'Tevî krîza aborî jî ez ê dest ji karê xwe bernedim’

Jina bi navê Muşeref Kiliç a li Çewligê diyar kir ku ji ber buhabûnê li tendûrxaneya ku sê jin pê debara xwe dikin qezena wan çênabe, xwest krîza aborî bi dawî bibe û got ku hemû tişt pir zehmet lê ew ê dikana xwe negire û li malê rûnenê.

Çewlig- Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê, roj bi roj kûrtir dibe. Qeyrana heyî û zêdebûna buhayê her tiştî ya hefte li pey hefteyê, bandorê li hemû beşên civakê û bi taybetî jî esnafên ku dahata wan kêm e û dikandarên biçûk dike. Li Çewligê jinên ku bi vekirina tendûrxaneyê debara xwe misoger dikin, hem ji ber bihabûna ar, hem jî daran zehmetiyan dikşînin.

Yek ji wan jî Muşeref Kiliç e da zanîn ku 10 sal in bi çêkirina nanê tenûrê debara xwedike û wiha got: “5 sal in li dikanên cuda û 5 sal in jî li dikana xwe dixebitim. Dema min vê dikanê vekir, ji tu kesê piştgirî negirt. Min gelek zehmetî kişandin lê tevî her tiştî jî min dikana xwe vekir.”

'Dahata me têra lêçûnên me nake'

Muşerref Kiliç, diyar kir ku di dikana xwe de bi 3 jinan re dixebite û wiha axivî: “Em di tenûran de nanê herêmî yên vê derê çêdikin û difiroşin. Em serê sibê saet di 7'an de tên û êvarê jî di saet 7'ê de diçin. Ango di rojê de bi giştî 12 saetan li ber tenûrê di nava germê de dixebitin. Tevî hemû xebata me  jî buhabûna zêde bandorek pir xerab li me kir. Em dixebitin lê tu qezencek me nîn e. Dahata me ne têra lêçûna me dike û ne jî debara me ya rojane.”

'Malbatên ku nikarin têra xwe nan bikirin hene'

Muşerref Kiliç, destnîşan kir ku ji ber buhabûnê nikarin heqê keda xwe bi dest bixin û wiha got:

“Pir caran em nikarin kirêyên xwe bidin. Em bi westandina xwe re dimînin. Her roj ji bo ar û daran buhabûn çêdibe. Ma buhabûn tê, em jî neçar dimînin buhayê nan zêde bikin. Em û mişteriyên me jî di rewşeke pir zehmet de ne. Malbatên ku dema TL yek jî zêde dibe bêyî nan bikirin vedigerin malên xwe yan jî tevî nifûsa li malê jî hejmara nanê xwe kêm dibin hene. Em nanê ku berê 4 TL bû, niha bi 10 TL’yan difiroşin. Nanê me yê herî erzan 8 TL ye. Wekî min got, em bêyî piştgirî ji kesek bigrin vî karî dikin. Dema bi vî awayî dibe, pereyê ku em qezenc dikin têra lêçûnên me nake. Keda me jî bi vî awayî li holê dimîne.”

'Ez dikana xwe nagirim û li malê rûnanim’

Mûşerref Kiliç, da zanîn ku bi saetan xebitin lê nikarin qezenc bikin û wiha axivî: “Ji vê zêdetir xerabtir û bi êştir çi heye? Divê demildest mudaxeleyî vê rewşê bikin. Divê dawî li van buhabûnan bê anîn û bihayê berheman bê kêmkirin.” Muşerref Kiliç, diyar kir ku tevî zehmetiyan tendûrxaneya ku bi kedek mezin vekiriye, hem ji bo xwe û hem jî ji bo jinên din ên dixebitin dê negire û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Her tişt pir zehmet e lê ez ê dikana xwe negirim. Ez ê tevî van hemû tiştan jî bê navber têbikoşim. Li dijî van buhabûnan û li dijî bênirxbûna kedê jî li ber xwe bidim.

Ew encax dizanin bixwin, tiştekî din nizanin.  Bila dawî li van buhabûnan bînin. Ez çima dikana xwe bigrim? Bila ew çareseriyek ji vê qeyranê re bibînin. Ez li vir im û xebata xwe berdewam dikim.”