Xebata çandiniyê ji bo debara jinên koçber derfetek e

Tevî girîngiya qada çandiniyê wekî derfetek kar ji bo gelek jinên li kampên li bakurê Sûriyeyê jî ew bi neheqî û mûçeyên kêm re rû bi rû ne li gorî mûçeyên mêran.

SUHÊR ÎDLIBÎ
Idlib – Xizanî, şert û mercên dijwar ên jiyanê bû sedem ku jina 30 salî Hiyam El- Huseyîn a ji gundên Cebel El-Zawiyê koçber bûye, di qada çandiniyê ya li dora kampa xwe ya Dêr Hesan de bixebite, da ku zarokên xwe xwedî bike. Hiyam El- Huseyîn dibêje ku nebûna derfetên kar li ber wê ew neçar kiriye ku bi hejmareke jinan re, di çandiniyê de bixebite û karê wan ne domdar e. Hiyam lê zêde dike ku zehmetiya kar û kêmbûna ezmûna wê jê re nebûye asteng ku ew zû fêr bibe da ku pêdiviyên rojane yên zarokên xwe bi dest bixe.
Hiyam rojê zêdetirî deh demjimêran dixebite, ji serê sibehê heya êvarê bênavber dixebite. Karê wê zivirandina axê, rakirina gihayên bi zirar û çinîna sebze, zeytûn û fêkiyan e. Hiyam behsa karê xwe dike û wiha dibêje: "Ez ji karê xwe hez dikim û ew bûye parçeyek ji jiyana min. Dema ku diçim ser erdan, ez xemên xwe ji bîr dikim. Xebata li ser erdan tevî zehmetiyên wê jî ne xirab e."
"Jinên koçber her dem ji hêla kesên xwedan erdên çandiniyê ve tên îstîsmarkirin"
Helîma Kerem a 45 salî ku ji gundê Hezarîn ber bi kampên Qah ve hatiye koçberkirin, gazinan ji mûçeyên kêm ku qet ne li gorî dijwarî û demjimêrên dirêj ên kar in, dike û wiha dibêje: "Divê aliyên pêwendîdar mûçeyên karkeran diyar bikin ku ne li gorî standarda jiyanê ya kêm û lêçûna giran a em xizan û koçber, rû bi rû ne. Jinên koçber û hewcedariya wan a xebatê tim ji hêla kesên xwedan erdên çandiniyê ve tên îstîsmarkirin, ji ber ku em amade ne di bin her şert û mercê de û bi çi meaşek hebe her çend kêm be jî bixebitin, ji ber nebûna derfetên kar."
Helîma Kerem gelek caran daxwaz kir ku mûçeyên wan were zêdekirin lê xwedan erdên çandiniyê wiha bersiva wê dan: "Tu ne mecbûr î ku berdewam bikî, heke ji meaş ne razî bî, tu kengê  bixwazî dikarî dev ji kar berdî." Nebûna derfetên kar Helîma mecbûr dike ku vê yekê qebûl bike û bi mûçeyên kêm bixebite. Helîma li gorî saetên xebatê rojane 20 heya 30 lîreyên Tirk distîne ku ev yek têra kirîna pêdeviyên wê yên rojane nake.
"Jin di aboriya herêmî û gundewarî de tevkariyên girîng dikin"
Li ser girîngiya xebata jinan di warê çandiniyê de, endezyara çandiniyê Şeyma Cimaa wiha dibêje: "Jin di aboriya herêmî û gundewarî de li hemû welatên pêşketî tevkariyên girîng dikin  û rolên wan li welatên cuda, cuda ne. Lê jinên Sûriyeyê yên ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, ji mêran kêmtir xwedî derfetên kar in.
Sektora çandiniyê çavkaniya sereke ya dahata hejmarek mezin ji nifûsê ye, nemaze li bakurê Sûriyeyê û li gorî pisporên Sûriyeyê yên herêmî û pisporên çandiniyê yên Neteweyên Yekbûyî nêzî ji sedî 40 debara jiyana li Sûriyeyê bi çandiniyê ve girêdayî ye.