paqij dikim û difroşim. Di jiyanê de tiştek bi hêsanî çênabe. Divê jin kar bikin ji bo bibin kesên çalak û berhemdar di civakê de."
"Min bi xebata xwe îsbat kir ku jin nayên şikandin"
Ziheya El-Tirkî serdema kontrolkirina çeteyên DAIŞ'ê li ser herêmê û binpêkirinên ku ji aliyê çeteyan ve hatine kirin bi bîr anî û wiha got: "Ez ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî lêdan û tundiyê hatim, dikana min jî girtin. Tevî muameleya ku DAIŞ’ê li min kir jî min li her tiştî, lêdan, gotinên nexweş û heta girtîgehê tehemul kir û min îsbat kir ku jin nayên şikandin. Zehmetiya xebatê heye lê dema vedigerim malê û kenê zarokên xwe dibînim, hemû westandina xwe ji bîr dikim."