Rojnameger Edîbe Ehmed û 20 sal xebata ragihandinê

Rojnameger Edîbe Ehmed a 20 sale li Derbedîxanê xebata rojnamegeriyê dewam dike da zanîn ku ew di gelek xebatên dinê de jî cîh digire, lê ji hemûyan zêdetir a ji bo wê wate dide jiyanê xebata rêxistina xêrxaziyê ye.

HEWAR MEHEMED
Germiyan – Rojnameger Edîbe Ehmed Semîn ya 20 sale xebata ragihandinê dike, ji despêka kar heya niha malbat jêre bûye alîkar, ev jî bûye sedem hîn zêdetir di karê xwe de serkeftîbe. Niha jî li Derbendîxanê li gel xebata ragihandinê di nava xebatên ciwanan û rêxistinên xêrxaziyê de jî cîhê xwe digire. Edîbe ya salên dirêj kedek pak daye li Derbendîxanê naskiriye û her navê wê ji kê bipirsê dê yekser mala wê nîşanî te bide. Dema diçê mala wê jî bi mêvanperweriyek nasik tê pêşwazîkirin. Destpêkê Edîbe bi nuçegihaniyê dest bi karê ragihandinê dike, piştre di televîzyon, rojname, kovar û malperanê înternetê de dom dike. Niha jî li Derbendîxanê di qenala SPEDE û radyoya SPEDE de kar dike. 
“Alîkara min ya sereke xwişka min a mezine”
Edîbe Ehmed wiha behsa astengî û pirsgirêkên jinên ku di ragihandinê de rastî tên dike û dibêje: “Di destpêka ku min dest bi karê ragihandinê kirî de di malbata min de piraniya jinan piştgiriya min dikirin. Ew jî ya destpêkê xuşka min ya mezin bû û niha jî hevjînê min piştgiriya min dike. Ti eleqeya pirsgirêkan bi dest ji karbendanê ve nîne, zewac û dahata kêm bandorê li kar berdana jinan û ji karê ragihandinê durxistina jinan dike. Hinke jin hebûn nêzî salek an dû sal karê ragihandinê kirine, lê belê ji ber bandoriyên civakê neçar diman karê xwe bihêlin. Ya giring ewe divê jin ji karê ji bo xwe û civakê dike bêzar nebe. Di karê rojnamevaniyê de keda jinan ji ya mêran zêdetire, lê belê pêwîste alikarî jê re bê kirin û rê li azadiya wê neyê girtin, ji vê giringtir jî divê jin ji karê dike bêzar nebe û bikare karê xwe serkeftî bike.”
Edîbe ji derveyê karê ragihandinê di rêxistina jin, ciwan û xêrxazan de cihê xwe digre û di heman demê de jî salona werzîşê taybeta ji bo jinan vekiriye û bi xwe rêve dibe. Edîbe di derbarê karên ku dike de wiha dibêje: “Ciwan, jin û bi hezaran welatiyên hewceyî alîkariyê hene. Ez van karan hemûyan bi hev re dikim jî nawestim ji ber bi dildarî kar dikim. Ez gelek ji karên xwe hez dikim, bi taybet karê xêrxaziyê bi min wateya jiyanê dide hîs kirin.”