Rêjeya enflasyona xwarinê li Îranê di asta herî bilind de ye

Ji ber ku rêjeya enflasyona xwarinê li Îranê gihîştiye ji sedî 68, êdî hema hema ne mimkûn e ku mirov kelûpelên bingehîn ên xwarinê bikirin.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna bihayan piştî serhildana Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, rewşa jiyana xelkê dijwartir dike. Di Kanûna 2022’yan de enflasyona xwarinê li gorî par ji sedî 68 zêde bû, bihayê nan ji sedî 74, bihayê goştê sor ji sedî 64, bihayê şîr, penêr û hêk jî ji sedî 81 zêde bû. Kirîna pêdiviyên xwarinê yên bingehîn nemimkûn bûye. Ji ber vê yekê divê mirov xwarinên xwe kêm bike.

Li gel ku zêdebûna zêr û diravên biyanî bû sedema zêdebûna bihayan, beriya ku serhildan li welêt dest pê bike qanûnek ji bo kontrolkirina nirxan li bazarê tune bû. Di nava daxwazên gelên ku hatin qadan de jî daxwaza pêşketina li ser esasê gel û xwerêveberiyê heye ku krîza aborî ji holê rabe.