Zarokên koçber ên li Idlibê ji nava zeviyan kartolên mayî berhev dikin

Zarokên koçber ên li Idlibê hewl didin ji bo debara malbatên xwe tiştek bikin loma jî gelek caran di nava bermahiyên şer ên li gelek deverên Idlibê di lêgerîna xebatê de ne. Yek ji qada lêgerîna kar ji bo zarokan jî zeviyên kartolan in.

 

SOHÊR EL-IDLIBÎ

Idlib - Piştî ku cotkarên Idlibê nêzî deh rojan çinîna kartolan bi dawî kirin, pêşbirkê di navbera zarokên kampên gundewarên Idlibê de dest pê kir. Ji bo ku bermahiyên çandiniyê bigrin û tiştên ku cotkaran ji bîr kirine berhev bikin. Bi vê yekê hinek ji wan dê bifroşin û hinekan jî ji bo xwarinê bibin malên xwe.

"Berhevkirina kartolan ji bo zarokan bûye yek ji riyên lêgerîna xebatê"

Mihemed Şems El-Dîn ê 13 salî ku ji bajarokê El-Rafa koçber bûye û li kampên Sarmeda li Idlibê rûdinê got ku her sibeh çend kîlometreyan rê diçe da ku bigihîje zeviya kartolan û wiha dibêje: “Dema ku zevî nêzî me be ji bo me derfeteke baş e. Em ji bo xwe weke xwarinek bingehîn dibînin, nemaze digel zêdebûna buhayan a vê dawiyê ez rojane zêdetirî deh kîlo kartolan ji zeviyê kom dikim piştî lêgerîneke dijwar ku di tevahiya rojê de bi komek zarokên din re berdewam dikim. Her kes hewl dide bi lez tiştek bike berî temamkirina heyama kurt a kartolan. Yek ji wan sebzeyan e ku kesên xizan bi giranî xwe dispêrin wê ji ber kêmbûna bihayê wan li gorî cureyên din ên sebzeyan erzantir e."

"Çend rojan ji bo alîkariya malbata xwe bike naçe dibistanê"

Mulham El-Ebed ê 12 salî got ku ne tenê zarokên derveyî dibistanê bi vî pîşeyî mijûl dibûn,  yên xwendina xwe didomînin jî vî karî dikin û çend rojan ji dibistanê dûr dimîne, dema ku demsala kartolan li ser zeviyên çandiniyê yên li nêzîkî kampa wan li Xerbanûşê tê û wiha domand: "Dema berhevkirina kartolan ji erdê çend rojan didome û piştî ku demsal bi dawî bibe, ez ê vegerim dibistanê. Bi qasî dikarim alîkariya dê û bavê xwe yê belengaz dikim ji bo ku tiştek xwarinê bibînim. Ez di pola şeşemîn a dibistana seretayî de me. Ev zêdetirî 3 salan e ku tevî malbata xwe ji gundê Başqela yê gundewarê Idlibê koçber bûme, malbata min ji ber windakirina çavkaniya debara xwe û rûbirûbûna rewşa xirab, rastî feqîriyeke giran hatin, cureyên hejarî û neheqî û xemsariyê li kampan, bandora koçberiya li ser me zêdetir dike. Ez hêvî dikim ku dibistan zû werin girtin ji bo bikaribim karekî bibînim ji bilî berhevkirina kartolan karek din jî bikim da ku alîkariya xwe û malbata xwe bikim.”

"Min nedixwest neçe dibistanê lê tiştê ku ji kartolan qezenc dike kêm be jî baş e"

Neda El-Camûs a 35 anî ziman ku ew naxwaze kurê wê çend rojan neçe dibistanê lê ji bo demsala kartolan neçar e razî bibe û wiha got: "Kurê min pir jêhatî ye di xwendinê de, mamosteyên wê dê hemû waneyan jê re dubara bike. Heger ne ji rewşa me ya dijwar li vir bûya, ez razî nedibûm neçe dibistanê lê tiştê ku ew ji kartolan qezenc dike, ji me re dibe alîkar ku em debara xwe bikin. Em li debara xwe digerin, her çiqas mafê perwerdekirina zarokên me asteng bike jî ji ber ku şert û mercên li vir pir zehmet in em razî dibin."