Yekitiya Cotkaran hewl dide mafên kedkarên jin ên li Qahîreyê biparêze

Kesên ku zêdetir ji krîzan zirarê dibînin cotkarên jin in. Seroka Yekitiya Cotkaran a Semlûtê Henaa Ebd El-Hekîm Mihemed anî ziman ku ew bi xebatên xwe hewl didin mafên kedkarên jin ên li Qahîreyê biparêzin.

ESMA FATIHÎ

Qahîre – Gelek saziyên civaka sivîl û bi taybetî saziyên jinan girîngî didin pirsgirêkên cotkarên jin ji ber ku ew gelekî rastî tundî û kiryaran tên, di rewşên metirsîdar de kar dikin û divê aliyên têkildar destwerdanê bikin.

Seroka Yekitiya Cotkaran a Semlûtê Henaa Ebd El-Hekîm Mihemed ku li parêzgeha El-Minya yekem serok e û li Misirê parastina cotkarên jin dike bal kişand ser tecrubeya piştgiriya yekitiya xwe di erdên çandiniyê de.

Henaa Mihemed a derbarê pirsgirêkên kedkarên jin de bersiv da pirsên ajansa me, gelek kiryarên ku jin rastî wan tên, xizmetên ku yekitî ji wan re pêşkêş dike ragihand û da zanîn ku ji sedî 95 endamên yekitiya wê jin in tenê ji sedî 5 mêr in.

*Hebûna jinekê di rêveberiya Yekitiya Cotkaran de di aliyê civakî de zehmet e. Heta tu gihîşt vê astê çi astengî li pêşiya te derketin?

Bi rastî ew riyeke gelekî zehmet e, yekem astengiya ku li pêşiya min derketin astengiyên civakê bûn, civaka me hebûna jinan di rêveberiyan de qebûl nake, îcar ger di yekitiyeke cotkaran de be rewş xirabtir dibe. Nakokî di navbera rêveberiyên zilam de jî ji ber sedema hebûna min li vir hene ji ber ku dibînin jineke rêveberiyê bike li ser wan xeterê çêdike.

Em gelek caran ji aliyê hevjîn û dayikên wan ve rastî astengiyan hatin, ji ber ku ew pêşketina mêjiyê jinan qebûl nakin. Me ev astengî hemû derbas kirin, yekitiyê destpêkê bi 50 jinan dest pê kir, niha hejmara endamên wê bûye 700 jin.

*Tu weke jineke rêveber di Yekitiya Cotkaran de dixebitî heta niha te çi ji jinan re pêşkêş kiriye?

Jin bi giştî rastî astengiyan tên lê belê jinên cotkar bê şans in, ji ber ku di zagonan de cihê wan tune ye, ev yek dihêle ku ne peymanên kar û ne jî mûçe û awayên parastinê hebin. Her wiha awayê kar ne bi ewle ne, seyareyek biçûk 50 kesan di nav de mêr û zarok hene dibe cihê kar, ev yek dibe sedem ku gelek caran qezayan derbas bikin.

Armanca hebûna yekitiyê ew bû ku jîngeheke kar a guncaw ava bike. Her wiha min kart ji bo biçin cem bijîşkan û bi bihayê guncaw wan derman bikin derxist. Di heman demê de em perwerdeyên zanekirinê jî der barê zagonan de didin wan ji bo jin bêtir tundî û tacîzê û awayên xweparastina ji wan nas bizanibin, me cihek di yekitiyê de ji bo pêşkêşkirina giliyan jî vekiriye.

*Ji sedî 95 endamên yekitiyê jin in çi karî dikin û çi piştgiriyê didin cotkarên jin ên din?

Hejamreke zêde ji wan karkerên koçber in ku ji hemû awayên tundî û kiryaran re vekirî ne, dema ku Yekitiya Cotkaran vebû ew ketin nava ewlehiyê û berê xwe dan yekitiyê ji bo kar bikin. Yekitiya Cotkaran jî ji aliyê xwe ve bi jinan re gelekî alîkar e û piştgiriya wan di her warî de dike, ji bo ku di ewlehiyê de bijîn.

*Em dixwazin bi riya te hinekî din cotkarên jin nas bikin  tu dikarî hinek behsa krîz û serkeftinên wan bikî?

Di hemû krîzan de em dest ji cotkarên xwe yên jin bernadin, komeke jin ku 5 rojan ji heqdestê xwe mehrûm mabûn hatin gel me, em yekser bi xwediyên kar re ketin pêwendiyê û me heqdestê wan stand. Ji ber zehmetiyên jiyanî jî heqdest têra wan nake, vê yekê hişt ku ez piştgiriya jinan bikim, aboriya wan baş bikim û kar ji wan re peyda bikim.

Sinetkirina jinan jî hê berdewam dike, tenduristiya wan bi giştî gelekî zehmet e ji ber ku nikarin xizmetên taybet di dema ducaniyê û di dema anîna zarokan de bibînin, li cihê kar jî serşok tune ne, rê xeter in û ji kar û veguhestina jinan re ne guncaw in. Ji bo jin mafên xwe yên mîras bi dest nexin wan bi xizmên xwe re dizewicînin. Ji girîngtirîn serkeftinên ku ez bînim ziman ew e ku jin li hemberî vê rastiyê disekinin û di yekitiyekê ku wan temsîl dike de dixebitin.

*Yektiyê li ser gelek kirîzên jin pê re rû bi rû tên kar kir. Pêwîstiya cotkarên jin bi çi heye?

Pêwîstiya jinan bi zanekirin û famkirina zagonan heye, bi taybetî zagonên têkildarî çawaniya kar. Her wiha pêwîstiya wan bi pêşxistina rûbirûbûyîna zehmetiyên jiyanî û dîtina çareseriyan ji krîzên aborî û civakî re heye.

Weke mînak, ez ji sala 2000’an ve di karê pêşveçûnê de me û min zû dest bi danûstandina bi rêxistinên civaka sivîl re kir, ez niha yekem seroka Yekitiya Cotkaran li Misrê me. Bêguman gelek zehmetî hebûn lê min bi îsrara xwe ev yek derbas kirin û niha jinên cotkar bi min re ne.