Zarokên Idlibî ji ber mercên xirab di karên bi xeter de bixebitin

Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê, ji ber xizaniyê, gelek zarok di karên bi xeter de tên xebitandin. Dêrûnînas Safaa Al-Mandil, diyar kir ku divê mercên aborî û şiyariya civakî werin avakirin, zarok perwerdeya xwe bidomînin û dawî li xebitandina wan were.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ) de ye; ji ber xizanî, koçberiya ji cihê xwe û tunebûna riyên debarê, zarok neçar dimînin malbatên xwe xwedî bikin di karên zor û bi xeter de bixebitin. Ji ber wan mercên zehmet, Mahab Al-Younis a 11 salî dest ji dibistanê berda, li nêzî kampên Al-Bardaqli ku dikeve bakurê Idlibê, di bexçeyek zarokan de dest bi xebatê kir.

Ji bo pariyek nan dest bi xebatê kir

Mahab Al-Younis, bi destên xwe giyayên ku çandine kontrol dike, giyayên biyanî yên li derdorê şîn bûne berhev dike, dibêje: “Dema ku min dest bi lêgerîna kar kir, birçîbûnê mîdeyê min perîşan kiribû. Di rojeke ku gelek tî bûbûm û min xwest têhna xwe bişkînim de, rastî cihekî şaxan hatim. Ez li tolik, tûzik û giyayên din ên ku mirov dikare bixwe geriyam. Dema ku xwediyê cihê şaxan min dît, fam kir li çi digerim û destûr da ez pê re bixebitim. Ez beramberî xwarina rojane û bi pereyek kêm ê heftane dixebitim.”

Ji tovan berpirsyar e

Xebata li cihê şaxan a Mahab Al-Younis, dema ku xwediyê şaxan ji bo şitlan dayne, dest bi çandina daran dike dest pê dike. Mahab Al-Younis ê ku bi komek zarokan re axê dike tûrikên reş wiha dibêje: “Piştî ku em tovan demek didin sekinandin, dixin nava torbeyên naylon. Heta ku movik didin, derdikevin, mezin dibin û tên dema firotinê em xizmetê ji wan re dikin. Em dûre li ber dezgeha xwe bi awayekî ku kesên ji rê derbas dibin bibînin rêz dikin.”

Mahab Al-Younis, dibêje ku ku li gorî mezinbûn, cure û demsala çandina wan, divê mirov xwedî tecrube be û bal kişand ku di navbera şitlan de yên hêjîr û zeytûnan jî hene.

‘Şînahî û kulîlk hemû trajediyên ku min jiyane bi min didin jibîrkirin’

Baraa Muhamid ê 10 salî jî diyar dike ku bi xebata li kampan xwedî nabin, ji ber wê li cihê şaxan dixebite û wiha didomîne: “Em li ber tavê axê dixin torbeyên naylon, şitlan ji giyayên bi zirar paqij dikin û di demên diyarkirî de av didin. Du caran dûpişkê bi min veda. Ger di demê de mudaxele nekirana dibe ku ez bimriyama lê aliyê wê yê kêfxweş jî heye. Kulîlkên yasemîn, qerenfîl, gul, toprihan, bîberiye û darên xemilandî aramiyê didin mirov. Hemû trajediya ku min li kampan jiyaye, bi min dide jibîrkirin.”

‘Divê dawî li karkeriya zarokan were’

Derûnînas Safaa Al-Mandil, diyar dike ku li Idlibê gelek malbat, bi taybetî yên ji cihên xwe hatine rakirin, ji ber ku bêkar mane û di nava xizaniyê de ne, destûr didin zarokên wan bixebitin. Safaa Al-Mandil, balê dikşîne ku zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar dimînin û ji bo bidawîbûna vê rewşê ev bang kir: “Zarokên ku dixebitin, rastî gelek xeteran tên. Ev xeter bi taybetî di bazara dermanên kîmyewî ku kêzikên bi jehrî û yên weke mar û dûpişkan lê hene, çêdibin. Divê ji bo malbatan di bernameyên ku di warê aborî de bibin alîkar, wan şiyar bike û yên parastina civakî werin pêşxistin. Divê dawî li xebitandina zarokan were û zarok bikaribin perwerdeya xwe bidomînin.”