Peyda penaperan li cihên lê dixebitin jî tune ye

Penabe bê qeyd in, bi 13-14 saet xebata rojê, bê sîgorta, ji mafên civakî bêpar in xwedî tu temînatî nîn in, tenê ji bo birçî nemînin dixebitin. Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Lêkolînera Herêma Rojava Izza leghtas jî bi xebata ku li qadê kiriye, van rastiyan careke din derxist holê. Li gorî lêkolîna qadê ya Leghtas, gelek karmend, naxwazin mehaneya li gorî zagonê bidin û ji bo sîgortayê pere razînin her wiha bi erzanî karkerên ku qeyda wan tune ye dixebitînin.

 

ZEYNEP AKGUL
Enqere - Penaber, ji xanî, tendirustî, perwerde û xizmetên ji bo perwerdeyê dûr û ji mafê xebatê bêpar, di nava xizaniyê de ji bo jiyanê têdikoşin. Bi xebata bê qeyd a penaberan li cihên kar, awayên mêtinkariya piralî derdikeve holê. Ji ber ku penaber bi erzanî dixebitin û bê qeyd in, çavên xwediyên sermayedaran li ser wan e.
Bi pêşengiya International Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Lêkolînera Herêma Rojavayê Ewropayê Izza Leghtas, bi navê “Ji bo Penaperên li Tirkiyeyê Pêşerojek bê Ewlehî: Bi Zorê Paşvevegerandin û Pirsgirêkên Negihîştina Derfetên Kar ên Zagonî” xebata qadê kir di encama wê xebatê de diyar bû ku piraniya penaberan di karên aborî de, ji ewlehiyê bêbar in û di mercên ku rastî îstîsmarê tên de dixebitin.
Di raporê de tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê di rewşeke ku xebata aborî kêm bûye û bêkarî zêde bûye de, li dijî penaberên li welat helwesteke krîtîk heye.
Der barê 
Izza Leghtas a der barê derfetên dîtina kar a penebaran de lêkolînan dike, li ser mijarên pirsgirêkên ku jin dijîn, bandorên ji ber kontrolên nasnameyê çêdibin û bi van ve girêdayî, dersînorkirina sûriyeyiyan de bi giranî sekinî.
Li gorî raporê, li Tirkiyeyê jî sûriyeyiyên ku bi awayê emborî tên parastin, di warê dîtina kar de rastî gelek astengiyan tên. Ev rewş ji bo penaperên din ên ku ne ji Sûriyeyê ne jî derbasdar e. Dayîna destûra kar a ji aliyê karmendan ve yek ji van sedemên ku pêşî li vê rewşê vedike ye.
Li gorî lêkolînê, gelek penaber, tenê dikarin di karên atolyeyên biçûk ên tekstîlê yan jî di karkeriya avahiyan de bi pereyê hindik bixebitin. Her wiha di raporê de bal hat kişandin ku ji ber penaber, di warê kirina pîşeya xwe de rastî astengiyan tên, neçar dimînin di karên bê qeyd de bijîn.
Ew difikirin ku karên wan ji dest wan hatine girtin”
Di raporê de tê diyarkirin ku gelê Tirk her roja diçe li dijî sûriyeyiyan nerazîbûn nîşan dide û wiha got gotin: 
“Ji Tirkan gelek kes difikirin ku penaberan karên wan ji dest wan girtine û hikûmetê ji bo penaperên Sûriyeyê, gelek çavkaniyan serf kirine ango her roja diçe ev qenaeta wan zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê, li dijî sûriyeyiyan, her diçe dijminahî û cudakarî zêdetir dibe.
Mînak, di dawiya Temûza 2019’an de, li Stenbolê êrîşê cihê kar ên sûriyeyiyan kirin. 11 Refugees International 11 li Dîlok û Stenbolê bi sûriyeyiyan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kirin hin Tirk li wan nexweş dinêrin, ji wan pirsa sedema hatina wan a vî welatî dikin, li kolanan rastî helwestên dijminane tên. Penaberan gotin ku her diçe êdî nikarin ji xwe re xaniyan kirê bikin lewre xwediyên xaniyan naxwazin malên xwe bi kirê bidin wan. Kesên bi wan re hevdîtin hat kirin diyar kirin ku medya, di xirabnîşandana sûriyeyiyan de pir bi bandor e.  
