Saziya ‘Tu Dikarî’ ya li Sûdanê ji bo xurtkirina aboriya jinan dixebite

Di dirûşma ‘Jina bi hêz Sûdana bi hêz e’ Endamên saziya ‘Tu Dikarî’ ya civakî li ser perwerde, amadekirin û xurtkirina jinan di warê aborî de kar dike, her wiha hewl dide ji bo bihêzkirina jinan a di qada aborî de guhertinan pêk bîne.

MEYSA El-QAZÎ

Xertûm - Saziya ‘Tu Dikarî’ ya civakî, yek ji platformên jinan li Sûdanê ye ku li ser perwerdekirin û pêşxistina jinan kar dike da ku ji bikaribin di qadên aborî de kar bikin û xwe bihêz bikin.

Damezrînera Saziya ‘Tu dikarî’ Munteha Abdullah diyar kir ku armanca saziyê xurtkirina beşdarbûna jinê ya di hemu qadan de ye û got: “Sûdan welatekî pir çandî ye, pêdiviyên jinan tê de cuda ne, gelek jin di warê aborî, tendrûstî û zanistî de hejar in. Lewma em hewil didin jinan perwerde bikin da ku wan xurt bikin projeyên xwe pêşbixin û jin bikaribin têkevin bazara kar û tê de xebat bikin.”

Ji bo jinan derfetên ewle

Ji bilî perwerdeya pîşesazî, Saziya ‘Tu dikarî’ derfetên kar jî ji bo jinan pêşkêş dike, bi şîrketên projeyên mezin û biçûk hembêz dike hevkar dibe. Der barê bernameyên saziyê jî Muntehe Abdullah wiha axivî: “Me bernameya ‘Piştgiriya wê bike’ da destpêkirin ji bo derfetên kar ji jinan re amade bike. Di warê aborî de jin bi xurtî perwerde kirin, bi riya bernameyan em alîkariya jinan dikin ku projeyên xwe pêş bixin. Dema konseptên projeyên perwerdekarên jin nêzî hev bin em tevlî hev dikin. Benameya me dîtir jî bi navê ‘Dawayê’ ye, derfetên kar pêşkêş dike û gelek pirsgirêkên civakî dema kar bi jinan re rûdidin çareser dike.”

Berfirehkirina piştgiriya jinan

Munteha Abdullah a xebatên saziyê nirxand da zanîn ku ji bername û jinên ji derveyî Sûdanê jî ji çalakiyên saziyê bêpar nemane, wiha got: “Endamên saziyê kar kirin ku beşdariya siyasî li herêma Merwî xurt bikin, ew herêmek rastî paşguhxistina bi plan tê wisa di navbera jinên vê herêmê û herêmên dîtir de valahiyek mezin çêdibe. Rûxmê zextên li ser jinên herêma Merwî ku nikarin ji mal derkevin û tevlî çalakiyên saziyê bibin, armanca me ew e ku em bi 350 jinan re kar bikin, lê belê zêdetirî hezar û 800 jin beşdarî çalakiyên me bûn û di taxan de komele ava kirin.”

Li Sûdanê rewşa xirab a ewlekarî û siyasî

Munteha Abdullah da xuyakirin ku rewşa ewlekarî û siyasî li Sûdanê xirab e û ev yek ji astengiyên herî mezin li pêş wan e. Munteha Abdullah anî ziman ku rewşa heyî ya li Sûdanê bandorê li rewşa aborî ya jinan jî dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber nebûna ewlekariyê jin nikarin xwe bighêjînin saziya ‘Tu dikarî’ ku ji bernameyên wan sûdê bigire. Rewşa aborî ya nebaş jî bandorê li ser bihayê tiştan dike û nahêle ew bikaribin made û alavên pêwîst ji bo kar amade bikin, gelek jin jî wisa nikarin têkevin bazara kar.”

Munteha Abdullah a got ku “Gelek astengî li pêş jinan hene” bal kişand li ser pêsitiya hişyarkirina jinan a xwe gihandina mafên xwe yên aborî û wiha got: “Jin negihiştine asta zanebûna ku mafê wan a beşdarbûna xebatan.” Munteha Abdullah di dawiya axaftina xwe anî ziman ku armanca wan ew e ku ji bo Sûdanê guhertinên rast di hêla mafên jinan û bihêzkirina beşdarbûna wan a qada aborî de pêk bînin.