Rasha Al-Gabaly: Jin bi karê ofîsê re sînordar tê hiştin
Sekretera Giştî ya Federasyona Sendîkayên Misirê Raşa El-Gabaly, diyar kir ku jin di jiyana kar de bi mêran re ne xwediyê şert û mercên wekhev in û diyar kir ku jin ji ber saetên xwe yên kar bi karên ofîsê re sînordar tê hiştin.
ASMAA FATHI
Qahîre – Jinên ku li Qahîreyê gelek astengî derbas kirine û ketine jiyana kar, bi gelek pirsgirêkên weke kêm mûçe, bê ewlekarî, êrîşa zayendî, mobîng û tayîn nekirina di postên rêveberiyê re rû bi rû ne. Seroka Sendîkaya Federasyona Mulkiyê ya Îskenderûnê û Sekreterê Giştî yê Federasyona Sendîkayên Misrê Rasha Al-Gabaly têkildarî pirsgirêkên jin di jiyana kar de rû bi rû dimînin bersiv da pirsên ajansa me. Rasha Al-Gabaly diyar kir ku divê jin di jiyana kar de bi mêran re bibin xwedî mafên wekhev û bal kişand ser guhertinên ku divê di Qanûna Kar de bên kirin.
'Em hewl didin ji bo jinan jîngeheke ewledar a xebatê peyda bikin'
*Rewşa xebatê ya sendîkayê çawa ye? Ji bo jinan xizmetên çawa pêşkêş dike?
Li Federasyona Sendîkayên Misirê, em li ser wê fikrê dixebitin ku jin bêyî cûdahî bi mêran re wekhev bixebitinbi taybetî mûçeyên wekhev. Em dixebitin ku jin di nava yekîtiyê de bi hêz bibin. Ji ber ku her çi qas eleqeya wê bi qayimbûnê re tune be jî, jin weke kevneşopiyeke îdarî ji bo wezîfeyên rêveberiyê nayên tayînkirin û dibêjin 'erkê mêran e'. Lêbelê, piraniya van ramanan li qadê nehatine ceribandin. Dema ku min biryar da ku li ser kolanê wekî karmendê bacê bixebitim, biryara min ji hêla rêveberiyê ve bi tevahî hate red kirin. Lê ez bi biryar bûm û karibûm jêhatiya xwe îsbat bikim, ku dûv re jî îlhama gelek kesên din kir ku heman tiştî bikin. Weke sendîka em hewl didin ku bi taybetî ji bo jinan jîngeheke ewle ya xebatê peyda bikin. Em alîkariya jinan dikin ku bigihîjin mafên xwe. Em ji bo Peymana 190C li welêt were îmzekirin û erêkirin da ku jin mafên xwe biparêzin dixebitin. Em girîngiyeke mezin didin hişyarkirinê.
'Jin ber bi karên ofîsê ve tên kişandin'
*Jinên ku di qada Baca Mulkiyê de dixebitin li kolanan bi çi astengiyan re rû bi rû dimînin? Gelo hûn rastî astengiyan hatine?
Zehmetiyên rast di wê de ne ku jin xwe qanih bikin ku dikarin li kolanan bi gel re bixebitin. Mînak mufetîşê bacê guncav nedidît ku ez bi hevalek re bixebitim. Min ji bo guhertina vê wêneyê xebitî. Ez bi ser ketim û hurmeta ku min ji mişteriyên xwe girt ji hêla her kesî ve hate qedrê. Min gelek kes teşwîq kir ku ew tirsên ku rê li ber wan digire ku karê xwe bikin bişkînin. Yên ku berê êrişî min kirin, niha di wê baweriyê de ne ku ev yek statûya jinan kêm nake û navê wan xirab nake.
Yek ji astengiyên herî girîng ên jinên ku di warê baca mal û milk de dixebitin, bi taybetî yên li kolanan dixebitin, pirsgirêka demê ye ku ji aliyê gelek malbatan ve nayê qebûlkirin û ji bo jinan rastî zehmetiyan tê. Karên ofîsê bi demê ve girêdayî ne û jin bi gelemperî ber bi van karan ve têne kişandin. Di karên ofîsê de demjimêrên kar ji yên din pir kurttir in. Ji jinan tê xwestin ku karên derveyî ofîsê metirsî heye ku li karê ofîsê bixebitin. Bandorên nerênî yên xebata li kolanan di dema şoreşê de bi zelalî hate dîtin. Ji ber ku yên li kolanan bacê qebûl nakin dikarin ji êrîşkaran re bibin xeter.
'Em li ser guhertinên pêwîst di Qanûna Kar de lêkolînan dikin'
*Qanûna Kar a ku bandorê li jiyana karkerên jin jî dike hûn çawa dinirxînin?
Em bi salan e li ser kêmasiyên vê qanûnê û beşa qanûnê ya der barê jinan de dixebitin. Em hêvîdar in ku di dema pêş de guhertinên pêwîst ên qanûna kar li ber çavan bên girtin. Di Qanûna Karmendan de hin mijar hene ku betlaneya dayikbûnê ji 3 mehan dike 4 mehan. Em hêvî dikin ku ev yek jî di Qanûna Kar de cih bigire. Pirsgirêka kreşê ya jinên ku nû welidîne an jî betlaneya wan bi dawî bûye, li pêşiya karê wan astengiyan derdixe. Ji bo jinên ku nû welidîne an jî betlaneya wan a zikmakî qediyaye pir zehmet e ku zarokên xwe bi saetên dirêj ji xwe dûr bixin. Ji ber vê yekê, divê cîhên kar berpirsiyar bin ku van kreşan ji bo lênihêrîna zarokan peyda bikin.
*Di jiyana kar de jin bi çi astengiyan re rû bi rû ne?
Gelek mafên jinan tên astengkirin. Jinên ku ji wezîfeyên serokatiyê tên dûrxistin jî, ji ber ku nêrînên wan nayên hesibandin, nikarin beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin. Bi taybetî jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin rasterast rastî tundiyê tên. Serlêdanên kar ên jinên ku zewicî ne an jî ducanî têne red kirin. Ji ber ku di hin sektorên taybet de peyman nînin, gelek pîşe parastina qanûnî nadin. Şert û mercên ne asayî yên xebatê jin rastî gelek zehmetiyan tên. Jin ji bo debara xwe bikin, di şert û mercên nebaş ên xebatê de ku bandoreke neyînî li tenduristiya wan dike, neçar dimînin ku bixebitin.
*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de rû bi rû dimînin hûn dixwazin çi bibêjin?
Ya herî girîng ew e ku civak hebûna jinê di jiyana xebatê de qebûl bike. Divê ji wan re were piştrast kirin ku ew xwediyê heman mafên mêran in. Divê jin û mêr ji bo hemû erk û berpirsiyariyên li malê, di nav de lênêrîna zarokan, berpirsiyariya wekhev bigirin ser milê xwe û divê tenê jin nebin berpirsiyar. Divê mêr di karê xwe de piştgiriyê bidin jinên kedkar. Divê jin kedên li derveyê malê didin teqdîr bikin û ducarî erkan li ser wan ferz nekin.