Rûxmê êriş û rêgiriyê jin bi projeyên Desteya Jin debara xwe dikin

Jinên ku di projeyên Desteya Jin a herêma Efrîn-Şehbayê de dixebitin diyar kirin ku heya astekê projeyên desteyê di warê aborî de bi wan re dibin alîkar û gotin ku desteya jin projeyên xurtkirina aboriyê ji bo jinan pêşkêş dike.

HESNA MIHEMED

Şehba - Desteya Jin a herêma Efrîn-Şehbayê bi armanca xurtkirina qada aborî ya jinên koçber, gelek projeyan pêşkêşî jinên li herêma Şehbayê dike ku piştî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk di sala 2018’an ji Efrînê koç kirine. Him ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê him jî ji ber rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser heremê ruxmî derfetên kêm û mercên koçberiyê jî Desteya Jin deriyê xwe ji jinan re vedike. Ji destpêka sala koçberiyê ve li Şehbayê Desteya Jin 2 baxçeyên zarokan, xweringeha bi navê Jiyan û dirunxaneyek ava kirine ku tê de jin dixebitin ji bo debara mala xwe bikin û aboriyek serbixwe ji wan re bê avakirin.

Der barê projeyên ku Desteya Jin ji jinan re ava kirine de Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrîn-Şehbayê Emîne Mele Hesen û jinên ku di projeyan de kar dikin nêrînên xwe bi me re parve kirin.

'Li gorî derfetan proje tên amadekirin'

Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrîn-Şehbayê Emîna Mele Hesen behsa rewşa jinan li koçberiyê kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "5 sal in em ji Efrînê koç bûne, ev koçberî jî bandorek giran li ser jiyana civakê dike. Tevî şertê koçberiyê û bandorên dorpêça Hikumeta Şamê li ser Şehbayê jî dîsa berxwedana jinan berdewam dike. Li seranserî salên koçberiyê me hewl da her dem aboriya jinan xurt bikin da ku bikaribin serbixwe bin û xwe bi rê ve bibin. Li gorî derfetên heyî me projeyên aborî ji jinan re amade kir.”

Emîne Mele Hesen  Armanca me bi projeyên ew e ku di nav şert û mercên buhabûn û tunebûnê de di warê aborî de em destek bidin jinan. Me dixwest projeyên mezin pêşkêş bikin lê ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê, em gelek astengiyan dikşînin."

'Projeyên me ji bo xurtkirina rewşa aborî ya jinan in'

Di nava gotinên xwe de Emîna Mele Hesen bal kişand ser projeyên ku di şertên koçberiyê de vekirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Me du bexçeyên zarokan vekirin, li wargeha Serdem û Berxwedan. Ev bexçe ji bo zarokên ku dayikên wan di nav kar û xebatê de ne, hatin vekirin. Li kêleka bexçeyan, xwaringehek taybet a jinan jî hat vekirin weke koparatîf ku bibe alîkarî ji jinan re di warê aborî de. Her wiha bi vê xwaringehê jî xwarinên gelêrî wê di nava civakê de zindî bimîne.”

Emîna Mele Hesen anî ziman ku jin bi van projeyan debara xwe dikin û aboriya xwe ya serbixwe pêk tînin. Emîna Mele Hesen wiha berdewam kir: “Li kêleka van projeyan, kargeha dirûtinê jî hatin vekirin ku tê de jin pîşeya xwe ya dirûtinê bi pêş bixin û hemû cureyên dirûtina cilan tê kirin bi alîkariya Komeleya Rizgarkirina Efrînê ev dirûnxane hat vekirin. Projeya dirûnxaneyê ji ber dorpêça hatiye ferzkirin û peydakirina  pêdiviyên kêm proje hat rawestandin lê niha em dîsa hewl didin vekin."

'Li gorî buhabûnê Desteya Jin bi me re dibe destek'

Gulê Xelîl ku dayika 2 zarokan e û di bexçeyê zarokan a wargeha Serdem de kar dike diyar kir ku ev kar di warê aborî de pê re dibe alîkar û got: "Em ji 8'ê sibehê heya 4'ê piştî nîvroyê bi zarokan re mijûl dibin û wan pêşwazî dikin. Ez bi vî karê gelek kêfxweş im ji ber ku hevjînê min nexweş e nikare kar bike lewre berpirsyariya malê lş ser milên min e. Heya astekê di warê aborî de ev kar bi min re dibe alîkar. Li gorî buhabûna ku em dijîn Desteya Jin ji me re dibe destek."

'Di warê aborî de bi min re dibe alîkar'

Sûzan Qasim a di xwaringeha Jiyan de dixebite wiha dibêje: "Ez di xwaringehê de dixebitim ji bo xwedî li zarokên xwe derkevim û pêdiviyên wan pêk bînim. Rojane zarokên xwe tenê li malê dihêlim û berê xwe didim xwaringehê. Heya astekê Xwaringeha Jiyan bi min re dibe alîkar û di warê aborî de destek dide min. Li gorî xwestekên gel em xwarinên cur bi cur amade dikin û em kêmtirî bihayê li sûkê xwarinê çêdikin."