Pîşeya çêkirina blokan ji bo jineke koçber li Idlibê bûye çavkaniya debarê

Kerîme El-Şêx teslîmbûna ji rastiya dijwar re red kir û bi îradeya xwe karîbû li hemberî dijwarî û astengiyan bisekine û îsbat bike ku jin dikarin di hemû qadan de bixebitin.

LENA AL-KATEEB

Idlib – Di bin germa havînê de, koçbera li Idlibê Kerîma El-Şêx a 38 blokên çîmentoyê hilgire, wan li ser hev rêz dike û hemû zehmetiyan ji bo xwedîkirina her şeş zarokên xwe tehmûl dike. Kerîma El-Şêx di sala 2019'an de ji bajarokê Kefer Nebûde li gundewarê Hemayê koçî kampeke li derdora bajarê El-Dana li Idlibê bû. Ew neçar bû ku di atolyeyek çêkirina blokên çîmentoyê de bixebite, bi armanca mezinkirina şeş zarokên xwe. Guh neda rexneyên civakê yên li ser karê wê ku ev pîşeye tenê ji mêran e û jin nikarin tê de bixebitin.

"Ez li dijî adet û kevneşopiyan sekinîm û min pîşeya çêkirina blokan hilbijart"

Kerîma El-Şêx diyar kir ku piştî girtina hevjinê wê û koçberkirina ji bajarê wan rewşa wan pir zehmet bû û wiha pê de çû: "Ez neçar mam ku li dijî adet û kevneşopiyên ku jinan bi hin pîşeyan re sînordar dikin bisekinim, lewra min hilbijart ku ez di pîşeya çêkirina blokên çîmento de bixebitim ji bo ku bikaribim debara zarokên xwe bikim. Birayê min ku xwediyê atolyeya çîmentoyê ye, dema ku min jê xwest ku di atolyeya wî de bixebitim, şaş ma, lê li ji ber israra min ev yek qebûl kir."

"Xema min tenê pêşxistina debara jinana malbata min e"

Kerîma El-Şêx anî ziman ku tevî rexnekirin û tundiyê jî, nêrînên civakê bandor li wê nekir û li dijî normên civakê li ber xwe da û wiha axivî: "Ne xeme ji min re ku bê civak çi li ser karê min dibêje, xema min tenê pêşxistina debara jinana malbata min û peydakirina pêdiviyên zarokên min e. Ez bi karê xwe serbilind im. Karê min di şeşê sibê de dest pê dike û heta yazdeh dom dike. Ez hevî dikim em karibin ji jiyana di bin konan de xelas bibin û biçin xaniyekî ji blokan. Kon me ji sermaya zivistanê û ne jî ji germa havînê naparêze û em ji kêmbûna avê û belavbûna nexweşiyan êşê dikşînin."

"Zêdebûna hejmara jinan di bazara kar de ji ber zêdebûna rêjeya hejarî ye"

Xebatkara Civakî Nûra El-Tîzrî ya 33 salî ji bajarê Idlibê ye behsa jinên ku di pîşeyên dijwar de dixebitin kir û wiha got: "Zêdebûna hejmara jinan di bazara kar de ji ber zêdebûna rêjeya hejarî û bêkariyê ye. Hevjînên gelek jinan di şer de hatin qetilkirin û girtin. Ji ber vê yekê jinan ji bilî tevlîbûna di nava refên mêran de di pîşeyên dijwar de ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe rêyek din nedîtin. Divê jin di warê pîşeyan de bên perwerdekirin û divê projeyên biçûk jî bên vekirin ji bo alîkariya wan di warê aborî de bike."