Semîre Mihemed bi karê çayxane debara xwe dike

Semîre Mihemed yek ji wan jinan e ku tevî astengiyên civakî û kevneşopî, weke jinek bi biryar dest ji hêza xwe bernedaye û niha jî karê çayxaneyek seyar heye û bi karê çayê debara xwe dike.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Qeyaran darayî û nebûna aboriyek baş rewşa jiyanê giran kiriye û derfetê kar kêm kiriye. Semîre Mihemed jinek xelkê bajarê Silêmaniye û ev nêzî 3 sal e dest bi karê çayê kiriye, li ber deriyê mizgefta giştî ya bajarê Silêmanî dezgeha xwe ya çayê vekiriye û her şev kar dike.

‘Ez tenê şevan dikarim kar bikim’

Semîre Mihemed berê bi daran xwarin çêdikir û difirot, lê piştî hevjinê wê jiyana xwe ji dest da ev nêzî 3 sal e li ber deriyê mizgefta mezin ya Silêmanî dest bi karê çay firotinê kiriye, wiha behsa karê xwe dike: “Rojê ez nikarim karê çayê bikim, şevane nêzî 10 saetan kar dikim. Saet 5’ê êvarê têm û heta saet 3:00’ê ez dixebitim, her çendî ez fermanber im jî lê belê dahata jiyanê gelek giran bûye, ji ber wê min dest bi karê çay firotinê kir û ez bi vê yekê dikarim dahata jiyana xwe û zarokên xwe dabîn bikim.”

Ji derveyî zarokên xwe, zarokê din jî xwedî dike

Semîre Mihemed diyar kir ku ji derveyî zarokên xwe zarokên bê xwedî jî xwedî dike û tu cûdahî naxe di navbera zarokên xwe û ew zarokên bê xwedî de û ji ber wê 7 zarokên din yên bê xwedî û li gel zarokên xwe dahata jiyana wan dabîn dike.

Di werza zivîstanê de kar zehmettir dibe

Semîra Mihemed diyar kir ku kar li gora werzan tê guhertin û wiha got: “Werza havînan ji bo me gelek baştir e ji bo kar ji ber em dikarin li cihên wisa kar bikin, ji ber di werza havînan de heta saet 7:30’ê siharê dimînin û tu pirsgirêk ji min re çênabe. Çayxane dema ku li cihê giştî qerebalix be xelk gelek tên çayê tam dikin.”

‘Ez xwarinên ku di zivistanê de tên xwarin çêdikim’

Semîre Mihemed dibêje ku ew gelek ji karê xwe hez dike û wiha didomîne: “Çi karê ku bikin divê ew kar gelek xweş be, ez gelek ji karê xwe hez dikim, ger ew daxwaz û hezkirina min ya ji bo karê min nabûye, min nedikarî heta niha berdewam bikim, di plana min de heye ku ez li kêleka çayxaneya xwe xwarinan jî amade bikin, ji ber her karê ku jin bike baştir e ji ber jin zêdetir giringî dide tama xwarinê û karên paqijtir dikin.”

‘Nabe çand ji bo kar bibe astengî’

Semîra Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez weke jinek xwedî kar guhê xwe nadin tu astengiyan û karê xwe bi xwe dikim, hêviya min ji jinan ewe ku dest bi karê xwe bikin û bi xwe xwe li ser lingê xwe bigrin û pişta xwe bide xwe. Çavê wan nemîne ber destê kesê û bi ked û westandina xwe karê xwe bikin. Her çendî di civaka mede ji ber kevneşopî û çandê hinek kar taybet ji bo mêran hatine diyarkirine, yek ji wan jî çayxaneye, tu cûdahî di nava karê mêr û jinan de nine ger kesek armancên wan hebe dikarin bibin xwedî karê xwe, raste hinek kar giranin lê belê nabe ku mirov dest jê berde divê mirov hewil bide ku serbixw e.”