Parastin û tamîrkirina têlefonên desta dike

Jina ciwan a filistînî Walaa Ebu Hammad ku xema ferzkirina zihniyeta baviksalarî nade, serxwebûna xwe ya aborî bi tamîrkirin û temîrkirina telefonên destan diparêze.

NAGHAM KARAJEH

Xezze - Zehmetiyên aborî li Filistînê jî wekî li gelek welatên din bandoreke neyînî li jiyanê dike. Welatiyên li Şerîda Gazzeyê dijîn, ji ber krîza aborî û bêkariyê bi zehmetî debara xwe dikin. Lê belê, jina ciwan a Filistînî Walaa Ebu Hammad debara jiyana xwe bi tamîrkirina telefonên destan dike.

Wala Ebû Hemmed ê 35 salî, diyar kir ku wê di sala 2010’an de Fakulteya Zanistên Bankî û Darayî qedandiye û wiha got: “Min jî mîna hemû derçûyên mezûn, gelek hewl da ku karekî li gorî pisporiya xwe ya akademîk peyda bikim, lê min nekarî encamekê bi dest bixim. Xelk niha bi projeyên xwe-karî û karsaziyê re eleqedar dibin. Bi rastî min jî berê xwe da karek ku civak qet bala xwe nadê. Di sala 2017-an de, min qurs girt ku sertîfîkaya lênihêrîna têlefonê desta bistînim.”

Jin naxwazin mêr têlefonên wan tamîr bikin

Wala Ebû Hemmed, diyar kir ku ji bo pêkanîna projeya xwe ya bi navê "Walaa Phone" beşdarî gelek kurs û atolyeyên perwerdeyê bûye û got: "Min di vê mijarê de hem ji jinan re hem jî ji mêran re perwerde da. Fikra jinên di vê warê de dixebitin girîng e. Bi taybetî bi belavbûna şantajên dîjîtal re qadeke ku pir pêdiviya jinan heye. "Jin naxwazin mêr têlefonên wan sererast bikin ji ber tirsa ku mahremiyate  wan bistînin"

'Ez rastî tacîzê hatim'

Welaa Ebû Hemmed, anî ziman ku tamîrkirina telefonê weke 'karê mêran' tê dîtin û wiha dewam kir: “Ji bo jinan karkirina di vî warî de şerm tê dîtin. Dema ez di vî warî de dixebitim gelek caran rastî tacîzê hatim, lê ez teslîmî nêzîkatiyên bi vî rengî nebûm û min hewl da ku di vî warî de bibim profesyonel. Gelek jin ji bo parastina mahremiyeta xwe têlefonên xwe ji min re tînin û wan tamîr dikim.”

Li quncikekî mala xwe dixebite.

Walaa Ebû Hemmed, anî ziman ku ew di kirîna alavên pêwîst de ji ber lêçûnên giran ên wekî dekodera ekranê, amûrên lênêrînê û tamîrkirinê zehmetiyan dikşîne û wiha pêde çû:"Divê ez jî biçim hin pêşangehên bazirganî yên taybet. Ji ber ku atolyeya min tune, min heta niha li quncikekî biçûk ê mala xwe dixebitî. Dorpêça ku li Şerîda Gazzeyê berdewam dike, dibe sedema qutbûna elektrîkê bi saetên dirêj. Ez di vegerandina cîhazan de ji xwediyên wan re dereng mam ji ber ku qutbûna elektrîkê bandorê li karê min dike. Bi girtina rêyan re ez nikarim xwe bigihînim alavên pêwîst û dema digihêjim bi buhayekî giran tê firotin.”

Wala Ebû Hemed da zanîn ku tamîrkirina telefonê pêwîstî bi baldarîyê heye û wiha gotinê xwe bi dawî dike: "Ez dixwazim kargeheke lênêrînê û tamîrkirinê ava bikim da ku qada karê xwe berfirehtir bikim û rê li ber jinên ciwan ên ku hewcedarê kar in vekim. Ez ti kêmasî nabînim jinên ku di pîşeyên bi mêran re sînorkirî ne dixebitin."