Palehiya titûnê jinên karker kêfxweş nekir
Salîha Guneş a ku titûn yekane çavkaniya debara wan e, di zeviya ku bi kirê diçînin û dest bi palehiyê kirin de dixebite. Salîha diyar kir ku tevî bi malbata xwe re di şert û mercên zehmet de dixebitin jî nikarin heqê keda xwe bigrin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlig – Cotkarên ku ji ber erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navenda Mereşê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hat û ji ber lehiya ku pê re çêbû, cotkarên ku dereng titûn çandin, bi hatina payîzê re dest bi palehiyê kirin. Lê îsal jî rûyê cotkaran nekeniya. Cotkarên ku di şert û mercên zehmet de dixebitin heqê keda xwe nagirin.
Jinên cotkar ên ku titûna çandine piştî çinînê zuha dikin, diyar kirin ku tenê ji van pêvajoyên mehane dikarin ‘pereyê nan’ qezenc bikin. Yek ji van cotkaran Salîha Guneş e. Salîha Guneş a ku di salên 1990’î de ji navçeya Licê ya Amedê ji ber şewitandina gundên xwe koçî navenda bajêr kir, ji ber ku derfeta kar tune ye her sal ji bo karê xwe yê titûnê ji Amedê diçe Çewligê.
Her du keçên wê yên zanîngeh qedandine, di zeviya titûnê de dixebitin.
Salîha Guneş, diyar kir ku wan titûna di biharê de çandibûn, di zeviya ku li Çewligê bi kirê kiribûn, di demsala payîzê de dest bi berhevkirina titûnê kirine û diyar kir ku ew û malbata xwe ji zarokatiya xwe de bi çandina titûnê debara xwe dikin û wiha berdewam kir:
“Me îsal hem ji ber erdhejê hem jî ji ber karesata lehiyê hinekî dereng çandin. Ji ber ku me dereng çandin, me hinekî dereng dest bi dirûnê jî kir. Niha keçên min titûna li zeviyê berhev dikin, lewma ez pelên ku li vir kom bûne bi têlekî ve dikim û didim ber tavê. Ji serî heta dawiyê karekî pir zehmet e û kedeke mezin dixwaze. Yên li zeviyê di bin tavê de ne û em jî bi saetan li vir dixebitin. Her du keçên min jî zanîngeh qedandine lê ji ber ku nayên tayînkirin di zeviyan de dixebitin. Ji ber ku em Kurd in nikarin bên tayînkirin, dema cihê ku em lê ji dayik bûne dibînin tayîn nakin.”
‘Tenê pereyê nan derdikeve’
Salîha Guneş, anî ziman ku keda wan zêde ye lê qezenca wan pir kêm e û bertek nîşanî buhabûna heyî da. Salîha Guneş got: “Her tişt pir biha ye. Berê kiriya zeviyan guncawtir bû lê niha li gorî sala din 2-3 qat e. Ne hewce ye ku mirov qala pereyê mazotê jî bike. Her qonaxek pir zehmet e, hewldanek mezin pêwîst dike, lê lêçûnek me tune. Ev hewldan tenê heqê nanê ku em ê bikirin dide. Em nizanin çi bikin ji ber ku ew her ku diçe zêde dibe.”
‘Jin xwedî ked in lê qezenca wan tune ye’
Salîha Guneş, anî ziman ku ew kefxweş in karê xwe dikin lê nizanin dê heta ku derê bimeşin û wiha berdewam kir:
“Hinek kes nikarin xwê jî ji xwe re bikirin. Gelek kes hene ku êdî nikarin bixebitin û nikarin nan bînin malên xwe. Ji roja ku me xwe nas kiri heya niha em vî karî dikin ji ber ku tu çareyek din tune ye. Helbet keda me jinan li vir gelek e lê wek min got em bi qasî keda xwe pere nagirin. Xwêdana me, keda me her dem li tewşê diçe.”