Talîban nahêle jin di pêşangehan de berhemên xwe bifiroşin

Jinên Efgan ên ku ji bo bidestxistina dahata aborî beşdarî pêşangehên li Kabîlê dibin rastî zextên Talîbanê tên. Jinên ku dixwazin berhemên xwe pêşkêş bikin gotin ku ew ê li dijî zextên Talîbanê serê xwe netewînin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Jinên ku bi berhemên xwe yên destan beşdarî pêşangeha ku di navbera 13-20'ê Mijdarê de li Kabîla Efganistanê hat vekirin bûn, ji aliyê Talîbanê ve rastî gelek zextan hatin. Tevî ku jinan hewl dan berhemên xwe tevî kontrola zêde ya Talîbanê de bifroşin jî encama ku dixwestin bi ser nexistin. Yek ji wan jinan Nilofar Fekhrî ji ajansa me re axivî.

Nilofar Fakhrî diyar kir ku ew cil û bergên jinên Efganî çêdike û got: “Ez qet neçûm dibistanê tenê bi karê malê û xwedîkirina zarokan re eleqedar bûm. Hevjînê min di nava malbata me ya şeş kesan de tenê kar dike. Gava ew nexweş ket, min qursek girt û fêrî terzîtiyê bûm. Ez hatim Kabîlê da ku ji bo jinên taxa xwe berhemên xwe bifiroşim lê ji aliyê Talîbanê ve em rastî zextên mezin hatin."

'Jin hatin binçavkirin'

Nilofar Fakhrî bal kişand ser zehmetiyên ku di pêşangehê de dîtiye û wiha got: "Di pêşangehê de 2 jinên firoşkar ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin. Van jinan berhemên xwarinê difirotin. Destûr nedan mêr bikevin pêşangehê. Jinan bertek nîşanî vê rewşê dan. Ji ber ku di hemû pêşangehên di bin desthilatdariya Talîbanê de tên lidarxistin de, tenê kiriyar mêr in. Du firoşkarên jin ji mêran re destûr xwestin ku beşdarî pêşangehê bibin. Jinan anîn ziman ku di vê pêvajoyê de firotina wan tune ye û nikarin lêçûnên xwe yên di vê pêvajoyê de pêk bînin. Jinên li ofîsa Talîbanê hatin û hemû tiştên her du jinên xwepêşander kom kirin û gotin ku ew dikarin di dawiya pêşangehê de wan bigrin. Lê belê, piştî çend demjimêran dîsa destûr hat dayîn ku beşdarî pêşangehê bibin. Di dema dûrbûna wan de çi hat serê wan, ez tam nizanim. Lê yek ji jinên ku vegeriyane ji aliyê derûnî ve nebaş bû."

'Armanc ew e ku jin neyên dîtin'

Nilofar Fakhrî anî ziman ku piştî hatina Talîbanê di her pêşangehê de pirsgirêk derdikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê vê carê jin rastî derbên aborî hatin û neçar man hemû tiştên xwe bi mezadê bidin. Hinek jinan ji ber ku nikarin dahata aborî bi dest bixin biryar dan ku êdî beşdarî bernameyên wiha nebin. Lê em çiqasî bindest bin jî em ê dev jê bernedin. Ji ber ku dibistan û zanîngeh girtin, nahêlin jin biçin rêwîtiyê. Ji ber vê yekê yekane tişta ku destûr ji me re tê dayîn beşdarbûna van pêşangehan e û sedema ku ewqas xerab tevdigerin jî ew e ku em jin li vir nêyên dîtin. Divê em teslîmî rewş û daxwazên Talîbanê nebin.”