“Gel nan pêyda nake, lê hikûmet di şer de israr dike”

Gel ji ber zêdebûna qeyrana aborî ku nikarin nan bînin malên xwe gilî dikin. Jinên ku diyar kirin hikûmet li hemberî têkoşîna gel a di nava xizaniyê de bê çareserî tevdigere, bal kişandin ku dahata ku ji gel re nayê dayîn ji bo şer tê xerckirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Dema qeyrana aborî ya di pêvajoya dawî de tê jiyîn pişta gel xwar dike, hikûmeta ku tiştên tên jiyîn jî nedîtî vê tê, der barê bihabûna zêde dibe de  mudaxeleyêk nake. Gelê ku bertêk nîşanî li welatê ku rêjeya xizanbûyîn roj bi roj zêde dibe de  pêkanîna operasyonên dersînor didin, diyar kir ku dema mirovan nanê ku bixon nabînin, dewlet bê navber ji bo malzemeyên şer pere xerc dike. Jinên ku rewşa tê jiyîn nirxandin, diyar kirin ku divê hikûmet beriya şer li gel bifikire.

“Mirovan nikarin nan bibin malên xwe”

Gulistan Sonuk a beşdarî mîtînga HDP'ê ya "Çareserî em in ji şer û mêtingeriyê re na" bû, diyar kir ku mirovan ji ber bihabûna zêdedibe nikarîn nan jî bîbin malên xwe. Gulistan Sonuk a diyar kir ku mirovan ji bo nan an jî rûnê erzan bikirin bi saetan di rêzên dirêj de disekinin, wiha got: “Mirovan ji bo ku mûçeyên wan hîn baştir bibe, dikarin ji demjimêrên normal zêdetir mesaî bikin. Lê tevî vê yekê jî mirov nikarin debara xwe bikin.”

“Polîtîkaya şer a hikûmetê ji gel re pêşerojek wad nake”

Gulistan sonuk, diyar kir ku dema rastiya xizaniya gel di holê de ye, hikûmet ji çareseriyê zêdetir di polîtîkayên şer de israr dike û wiha axivî: “Operasyonên dersînor û ji Rojavayê re gef êrîş mijara gotine ye. Di warê çareserkirina pirsgirêkên gel ya jiyanî de tu wad û pratika hikûmeta heyî nîne. Tenê ji bo dirêjkirina temena desthilatdariya xwe polîtîkaya şer dimeşîne. Hewl dide di nava gelan de benbendî çêbike û dengên beşa neteweperestan bigre. Ev hikûmet ji ciwanan, jinan û gelan re tu pêşerojêk wad nake. Hundirê vê hikûmetê xirabûye û hikûmet xwe tenê li ser siyaseta şer diafirinê.

“Em ji bo li dijî zilm û kedxwarî biseknin, li vir in”

Zeynep Kuloglu ya dest nîşan kir qeyran di salên dawî de di aliyê civakî de pirsgirikên mezin ava dike, diyar kir ku zehmetiyên debarê yên mirovan dijîn û peyda nekirina kar ya ciwanan tenê çend mînakên vê rewşê ne. Zeynep Kuloglu destnîşan kir ku hin mirovan tevî ku rastiyan dibînin jî derewên “aborî pir baş e” dikin, anî zanîn ku ji bilî hikûmetê her kes baş dizane ku aborî çiqas xirab e. Zeynep Kuloglu a diyar kir ku ew li dijî qeyrana tê jiyîn li cem hev sekînin û bi  qîrkirine beşdarî mîtînga HDP’ê bûn, wiha got, “Em li dijî her cure zext, kedxwarî û neheqiyê ne.”

“Dema welat di vî rewşê de be, ji şer re pere xerckirin bêwate ye”

Zeynep Kuloglu diyar kir tevî ku qeyrana zêdedibe jî daxwaza dewletê ya şerekî bi vî rengî û operasyon pêktinê re wate nadin, axaftina wiha berdewam kir: “Dema ku gel ewqas xizanê, dewlet çima şer dixwaze? Dewlet alîgir e ku mirov ji nişka ve tûne bibin e. Ne gelê xwe, berjewendiyên xwe difikire. Ev şer ji bo berjewendiyan tê kirin. Rewşa Tirkiyeyê ya pêvajoyên dawî me hemûyan xemgîn dike. Ji ber vê yekê divê ji şer re bêjin êdî bes e. Rewşeke pir xirabe ku ciwanên me ew qas di nava bêkariyê de ne û dema welat di nav xizaniyê de jî şer re pere bê xerckirin. Em ji şer re dibêjin na. Em dixwazin mirov karibin ji ber başbûna sosyo-aborî bi rihetî debara xwe bikin. Em beriya wan aştî û wekheviyê dixwazin. Em jiyanek wekhev û mafên xwe dixwazin.”