Bi projeya xwe ya çêkirina nanê tenûrê debara malbatên xwe dikin

Ji ber şert û mercên dijwar ên aborî, jinên bi navê Sijûd û Rexda Qidêh hewl didin bi projeya xwe ya çêkirina nanê tenûrê debara malbatên xwe bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Li Xezayê ji ber şert û mercên dijwar ên aborî, Sijûd û Rexda Qidêh hewl didin bi projeya xwe ya çêkirina nanê tenûrê debara malbatên xwe bikin.

"Ev ne karekî bi qezenc e lê barê xirabûna rewşa aborî li ser me hinekî sivik dike"

Sijûd Qidêh a 40 salî diyar kir ku her çend ew pir diwestin jî bi vê yekê debara malbata xwe dikin û wiha got: "Gelek kes nanê tenûrê dikirin ji ber ku nanê tenûrê ji nanên din zêdetir tê hezkirin. Ew ne karekî bi qezenc e lê barê xirabûna rewşa aborî li ser me hinekî sivik dike. Nanê tenûrê beşek ji mîrata Filistînê ye. Em rewşa aborî ya gel li ber çavan digrin ji ber wê em nanê xwe pir buha nafiroşin. Tiştê ku em çêdikin bi riya rûpela xwe ya medyaya dijîtal a ku bi qasî salek berê di bin navê Nanê Tenûrê û Beledî de me çêkiribû, derdixin pêş. Her çend ez mezûna zanîngehê me jî tu kar bi destê min neket. Em her roj danê sibeyê dest bi çêkirina nan dikin. Em rojane dikarin 200 nan çêbikin."

"Ez hewl didim bigihîjim xewna xwe û nanpêjxaneyek ava bikim"

Rexda Qidêh a 31 salî da zanîn ku çêkirina nanê tenûrê bi taybetî di heyama havînê de zor û dijwar e û wiha got: "Dema ku ez hewl didim agir vêxim, dûmana agir çavên min diêşîne. Ez hewl didim bigihîjim xewna xwe. Xewna min ew e ku nanpêjxaneyek ku mîras bimîne ava bikim, da ku gelek kes bikaribin debara xwe baştir bikin."