Safranê ku dihilbirîne bi rêya medyaya dîjîtal bêyî navbeynkar difroşe.

Esmer Elî Abadî ku li Xorasanê safrana bi navê “Zêrê Sor” dihilbirîne û li ser medyaya dîjîtal difiroşe got:“Berhemên me bê navbeynkar û bi awayekî adil digihêjin raya giştî. Bi vî awayî hem cotkar hem jî mezêxer razî dibin.”

XORASAN LI SÛYDE

Xorasan- Îran welatê herî mezin ê safranê di cîhanê de dihilbirîne ye. Parêzgeha Xorasanê jî di berhemanîna zafran de herêma sereke û herî girîng e. Ji bo çandina safranê ku biharateke hêja ye zêde av hewce nake. Çandinî, çinîn û veguhestina wê jî ne buha ye. Çandiniya Safranê ku ji mêj ve li Xorasanê belav bûye, ji bo gundiyan jî çavkaniya herî girîng a debarê ye. Binesaziya hinardekirina zafranê ku xwedî hêzeke mezin a dahata biyanî ye û nebûna pêşketina teknolojîk, rêveberiya xirab û xemsariya saziyan bandoreke neyînî li cotkaran dike.

Jin di her merheleya hilberîna safranê de cih digirin

Ev çend roj in li Xorasanê qonaxa çandina safran dest pê kiriye. Jin di hemû qonaxên tovkirin, çinîn, paqijkirin û pakkirina safran de cih digirin. Her yek ji jinan li gorî jêhatîbûna xwe di qonaxên cuda yên hilberîna safran de cih digire. Jin beriya ku pîvazê safranê di bin axê de biçînin, paqij dikin û dezenfekte dikin, ji bo çandiniyê jî erdê amade dikin û piştî çêkirina şirikan pîvazan diçînin. Piştî nêzî 7 salan dîsa pîvaz ji axê ji aliyê jinan ve tên kişandin. Ligel pêşketinên teknolojiyê jî li piraniya gundan bi rêbazên kevneşopî safran tê çandin. Hilberîna safran hîna jî keda mirovî hewce dike.

Jin heqê keda xwe nagirin

Jinên ku bi kedeke mezin berhemên xwe diçînin, hem bi mûçeyên kêm li çewlikan de dixebitin û hem jî neçar in ku piraniya debara xwe bidin navbeynkar. Ev çend sal in, jinan navbeynkar ji navberê derxistine û hilberînê xwe li ser medyaya dîjîtal bê difroşin. Yek ji van jinan esmer Alî Abadî ye.

'Berhem du sal berê ji navbeynkar re dihat firotin'

Yek ji jinên ku me li gundê Safran ê Xorasanê li zeviya sefranê nas kir Esmer Elî Abadî jî got ku ew ji çandin û çinîna safran hez dike.  Esmer Alî Abadî diyar kir ku rengê binefşî yê zeviyê aramiyek cuda dide. Esmer Elî Abadî, anî ziman ku zafranê ku 2 sal berê çandine difiroşin navbeynkaran Her wiha diyar kir ku ew însiyatîfên ji bo firotina berhemên ku çêdikin dikin. Esmer Elî Abadî anî ziman ku bavê wê di serî de li dijî vê fikrê derketiye û xwestiye pêşiya vê yekê bigire û got: "Bavê min li dijî karê min bû û nedixwest bikeve rîskê, lê di dawiyê de min karî wî razî bikim."

'Berhemên me bê navbeynkar û bi edalet digihêjin raya giştî'

Esmer Elî Abadî anî ziman ku ew dikare bi rêya medyaya dîjîtal kanaleke dabînkirinê ya rasterast ava bike û wiha gotinê xwe domand: “Min bi keda xwe karî safran mezin bikim û mişteriyan têr bikim. Carinan pêdiviya ji bo safranê ew qas zêde dibe ku mişteriyên me ji bo çinîna paşîn berê didin. Ji ber ku bihayên me bê navbeynkar û bi awayekî adil digihêjin raya giştî. Bi vî awayî hem cotkar û hem jî mezêxer razî ne û daxwaz jî ewqas zêde bûye ku ez jî di vê medyaya dîjîtal de safranê xizmên xwe difiroşim.”