Rûxmê êrişan jin bi kargeha hirî ji bo debara xwe dixebitin

Endamên ku di Kargeha Hirî a li gundê Mideyîna a rojavayê navçeya Til Temirê dikeve dixebitin gotin ku ew ruxmî hemû cûreyên êrîş û koçberiya heyî, li ser axa xwe li ber xwe didin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Êrîşên dewleta Tirk li ser gundewarên navçeya Til Temir a girêdayî Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi çar saliya xwe ve diçe ligel gelek jin, zarok û mêr ango welatiyên vê axê hatin qetilkirin û parçeyên laşê xwe wendakirin, lê xebatên avakirinê jî didomin.

Jinên nahêlin jiyan ligel dagirkeriyê raweste, bi derfetên kesayetî ji aliyê welatiyekî ji Parêzgeha Hema yê lê li herêmê dijî, di 13'ê Tebaxa 2022'an de Kargeha Hirî li gundê Mideyîna a bi 2 km nêzî xeta agir e û 10 km rojavayî navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê vekirin. Armanc ji vê kargehê ew bû ku jinên di xeta agir de û gundewarên derdorê di vê kirîza heyî a aborî û ligel êrîşên dagirkeriyê pêre rû bi rû dimînin, debara xwe bikin.

Ji 5 gundan (Um El-Xêr-Şîha-Qahîra-Silmasa-Mideyîna) yên rojavayê navçeyê û li ser xeta agir dikevin 33 kes, di nav de 30 jin cihê xwe di kargehê de digrin û temenê wan di navbera 11-75 salî de ye. Kargeh zarok di dema betlaneya wan de, jinên ciwan, zewcî, jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane, yê ji hevjînê xwe veqetiya ne, jinên temen mezin û yên astengdar jî dihewîne. Endamên Kargeha Hirî behsa xebatên xwe û vê projeyê kirin.

'Rengan cûda dikin, dadigrin û hinarde dikin'

Emîne Derwîş a 43 salî yekem endama ku di vê kargehê de ligel 4 keçên xwe cih digre, wiha ji mere behsa kargehê dike: "Di Kargeha Hirî de, erkê me yê sereke ku em rengên hirîyan yê spî, reş, qehweyî û zer ji hev cûda bikin. Piştî bi dest tê cûdakirin di makîneyan re tê dagirtin û paşê ji bazirganên herêmê, Heleb û wekî din re tê hinardekirin. Di rojê de di navbera tonek heta du tonan hirî tê dagirtin."

Çavkaniyên komkirina hiriyê

Emîne Derwîş wiha behsa çavkaniyên komkirina hirîyên di hundir kargehê de kir: "Gundewarên nêz û Çiyayê Kizwanan taybet ji mere dibin çavkanî, ji ber herî zêde li gundan heta niha hirî tê bikaranîn û peydakirin. Heye ku şênî bi xwe hirî tînin kargehê bi meqseda firotinê û gelek caran jî wesayetên kargehê diçin kirîna hiriyên pez li gund gund digerin. Doşeg û lihêf saxlem tên em li cem xwe vedikin, dişon radixin û zûha jî dikin ne ku hazir ji mere tê. Mînak çavkaniya me a herî bi sûd, di biharê dema koçeriyê de ye. Koçerên ku ji Reqa, Dêrazorê û yên ji parêzgehên Sûriyê ev çend sal in li vir dijîn û bi meqseda koçeriyê tên herêma me û konê xwe vedidin. Tê nasîn ku koçer xwedî hezaran serî pez in, dema hirîyê pez dibirin jî, hirîya wê tînin kargehê an jî em bi xwe diçin ji wan dikirin."

