Rexda ya koçber bi xwedîkirina mêşên hingiv debara xwe dike

Rexda Şêx Salih a ku ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ji gundê Erîşa ya girêdayî Til Temirê koç bûye, li Hola Dêra Meryem El-Ezra ya hilweşiyayî dijî, bi xwedîkirina mêşên hingiv û çandina fûlan debara xwe dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Koçberî ne tiştekî hêsan e. Mirovên koçber dibin hemû bîranîn, xewn û xeyalên xwe yê zarokatiyê li pêy xwe dihêlin, bi xem û carnan jî bi hêvî  û berxwedanê rojên vegera gundê xwe dirêsin. Mirov dema ku koçber dibe, nayê wê wateyê ku xwe ji mirinê re teslîm kiriye, lê belê dest bi jiyanekê nû û berxwedanekê demdirêj û têkoşîneke dagirtî dike. Malbata Rexda Şêx Salih a ji gundê Erîşa ya girêdayî Til Temirê, beriya du sal û 6 mehan koç bûye li gundê Til Nesrî ya li başûrî navçeyê dikeve. Rexda tevî hevjîn, 2 keç û 4 lawên xwe li Hola Dêra Meryem El-Ezra de dijîn. Ji her dêrekê re, holek heye ku tê de rê û resmên ola xirîstiyan pêk tînin. Lê ev hol û dêra gund di Nîsana 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di roja cejneke gelê aşûr de hate teqandin. Piştî ku hola dêrê zirar dît, di Cotmeha 2019'an de ji aliyê çend malbatên ku neçarî kobçeriyê bûye, hate çêkirin. Hol kirine du alî û li her dû alî jî malbatên koçber dijîn. Di êşa koçberiyê de, aşûriyan hembêz û gundê xwe ji koçberan re vekirin û gihişt astekê ku di hola dêrê de jî bijîn. Hevgirtina netewan di rojên zehmetiyê de xuya dibe. Ji bo ku em çîroka Rexda Şêx Salih nas bikin, me serdana wan kir û nêrîna wê girt.

Dagirker û çeteyan wan neçarî koçberiyê kirin

Rexda Şêx Salih bi dilekî şewat û hesreta dîtin û vegera gundê xwe çend kêliyên ku li gund jiyan kiribû wiha anî ziman: "Li gundê me jiyan pir xweş bû. Em li ser axa xwe û di hembêza gundê xwe de wekî padîşaha bûn. Her tişt li vir hebû, pêwîstiya me bi tiştekî nebû. Li şûna pez û çêlekan, 58 kewarê me yê mêşên hêngiv hebûn ku me wan xwedî dikir. Min û hevjînê xwe 12 salan mêş xwedî dikir, hêngiv derdixist û difrot û ji bo cîranan jî belav dikir. Lê piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker dest pê kir, rewşa me bi temamî hate guhertin. Êşa koçberiyê zor e, ya ku mala xwe terikand û lawirên xwe li pêy xwe hiştin û yên ku miriyên xwe di goran de hiştin, hebûn. Destpêkê de me niyet nekir ku em ji gund derkevin. Lê piştî ku êrîş dijwar bû û top bi ser me de dibariyan em neçarî kobçeriyê bûn. Piştî koçberiyê, em du mehan li gundê Esfûriyê man û piştre em hatin li hola dêrê bicih bûn. Di wan rojên zehmet ê zivistanê de ev hol ji me re bû strageh."

Li kêleka xwedîkirina mêşên hêngiv, çandina fûl û sîran

Rexda da zanîn ku rûniştin û destdayina li ber rûyê xwe encamekê nayne, ji ber wê jî ew dest bi kar kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku hevjînê min fêrî xwedîkirina mêşan bûye û ez jê bandor bûme û em bi hev re dixebitin. Kewarek mêşê hingiv anî ku em xwedî dikin niha. Lê ew 58 kewarê mêşan ê li gundê me, ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn. Li kêleka xwedîkirina mêşan min fûl, nehneh û sîr çandin ji bo em malê bikar bînin û pêwîstiyên xwe bicih bînin. Cihê vala û av jî hebû, ev tişt alîkarî da me ku em hinek nebatên xwarinê biçînin û jê sûdê werbigrin. Çandina fûlan jî ne tenê ji bo xwarinê ye, lê belê ji bo mêşan e jî."

"Li herêmên dagirkirî ewlehî tune ye"

Rexda da payîn ku wê hewl nedaye ku vegere gundê xwe, ji ber ku dizane çi li benda wê ye û wiha pêl da gotina xwe: "Çavê me li rêya vegera gund qerimîne û guhê me her li benda mizgîniya rizgarkirinê ye ku em bi dilekî rihet bêyî tirs vegerin gundê xwe. Min tu car hewl nedaye ku ez dîsa vegerim gund, ya din ez ê çawa herim û rêya min ne ewle ye? Ger rêya gund bi ewle ba, çeteyên dewleta tirk ew der vala kiriban bê gûman em ê bêyî hizirandin vegeriyabana. Lê belê bi hebûna dagirker û çeteyan em nikarin vegerin. Em newêrin herin gund, em nizanin ku çi li gund piştî kobçeriya me qawimî ye jî. Bi tena serê xwe ez nikarim gavekê jî ber bi herêmên dagirkirî de bavêjim. Gelek mirovên gund, dema ku vegeriyan malê xwe binêrin, yê ku bi mayina hate qetilkirin yê din jî bi topên dewleta tirk û çeteyên wan bû. Li herêmên dagirkirî ewlehî tune ye."

"Jiyan ranaweste, em ê jî ber xwe bidin"

Rexda bi vê hêviyê dawî li axaftina xwe anî: "Di vê xulukê de bêjin dagirkerên tirk û çeteyên wan têk çûne û gund rizgar bûye ez ê vegerim. Lê bi hebûna wan tu hêviyên min yê vegerê tune ye. Ev ne gotina min tenê ye, lê belê gotina hemû mirovên ku koç bûne ye. Her kes ji koçberiyê westiya û di her kêliyê de daxwaza vegerê dikin û dibêjin. Herî kêm em dizanin ku em li ser axa xwe ne û di malên xwe de ne. Ez li konekî jî vegerim û têde bijîm, ez qebûl dikim wiha jî bimînin; lê bi şerta ku dagirker derkevin. Jiyan ranaweste, em ê jî ber xwe bidin."