Xwendekara ji Helebce li gel xwendinê bi karê dirûtinê debara xwe dike

Xwendekara ji Helepceyê Îlhan Mihemed li gel xwendina xwe ya zanîngehê li cihê mayina xwendekaran dest bi karê dirûtinê kiriye, ji bo dahata jiyana xwe bike, ji bo heval û kesên din cilan çêdike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Qeyrana aborî û tunebûna derfetan ji bo xwendinê û lêçûna rê wisa kiriye ku jinên ciwan ên xwendekar ji bo debara xwe karên din di ber de bikin. Îlhan Mihemed jî yek ji wan xwendekaran e ji bo bikaribe pêdiviyên xwe pêk bîne salek e li cihê mayîna xwendekaran li Helepçeyê karê dirûtinê dike. Îlhan Mihemed diyar kir ku weke xwestek hewl daye hem bixwîne hem jî karê dirûtinê bike.

Karê xwe û xwendinê bi hev re dimeşîne

Îlhan Mihemed der barê biryara xwe ya xebata li cihê lêmayîna xwendekaran de wiha got: “Ez di pola sêyem a zanîngeha Helepçeyê de dixwînim, li gel xwendinê ez hewl didim ji bo xwe pîşeyek din  hîn bibim. Berê jî min kar ji bo havalên xwe dikir lê belê ji ber ku dûr bûm min nikaribû daxwazên hevalên xwe weke ku dixwestin bi cih bînim. Ji ber wê min biryar da tenê kar ji bo havalên xwe nekim û karê xwe berfireh bikim. Ji ber wê li ser xwestekên xwendekar û havalên xwe min makîneya dirûtinê anî cihê lêmayînê. Ji bo ku pê debara xwe bikim li cihê em lê dimînin ez karê dirûtinê dikim.”

‘Ez cil û bergan ji bo kesûkarên havalên xwe jî didirûm’

Îlham destnîşan kir ku ew ne tenê ji bo xwenekarên ku li cihê lêmayîna xwendekaran dimînin cilan didirû di heman demê de, ji bo her kesê ku dixwaze didirû û wiha got: “Havalên min hebûn qumaş dianîn ji bo xwişk, dayik û kesên nêzîkî xwe min ji wan re cil didirût, ji ber gelek ji karê min hez dikirin û bi dilê wan bû, li gorî şêweyê xwestekên kesan ez cil û bergan didirûm.”

Dixwaze pîşe û xwendina xwe bi hev re bike

Îlham têkildarî pirsa çawa dikare hem xwendin û hem jî karê dirûtinê bi hev re bike de wiha got: “Ji ber xwendina li zanîngehê û karê dirûtinê min gelek jê hez dikir, ji ber wê ez dikaribûm demê ji bo herduyan veqetînim. Gelek kes hatin leza cilên wan hebûn û digotin divê bi lez ji bo min temam bikî, min ji wan re cilên wan temam dikir û piştre min dest bi xwendinê dikir. Peyama min ji bo jinên ciwan ewe ku bala wan li ser çi be di wî warî de ji xwe re pîşeyek çêbikin û ger astengî derkevin pêşberî wan û piştgirî ji bo wan tunebe jî divê xwe pispêrên hêza xwe û li hemberî astengiyan bisekinin.”