Pirojeyên biçûk dibe destpêkek xweş û balkêş ji bo pêşxistina aboriya jinê

Bi armanca bidestxistina aboriyeke xweser û bêyî ku hewceyî kesek din bibin, hejmarek ji jinên Gundê Bişêriyê ya navçeya Tirbespiyê nanê tenûrê û sêlê çêdikin û difiroşin gundiyan.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Her mirovek xwedî kesayetiyekê û avanjekêye ku wê-wî ji kesên din cuda dikin. Ev yek jî di asta kesan de dibe sedema pêkvejiyan û hevkariyê û asta herî mezin jî hevkariya di navbera netew û gelan de lihevhatiniyê zêde dike, di encamê de hevaltî û dilovaniyên di navbera kesan de zêde dike. Karê kooperatîf an komê wekî xebata hevbeş bi kesên din re ji bo hilberandin, îcadkirin, encamdan, çavdêrîkirin, nirxandin, an ceribandina tiştek, an jî ji bo peydakirina karûbaran ji kesên din ên ku di çarçoveyek taybet de hewceyê alîkariyê ne, tê pênasekirin.

Her wisa dema ku kar tê belavkirin û bi hevkarî xebat didin meşandin, wê demê encamên baştir derdikeve û jêhatîbûn jî zêdetir dibe. Dema ku ew kesên kooperatîfan didin meşandin jin be, tiştekî ne nû ye ku jin hevkariya hev bikin û xebatan bidin meşandin ji ber ku ji salên berê heta niha  jin ev yek dida bikaranîn û dikarîbû hemû ferdên Qilanê li xwe kom bike û karekî bihev re bimeşînin. Bi armanca bidestxistina aboriyek xweser û bêyî ku hewcedariya kesên din bibin û bi kêrhatinên xwe, 4 jinên ji Gundê Bişêriye ya ser bi Navçeya Tirbe Spiyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi alîkariya Aboriya Jin û hin kesên din, ev demeke kurte dest bi kooperatîfekê kirine û avakirine. Di vê kooperatîfê de jin nanê tenûrê û sêlê çêdikin û difiroşin gundiyan.

Di derbarê xebatên vê koperatîfê de jinên ku cihê xwe di nav vê pirojeyê de girtîn ji ajansa me re axivîn.

4 jin, yek dest û yek armanc

Li gel bayê teze yê sibê û germa firnê Fatîma El-Elî ya 40 salî ji Gundê Bişêriye ya Navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevalên xwe yên kar re li ser firê dicivin. Fatîma wiha behsa ruhê hevkarya di navbera wan de dike û dibêje: “Min û çend jinên ji gundê xwe me biryar da ku em di çarçoveya projeyek komî de bixebitin û aboriya xwe ava bikin bêyî ku hewceyî kesê bibin. Di heman demê de armanca me ewe ku em pêdiviyên mala xwe dabîn bikin û destê alîkariyê dirêjî malbatên xwe bikin.”

Awayê çêkirina nanê tenûrê û pêdiviyên wê

Fatîma El-Elî behesa wiha behsa destpêka kar û heta bidawîbûna kar kir û wiha dom kir: “Awayê çêkirina nanê tenûrê û pêdiviyên wê wihane; Di saetên sibê de, derdor saet 3’ê sibê, em ji xewê şiyar dibin û li malekê dicivin da ku em pilana xwe ya rojane daynin. Paşê dest bi hevîrkirinê û amadekariyên wê dikin. Tiştên ku tevlî hevîr jî dibe: ar, hevîrtirş, xwê, av û hindek şekir jî dikeve nav de. Dema ku em çêkirina hevîrê diqedînin, berhev dikin da ku dest bi çêkirina nan bikin. Paşê em daran jî berhev dikin û tenûrê germ dikin heta hevîr amade be û wê wextê hevîr derbasî tenûrê dikin.”