Li gorî lêkolînê, gelek ji penaberên li Tirkiyeyê yên ji Sûriyeyê û yên din di karên aborî yên bê qeyd de, ji temînatê bêpar û gelek caran di mercên îstîsmarê de ji neçarî dixebitin. Tê texmînkirin ku ji 2 milyon penaperên Sûriyeyê yên dikarin bixebitin, milyonek tenê dixebitin. Ji penaberên li Tirkiyeyê hejmarek zêde bêyê destûra wan a xebatê hebe ji neçarî dixebitin loma jî ji parastina zagonan bêpar in. Ji ewlehiya civakî sûdê nagrin û bi piranî ji mehaneya herî kêm jî hindiktir pere digrin. Li Tirkiyeyê di nava karkerên Tirk de jî yên di aboriya bê qeyd de dixebitin hene. Li Tirkiyeyê qada aboriya bê qeyd zêde ye û yek ji kesên dixebitin, xwedî tu ewlekariya civakî  nîn in.
Karmend dixwazin karkerên qaçax bixebitînin
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku gelek karmend naxwazin pereyê li gorî standardên civakî bidin û sîgortaya kesên dixebitin razînin û bal hat kişandin ku karmend dixwazin karkerên qaçax bi erzanî bixebitînin. Her wiha li gorî lêkolînê, Stenbol ji ber ku hem xwedî derfetên xebatê yên zagonî hem jî yên bê qeyd e, penaber xwe li wir digrin. 
Tenê ji sedî 15 jin dikarin di karên bi mûçe de bixebitin!
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku nîvê kesên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê jin lê pir kêm ji wan dikarin di cihekî bi mûçe de bixebitin û wiha hat gotin:
“Tenê ji sedî 15 jinên ji Sûriyeyê di karên bi mûçe de dixebitin; di nava vana de hejmara kesên destûra xebatê ji bo wan heye kêmtir in. Jinên ji Sûriyeyê dixwazin bixebitin, pêdiviya wan bi xebatê heye lê derfetên kar ên ji bo wan bi piranî karên bê qeyd in, ev der jî fabrîqe yan jî atolye ku saetên wan ên xebatê zêde ne û mûçeya wan jî kêm e. Tevî van zehmetiyan, berpirsyariya xwedîkirina zarokan û karên malê jî dikeve ser milên wan jinan. Hinek malbat jî hevjîn an jî kesên din ên malbatê, li dijî xebata jinan a li derve derdikevin.”
Di raporê de bal tê kişandin ku di nava penaberên ku ji derfetan bêpar in de herî zêde jin hene û wiha didome: “Ji bo ev rewş biguhere divê pirsgirêkên jinan werin dîtin û çareserkirin, bi bernameyan ji bo xwedîkirina zarokan, piştgirî were dayîn û ji bo çanda ku li pêş jinan dibe asteng, hewldan werin dayîn ku jin bikaribin ji derveyî malên xwe jî bixebitin. Her wiha divê perwerdeyên pîşe yên werin dayîn, ji derveyî qalibên zayendî bin, li gorî pêdiviya giştî ya kar bin. Bi van perwerdeyan divê piştgirî were dayîn ku jin, hem wekî xebatkarên xwedî mafên zagonî bin, hem jî endamên civakê bi mafên xwe bizanibin.” 
Xwedîkirina zarokan û berpirsyariyên malê dibin sedem ku jin nikaribin li derve bixebitin 
Barê xwedîkirina zarokan û karê malê dibe sedem ku jinên sûriyeyî nikaribin li derve bixebitin. Cihên kar ên ku dikarin lê bixebitin, piranî cihên wekî fabrîqe û atolye ne û saetên xebata wan jî gelek zêde ye ku ev dibe sedem nikaribin bixebitin. Gelek jinên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku piştgiriya malbatê tune ye û nikarin zarokên xwe li ba wan bihêlin, nikarin li derve bixebitin. 
“Divê dest ji paşveşandina bi zorê were berdan”
Di raporê de pêşniyar ji Wezareta Karên Hundir re tê kirin û ev tê gotin: “Divê hema niha li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin, penaberan bi zorê paşve neşînin Sûriye, Afganistan û welatên din ên li wan rastî îşkence, muameleya xirab û zulmê tên. Divê kampanyayek ragihandinê li dijî gelê Tirk were destpêkirin; bi vê riyê agahiyên şaş ên der barê penaberên Sûriyeyê de werin sererastkirin, nêrînên neyînê yên der barê wan de werin şikandin û pêşî li cudakariyê were girtin.”   
QUTΠ
 
Izza Leghtas ki ye?
Izza Leghtas, pispor e der barê mafên mirovên ku ji warên xwe hatine derxistin û ji bo penaber bikaribin li bazarên kar ji xwe re bixebitin de dixebite. Leghtas, mijara îstîhdamkirina penaberan de, raporên ku bi taybetî Tirkiye, Urdun, Girava Kayayîpê û Curaçao digre nava xwe nivsîne