Projeya Xwaringeha Lîlît derfetek e ji bo bihêzkirina jinên aşpêjvan

Projeyên jinan mekanîzmeyên herî girîng e ku xwedî jiyana pêşxistina civakan e. Tevî rewşa taybet a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di şer û pevçûnan re derbas dibe, projeyên jinan ên ku îlhama xwe ji şoreşa xwe wergirtine didome.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Bandora projeyên jinan ên li ser hêza aboriya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe berfirehtir dibe. Tevî rewşa taybet a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj rastî gef û êrişên dewleta tirk tên, lê projeyên jinan bi awayekî domdar xwe mezin dike û xwerêvebirina jinan teqez dike. Projeya jinan yek ji mekanîzmaya herî girîng e ku jin bi xwe civaka xwe bi rê ve dibe. Jin di şoreşê de gavên erênî û mezin avêtin û bi projeyên xwe yên rengîn bûn îlham ji tevahî jinan re. Kafê û xwaringeha Lîlît a di demek nêz de li Qamişloyê hat vekirin ji aliyê tîmek jinan ve bi rê ve diçe û hemû tîm jî ji aşpêşvanan pêk tên. Her wiha xwarinên gelêrî tên çêkirin û li gor daxwaza hundurîn û derve bi cîh tînin. Veberhênera kafê û xweringeha Lîlît, Wehda Kinêhir derbarê karê xwe de axivî.

‘Xwaringeha Lîlît xwerinên gelêrî çêdike’

Wedha Kinêhir destnîşan kir ku ezmûna wan a di warê veberhênerê de ji salên berê ve heye û ji bo vekirina xwaringeha Lîlît wiha got: “Me xwest ku em vê cihê veguhezin projeyeke ku bikaribe fedeyekê li jinan bike, tensîqa me jî di riya Buroya Jin a Şaredariya Gel re çêbû ku ev proje pêk hat. Ev demeke dirêjê em amadekariya vê Xwaringehê dikin, 2 meh berê ji nû ve bi rengekî fermî hat vekirin. Xwaringeha me berfireh e, gelek xwarinên gelêrî di Lîlît de dihewîne, di heman demê de hemî daxwazên hundurîn û derveyî bi cîh tîne.”

Cûreyên xwarinê yên ku li Lîlît peyda dibin

Wedha Kinêhir di berdewamiya axaftina xwe de, cûreyên xwarin û vexwarinên di xwaringeha Lîlît de wiha rêz kir: “Di xweşî û nexweşiyê de xwaringeha me daxwazan pêk tîne. Me xwest ku girîngî û cûdahiyeke xwaringeha me hebe, lewma me berê xwe da xwarinên gelêrî yên dayik û bapîrên me; wekî Kutilk bi hemû cûreyên wê , ser û pê, mendî bi cûreyên wê, mehşî (dolma) û hwd. Her wiha tiştên vexwarinê jî li cem me peyda dibin li gorî xwesteka kesên ku berê xwe didin vir. Ji xwe em ji bîr nekin xala paqijiyê ya ku xwarin tê çêkirin em li paqijiyê gelek miqate ne. Em jî li gorî daxwaza mişteriyan daxwazên bûyerên mezin ên wekî dawet û vexwendinê pêk tînin.”

‘Şer bandor li karê me kir’

Wedha Kinêhir bal işand li ser rewşa şer a ku herêmên wan tê re derbas dibe ji aliyê dewleta tirk ve ku rê li pêşiya kar û xebatên wan dide girtin û wiha pê de çû: “Ji 19’ê Mijdarê ve herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rastî êrîşên dijwar ji aliyê dewleta tirk ve tên. Ji ber vê rewşa şerê bêser û ber li ser gelê me û bajarê me, me nikarî ku em gavên mezintir bavêjin. Eger ne ji rewşa şer ba, me yê cûreyên din jî yên xwarinê û awayên taybet ên cûda derbasî lîsteya xwe ya Xwaringehê kiriba. Em li bendêne û hêvîdar in ku di demeke nêz de rewş aram bibe û gelê me ti ziraran nekişîne.”

‘7 jinên aşpêjvan û xwedî ezmûn cihê xwe di projeyê de digirin’

Wedha Kinêhir da zanîn ku projeya wan ji 7 jinên xwedî ezmûn pêk tê ku gaveke girîng e ji bo bidestxistina aboriyeke xweser ji bo wan jinan û got: “Projeya me ji 7 jinan pêk tê, hemû jî xwedî ezmûn û pisporin di aşpêjvanî de. Bi rastî jî gavên wiha ji bo jinan derfeteke mezin e ji bo ku bikaribin xweseriyeke xwe ya madî bidest bixin di vê rewşa wiha de. Em hemû jin yekdest bi hev re kar dikin û ked didin da ku projeya me bi ser bikeve û tiştekî baş pêşkêşî civakê bikin. Jinên xwedî ezmûn û pispor di civaka me de dikarin gelek gavên mezin bavêjin, bi taybet ji bo birêvebirina jiyana xwe bêyî ku hewcedarê tu kesî bibin.”

‘Dê projeya me bi keda destê jinan bi ser bikeve’

Wedha Kinêhir destnîşan kir ku dê bi keda destê jinan projeya wan bi ser bikeve û wiha bi dawî kir: “Jin her dem dikare barê hemû jiyanê rake û bi ser bikeve, çawa ku jin dikare mala xwe bi rê ve bibe, zarokên xwe mezin bike, dê bikaribe di karê xweseriyê de jî û projeyên wiha de jî bi ser bikeve û hêviya me jî bi vê yekê mezin e. Di rojê pêş de eger projeya me pêş de çû, em ê hewl bidin ku hejmara jinan zêdetir bikin û derfetan ji bo jinên din jî bibînin ji bo ku xwe pêş bixin û aboriya xwe ya xweser bi dest bixin.”