Projeyek nû û piştgiriyek zêde heye

Fatîma El-Elî diyar kir ku pirojeya wan nû ye û berî 15 rojan dest bi xebatê kirine, di heman wextê de hezkirina xwe ya mezin ji vî karî re anî ser ziman û wiha dom kir: “Tevî ku projeya me nû ye, lê belê ji aliyê şêniyên gund ve piştgirtî û teşwîqeke mezin hat ji ber ku ev yek hema bêje hatiye wendakirin di nav şêniyan de û teleb li ser nanê tenûrê zêdeye. Di xebata xwe de ji bo hêsankirina kar hin amûrên me yên çêkirina nan heye û em hewl didin ku di mehên pêş de projeya xwe hîn bêtir pêş bixin. Ez ji karê xwe pir hez dikim ji ber ku ji biçûkatiya xwe de min temaşe dikir ku dayika min nanê tenûrê çêdikir û ez jê fêr bûm û îro jî ji vê yekê sûd werdigirim. Xelkê gund jî dibînin ku karê me serkeftî ye, nemaze em dixebitim bi hev re weke jin û bi awayekî komî ji bo xizmetkirina xelkê gund bi armanca dabînkirina nan ji wan re di vê rewşa zehmet de. Karê me di wî rengî de bêhempa bûye, lewma em hewl didin ku gelek jinên din jî tevlî kar bikin. Her wiha da ku projeya xwe ya xweser hîn mezintir bikin, aboriya xwe ava bikin û vê hişyariyê belav bikin.”

“Gereke jin ber bi avakirina projeyên mezintir ve biçin, pêwîstiya me bi jinên kedkar û xwedî îrade heye”

Fatîma El-Elî  di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku Jin ji destpêkê heta rojame ye îro kedkare û wiha got: “Jin di hemû qadên jiyanê de xwedî şiyanin, divê hemû jin ji zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin derbas bikin û bi ser bikevin. Ji bo pêşxistina aboriya jinê û pêşxistina fikra civakê li hemberî wê ber bi avakirina projeyên mezintir ve biçin, ji ber ku di vê serdemê de pêwîstiya me bi jinên xwedî îrade heye.”

Karê komînal têkoşîn û jêhatîbûna jinan ew kişand vê pirojeyê

Meryem Hesen ya 43 salî da zanîn wiha behsa karê xwe kir û got: “Karê bi komî her tim bi ser dikeve, bi taybetî em çar jinên xwedî îrade û hêzin, ji bo jinan jî hevkarî û beşdarbûn min kişand ku ez beşdarî vê projeyê bibim, her çend ew projeyek nû ye. Ji nav gund û derveyî gund me gelek alîgir û mişteriyên xwe wergirtin, ji ber ku li gund ev projeya yekemîn ya bi vî rengî û me cesaret da gelek jinên gund. Tiştê ku jinên gundewarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda dike, jêhatîbûna wan di çêkirina nanê tenûr û sêlê de ye û gelek pîşesaziyên dine û divê her jineke gundî li van pîşeyan xwedî derkeve. Bi keda jinan di pirojeyên bi vî rengî de hemû jinan dihêle ku bixebitin û xwe bispêrin aboriya xwe, bi taybet em dixwazin bi vê projeyê, projeyên cuda ji bo jinan li hemû gundên cîran belav bikin.”

“Em zehmetiyan wekî asteng li pêşiya xwe nabînin”

Meryem Hesen da zanîn ku zehmetiyên ku jiyan dikin weke astengî li pêşiya xwe nabînin û wiha dom kir: “Tevî zehmetiyên ku em pê re dijîn, ango germa tavê di havînê de, nemaze ku em bi saetan li ber firinê dixebitin da ku mîqdara pêwîst ji xelkê re dabîn bikin û carnan jî em ji kêmbûna ard zehmetiyan dikişînin. Belê bi vê yekê aboriya jinan di peydakirina ard û mazotê de alîkariya me dike, lê em van zehmetiyan weke asteng nabînin û em karê xwe bi awayek herî baş dikin.”