Projeya ‘Nanê Mala Me’ ji bo jinan derfetê kar ava dike

Nagham Ghattas a Filistînî bi israr û keda xwe di nav dorpêçê de yekem car li Şirîda Xezayê Proje bi navê “Nanê Mala Me” ava kir û bi vê projeyê ji bo jinan derfetê kar avakir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Nagham Ghattas a Filistinî ji bo serxwebûna aborî ya jinan projeya ‘Nanê Mala Me’ bipêş xist. Nagham Ghattas ku destpêkê ji bo pêkanîna debara xwe dest bi kar kir, bi pêşxistina projeyê ji bo gelek jinan derfetên kar ava dike.

Nagham Ghattas ya 38 salî koleja navîn xwendiye û  ji bo serxwebûna xwe avabike bi salan li karekî di warê xwendina xwe de digere. Piştî fikrandinek dirêj biryar da tiştekî nû bike û di rêgehek cûda de hewil bide. Dît ku berhemkariya kuvarkan li Şirîda Xezayê kêm e û dest bi projeya xwe kir

Bi israr û keda xwe projeya xwe bi ser dixe

Nagham Ghattas der bare projeya xwe de wiha got: “Projeya kuvarkan nû ye, ji gava min destpêkirî ava bûye, ev jî gaveke rast û dirûstbû ku yekem car li Xeza destpê dikin. Kuvark ji bo protein xwarinek sereke ye li gel sûdên wê dermanî ji gelek nexweşiyan re weke şekir û gelek nexweşiyan re baş e. Berî sê salan  min werşeyek biçûk bikaranî yekem ezmûna xwe di çandina teneyên kuvarkan de destpêkir û ev proje di asta Xeza de bû yekem proje. Ev serkeftinek cudabû piştî gelek astengiyan bi tena serê xwe vê serkeftinê dest xistin ji bo min gelek girîng ne jî vîn û îsrara min bûye min nikarî van astengiya derbasbikirana û xeyalê xwe pêk aniba. Proje bi navê “Nanê Mala Me”  ye ji ber ku ew jêdera dahata me ye.”

‘Hewil didim projeya xwe berfireh bikin’

Pêvajoya berhemkariya kuvarkan 60 rojî dirêj dike ji destpêka çandina teneyan heta çinîna berhemê dawî, ji bo tendrûstiya zibonan ew şert û mercên pîşeyî ewledar bikar tîne û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Tevî ku berhemdariya min bi destan e, lê min rêdana kar wergirt û gelekî serkeftî bû, ez hewil didim di rojên pêş de teknolojiyê jî bixim nava kar. Her jinek bi erkekî radibe heta ku berhemdarî temam dibe, em hewil didin çalakiyên projeyê berfireh bikin. Herî zêde di werza zivistanê de karmend zêde dibin. Ji bo çandina kuvarkan bixe nava berhemdariya çandiniyê bi hemû karînên xwe hewil didim projeya xwe yekem li Xeza pêşbixim. Niha li ser berhemên taybet bi werzişê û hêzkirina sîstema parastina laşê mirovan û nexweşên şekir kar dikim.

Nagham Ghattas di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo hejmarek zêde ji jinan tê de kar bikin û aboriya xwe xurt bikin, ez  hewil didim cihê projeyê berfireh bikim alavên modern bixim. Ez hewil didim di planên pêşketina karê xwe de ji bo  xwe bigihînim berheman xetek ava bikim ger ez vê xetê ava bikim jî dê bi rêya jinan be.”