Neşwa El-Amûdî hobiya xwe ya sêwiranê veguherand pîşeyek ji xwe re

Neşwa El-Amûdî hobiya xwe ya di warê dîzaynkirina aksesuaran de veguherand pîşeyek û dixwaze di pêşerojê de bibe sêwirênera aksesuaran.

NOOR SURAIB

Yemen – Gelek jinên ciwan ên li Yemenê tevî gelek astengiyan hewl dan karên girêdayî hobiyên xwe bişopînin û yek ji wan jî Neşwa El-Amûdî bû ku hobiya xwe di warê sêwiranê de bi pêş xist û ji xwe re kir pîşe.

"Ez beşdarî bazarên ku li Adenê tên lidarxistin bûm"

Neşwa El-Amûdî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve di warê dîzaynkirina aksesuaran de dixebite û wiha got: "Ji zarokatiya xwe ve ez ji vî karî hez dikim. Min bi îmkanên kêm aksesuar çêdikirin û diyarî malbat û hevalên xwe dikir. Bi derbasbûna demê re min dît ku ez di vî karî de serkeftî me. Ji ber vê yekê di sala 2016'an de min biryar da ku bi navê "Aksesuarên Nenûş" dest bi projeya xwe ya sêwirandin û çêkirina aksesuaran bikim û heta niha jî projeya min berdewam dike. Ez beşdarî bazarên ku li Adenê tên lidarxistin bûm. Piştî beşdarbûna bazarên ku li Adenê hatin lidarxistin, min dikaribû ji xwe re bestekekê li El-Xelîc Mol ku yek ji bazarên Adenê ye vekim û ez ji firotina bi riya medyaya civakî derbasî firotina rasterast bûm."

"Serkeftin ne hêsan e lê dema mirov bi hezkirin bixebite dê bigihîje xeyalên xwe"

Neşwa El-Amûdî da zanîn ku dema wê dest bi projeyê kiriye, li bajarê Sanaayê bûye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Paşê çûm Adenê ji bo ku madeyên xam ên zîv û kevirên giranbuha bikirim. Vê dawiyê ez ji ber şert û mercên taybet çûm Qahîreyê, ji ber vê yekê ez niha ji ber ku ez nikarim malzemeyan ji Yemenê bişînim Misrê rastî gelek zehmetiyan têm. Ji ber vê yekê min berê xwe da malzemeyên ku li bazara Misrê peyda dibin ku pir neşibin zîvên Yemenê lê ew alîkariya min dikin ku ez karê xwe bidomînim. Ez dixwazim di pêşerojê de bibim sêwîranera aksusaran lê ev beş li welatê me tune ye û li derveyê welatê xwe li bûrsên vî beşî geriyam lê bi dest min nedît. Lê ez bêhêvî nabim, ez ê li fersendan bigerim da ku bikaribim vî warî bixwînim û xeyalên xwe pêk bînim. Divê jin bêhîvî nebin û dev ji xeyalên xwe bernedin, serkeftin ne hêsan e lê dema mirov bi hezkirin bixebite dê mirov serkeftinê bi dest bixe û bigihîjin xeyalên xwe."