Tevî zehmetiyan jinên Dêrezorê bi israr in ku çandiniya pembû bidomînin

Tevî kêmbûna çandiniyê bi giştî ji ber kêşeyên ku pê re rû bi rû maye, bi taybetî çandiniya pembû ku pêwîstiya wê bi avdana berdewam heye, jinên gundewarên Dêrezorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi israr in ku çandiniya wê bidomînin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor – Çandiniya pembû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li parêzgehên Hemayê û Helebê beriya şerê Sûriyê gihêştibû derdora 250 hezar hiktarî. Ji ber girîngiya wê li seranserê cîhanê, pembû yek ji berhemên çandiniyê yên stratejîk e li herêmê. Lewma jê re zêrê spî tê gotin. Rêjeya hilberîna pembû ji destpêka şerê li Sûriyê ve kêmbûneke berçav dîtiye. Ji ber şert û mercên derdorê, ji şerê ku bû sedema bêîstiqrariya cotkaran, ji bilî kêmbûna avê ya ji ber nebarana baranê û qutkirina ava çamê Firatê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û bihabûna nirxê tov û dermanan, çandinî pir kêm bû. Pembû di çêkirina cilan û derxistina rûnê tovê wê de tê bikaranîn, lê jinên ku li gundan dijîn ji bo germkirinê ji pembû jî sûd werdigirin û wek sotemeniya tenûrê bikar tînin.

"Rûxmê kêmbûna avê lê ji ber em bi hilberîna wê dijîn em vî karî didomînin"

Cotkara li bajarê Hecînê Sûad El-Ebid diyar kir ku çandina pembû her sal di meha Gulanê de dest pê dike û wiha axivî: "Zêdeyî 40 sal in ez di çandiniya pembû de dixebitim. Mûsimê zivistanê ji ber nebarîna baranê û bihabûna mazot û semadê têk çû. Pêdiviya pembû bi av, semad û dermanan heye, ji ber ku zeviyên li Dêrezorê nebaş in. Tevî ku li herêmê av kêm e jî, lê ji ber ku em ji hilberîna wê dijîn em vî karî didomînin. Yên ku di çandina tovên pembû de dixebitin jin in, ji ber vê yekê em serê sibê zû radibin, karê malê diqedînin û paşê diçin tov diçînin. Em çend saetan li ber tavê dixebitin, em zeviyan cot dikin, giyayên nebaş jê dikin, paşê dest bi çandina tovan dikin, lê em hêvî dikin ku hilberek baş çêbibe ku me vê westandinê ji bîr bikin. Daxwaza min heye ku di warê semad, derman û hemû tiştên ku bi çandiniya pembû ve girêdayî ye, piştgirî bê kirin da ku îsal berevajî sala par berhemeke baş hebe."

"Li gundê me em rêbazê belavkirina tovan bikar tînin"

Sibhiya El-Mihemed jî anî ziman ku hin kes her tovê pembû ji hev cuda diçînin şûna rêbazê belavkirinê û wiha pê de çû: "Lê li gundê me em rêbazê belavkirina tovan bikar tînin, paşê dest bi avdanê dikin û heya ku bê çinîn divê pênc-heft caran were avdan. Dema ku zengilên pembû xuya dikin, em dest bi rijandina semadê dikin da ku mezin bibin û di heman demê de em paqijkirina dora nebatê didomînin."

"Ji ber kêmbûna av û karesteyên çandiniyê em rastî gelek zehmetiyan tên"

Hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Amna El-Salim da zanîn ku ji bajarê Ebû Herdûb heta Baxozê pembûyê ku hatiye çandin digihêje 30 heta 35 hezar donimî û wiha got: " Midûriyet hê jî li ser bazirganiya genim, ceh û projeyên curbecur ên havînê dixebite. Em bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne, ew jî kêmbûna ava çemê Firate ye û her wiha kêmbûna keresteyên ku ji bo piştgiriya çandiniyê tên dayîn. Mûsim ji ber dorpêça li ser me hatiye ferzkirin û kirîza aborî, di metirsiya xerabûnê de ye. Cotkar zeviyên xwe bi bîrên artezan avdidin, lê şorbûna ava wan zirarê dide çandiniyê, ji ber vê yekê zevî bi ava çemê Firatê bên avdan çêtire, lê dewleta tirk zêdetirî salekê av li ser herêmê qur kiriye."