'Qûralên kargehê rê nade ku zirar li tenduristiya me bibe'

Emîne Derwîş got ku jin ne tenê hirî ji hev cûda dikin, ji bo hinardekirina wê jî li ser makîneyan dixebitin û wiha dom kir: "Zor û zehmetiyên hemû karan heye, tiştek bi hêsanî nayê. Di nav 24 saetan de, em 12 saetan ango du dewriyan dixebitin, 6 bi 6 ji sibehê heta nîvro û ji esirê heta êvarê. Ji bo tozê, em xwe diparêzin û kemameyan didin ber dev û pozê xwe. Ev saleke em dixebitin tu kes ji wan zirar li tenduristiya wê nehatiye. Ji ber li vir qûral e, divê kemame ji ber dev û pozê te danekeve. Di rojên zivistanê de roja pir sar û seqem be, em nayên kar. Pereyên ku em ji vî karî qezenc dikin jî heta astekê têrê dike. Mînak em li ser her saeteke kar 2 hezar ls (lîreyê Sûriyeyê) digrin, di mehekê de heqdestê me dighêje 720 hezar ls."

Pêwîstiyên bikaranînê û neçariya firotina hirî

Emîne Derwîş balkişand ser pêwîstiyên bikaranînê û neçariya firotina hirî û wiha ev tişt anî ziman: "Ji ber bargiraniya wê, êrîşên ku bi ser herêmê de hatin gelek kesan hirîyê malê firotin. Ji lihêf û doşegan xelikê berî da îsfinç û betaniyan. Ne ku yek car êdî nayê bikaranîn, tê bikaranîn lê kêm e û piraniya wê li gundan tê dîtin. Teqez, lihêf û doşegên ji hirî ji bo tenduristiya mirov germtir û baştire. Lê hinek rewş hene, dihêle ku mirov ji bikaranîna hirîyê dûr bikeve û bide ber firotinê. Sedemek din jî heye, mînak hişksaliya ku berî salekê û du salan bi ser herêmê de hat zirar da cotkaran, ev hişt ku berî bidin firotina hirîyê."

'Di warê tedawîkirina nexweşiyên malbatê jî alîkar in'

Emşa Horî jî ji gundê Um El-Xêr a ku her car bi êrîşên hewayî û topbaranê re rû bi rû tê ye. Emşa ya 35 salî ku ev zêdetirî salekê ye di kargehê de dixebite wiha ji mere behsa sûdê ji kar digre dike: "Her sibeh wesayeta kargehê tê me tîne cihê kar. Di aliyê piskilojî de em rihet in. Dema ku em dikevin rewşeke giran an jî nexweşiyên malbatê derdikeve, ji bo tedawîkirinê jî rêveberî dibin alîkar. Wekî kesayet heta niha bihintengî an jî nexweşiyek ji ber vê karî derneketiye, berovajî wê alîkarîdayina me ji hev re dibe sedem ku em hemû êşên xwe jibîr bikin."

Rengekî din ji berxwedaniyê

Emşa Horî behsa birîndariya xwe ya bi topên dewleta tirk a dagirker di destpêka êrîşan de kir û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber topên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ez birîndar bûm û heta niha di pişta min de parçeyek heye. Ruxmî wê jî me dest ji ax û mala xwe berneda û berî neda kampên koçberan. Em her roj bi hêviya ku şer biqede û vegere wekî berê dijîn. Raste, mal û milkên me zirar dîtin lê dîsa jî her roj bi vê gotinê 'Ha wê îro dawî li dagirkeriyê were, ha sibe', hêviyên xwe zindî dikin."

‘Avakirina projeyan şert e'

Emşa Horî bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku rastî jî rê li ber koçberiya ber bi Tirkiyeyê, Tertûs û Lubnanê were girtin, pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha hene ku şênî û taybet xelikê gundan di vê kirîza aborî ya heyî de sûdê jê werbigrin. Ne tenê koçberî, sivîlên ku di xeta agir de dijîn jî wiha ne li şûna berê xwe bidin kampan, dikarin li vir kar bikin û debara xwe bikin. Raste, di kêliyên topbaranê de sivîl tevî çêlek û pezê xwe ber bi çolê dibezin, belkî bi saetan an jî rojek du rojan li wir dimînin û radizên jî lê herî kêm hîn li ser axa xwe ne. Projeyên wiha ji bo wan şerteke."