‘Têkiliya bi axê re min gelek kêfxweş dike’

Alev Yilmaz a ku piştî bîst û sê salan vegeriya gundê xwe û dest bi hilberînê kir, armanc dike ku karê xwe yê bi 4 çêlekan dest pê kiriye bi pêş bixe û çewlikek veke. Alev Yilmaz fikra xwe ya avakirina kooperatîfê jî parve kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş - Bi zêdebûna qeyrana aborî re şert û mercên jiyanê yên li bajaran roj bi roj zehmetir dibin, hejmara kesên xizan û bêkar jî zêde dibe. Malbatên ku di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên şer neçar mane axa xwe biterikînin, hewl didin ji nû ve bi vegera gundên xwe jiyane biafirînin. Yek ji navên ku vedigere gundê xwe Alev Yilmaz e. Alev Yilmaz a ku li Gundê Emera yê navçeya Gimgima Mûşê ye, li gundê ku 23 salan jê dûr ma, niha li ser bingeha hilberînê jiyana nû ava dike.

Piştî hesreta 23 salan vegeriya gundê xwe

Alev Yilmaz destnîşan kir ku di sala 2000'î de neçar maye ji gundê xwe koçber bibe, dibejê ku piştî hesreta 23 salan vegeriyaye axa ku lê ji dayik bûye. Alev Yilmaz da zanîn ku dema destpêkê vegeriya gundê xwe çar çêlek ji bo xwe kirîne û bi şîrê wan penir û rûn çêkiriye û wiha got: “Li metropolan bi her awayî jiyan gelek zor e. Jiyana gund jî zoriyên wê hene lê belê ev der axa me ye.” 

Bi çar çêlekan debara xwe ya aborî dike

Alev Yilmaz da zanîn ku bi vegera gund ji bo jiyana xwe de dest kar kiriye û wiha got: “Min çar çêlek kirîn û dest bi xwedîkirina wan kir. Ez dixwazim vê karê xwe mezin bikim, çewlikek ava bikim. Li Metropolan kesên ku neçar in bi meheneya herî kêm bijîn ger derfetên wan ên vegera gund hebin bila vegerin. Ji ber lı çiqas li vê derê jiyan zehmet be jî gelek xweş e û têkoşîn çiqas zor be zêdetir bi kêf e. Ez li vê derê me û dixwazim heta gundê li vê derê bim. Ez dixwazim ji bo xaka xwe bi fayde bim û li vê derê hilberînê bikim.”

Biryara wê cesaret da gelek jinan

Alev Yilmaz destnîşan kir ku bi vegera gund re gelek hevalên wê heman biryarê girtin û wiha got: “Dema ez vegeriyam vê derê min gelek zehmetî kişand lê belê min gav şûnde neavêt û li ber xwe da. Gelek hevalên min ên weke min vegeriyan gundên xwe. Hevalên min hinek ji wan karê mêşvaniyê û hinek jî karê lawirvaniyê dikin. Ger jin bixwazin dikarin hemû karan bikin, bila kes rê li pêşiya wan negire.”

‘Xeyala min ew e ku ez çewlik û koparatîfê ava bikim’

Alev Yilmaz wiha behsa kêfxweşiya xwe ya ku dema bi axê re mijûl dibe kir: “Li vê derê ez kêfxweş im û hilberin jî kêfxweşiyek hîn mezintir dide min. Piranî ez rûn difiroşim. Ez bi xwe hildiberînim û ew pereyê ku ji hilberînê qezenc dikim xerc dikim. Ez dixwazim karê xwe mezin bikim, li gund xeyalên min ên kooparatîfê hene û ez dixwazim destpêkê çewlikek ava bikim. Dixwazim hejmara lawirên xwe zêde bikim, di vê wateyê de ez piştgiriyê dixwazim. Ger jinên ku weke min dixwazin ji bajar vegerin gundê xwe hebin, ez bang li wan dikim, bila werin, em bi hev re hilberînin.”