Nanpêjxaneya Îştar ji bo penaberên kampa Waşokanî dahatek e
Karkerên jin ên li Nanpêjxaneya Îştar a li Kampa Waşokanî, serxwebûna jinan a aborî weke pêwîstî dibînin di hemû pîşeyên ku mêr tenê ji xwe re maf dibînin de kar dikin, debara xwe û malbatên xwe bikin.
DELAL REMEDAN
Hesekê-Bi armanca piştgiriya jinan di warê moralî û derûnî de û xurtkirina jinên ku bi zordarî ji kar hatine derxistin, komîteya aboriya jin li kampa Waşokanî ya li kantona Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nanpêjxaneya Îştar vekir. Li napêjxaneyê bi taybetî jin nanê sêlê çêdikin.
Kampa Waşokanî li bajarokê Twîna yê girêdayî kantona Hesekê hat avakirin ji bo penaberên ku piştî Serêkaniyê ji aliyê dagirkeriya tirk ve di sala 2019’an de hat dagirkirin, bi dare zorê koçber bûn li wê derê bi cih bibin. Ji bo piştgiriya jinên penaber, komîteya aboriya jin gelek proje ava kirin, ji bo kar bikin û sûdê ji dahata wan a aborî bigrin. Yek ji wan projeyan jî Nanpêjxanya Îştar a ku nanê sêlê lê tê çêkirin e. Nanpêjxane beriya 7 mehan hatiye vekirin.
Li nanpêjxaneyê nanê sêlê çêdike
Husêna El-Elî penabera ji gundê Til Ziyab ê girêdayî bajarê Serêkaniyê ye, ew jî li kampa Waşokanî bi cih buye. Niha di Nanpêjxaneya Îştar a taybet de nanê sêlê çêdike û dibêje: “Piştî ku gundê me hat dagirkirin, em penaberî Kampa Waşokanî bûn. Ji 7 mehan ve ye ez li vir kar dikim, pêdiviya min bi kar hebû ji ber ku hevjînê min astengdar e nikare kar bike û 7 zarokên min hene, zarokên lawê min ê ku di êrîşên Tirkiyeyê de şehîd bûn jî bi min re dimînin.”
Husêna El-Elî bi du jinên din re dixebite, di wê der barê de dibêje: “Em tevî du jinên li kampê ji saet 4’ê berbangê ve dest bi kar dikin, hevîr dikin û dest bi çêkirna nan dikin 5 saetan bi berdewamî em dixebitin û kar dabeşî hev dikin lê di van demên havînê de saetên karê kêm dibin ji ber germahiyê em nikarin agirê sacê tehemul bikin.”
‘Bi nanpêjxaneyê rewşa me ya jiyanî baş bû’
Husêna El-Elî kêfxweşiya xwe ya ji bo kar û piştgiriya jinan û xelkê wan wiha tîne ziman: “Piştî karê me yê di nanpêjiyê de me gelek jinên zibûnên firinê nas kirin ew piştgiriya me dikin, her wiha jinên din jî li karekî wisa digerin. Bi karê xwe em dikaribûn alîkariya malbatên xwe bikin û rewşa me ya jiyanî bi pêş ket bi taybetî ji ber ku em penaber in tiştekî me tune ye ev yek ji bo me pir baş bû.”
Husêna El-Elî peyamek ji bo hemû jinan şand diyar kir ku karê wan girîng e û got: “Divê jin nimûneyên malbata xwe û piştevanên wan bin, nabe ku urf û adet li pêşiya karê wan bibin astengî.”
‘Ji bo debara me ya rojane karekî baş e’
Ji aliyê din ve, xebatkara bi navê Fuda Ubêd penabera ji gundekî Serêkaniyê ye got: “Piştî çeteyên Tirkiyeyê axa me dagir kirin, em hatin Kampa Waşokanî ya li Hesekê. Heft meh in ez di Nanpêjxaneya Îştarê de kar dikim. Ev yek ji bo debara me ya rojane baş e bi taybetî ji ber ku zarokên min astnegdar in pêdiviya min zêdetir bi dahatê heye.”
Fuda Ubêd diyar dike ku xebat ji bo wê bûye moral û wiha dibêje: “Tevî hemû astengiyan jî em karê xwe berdewam dikin. Ji ber ku me serxwebûna xwe ya darayî pêk anî û hejmara xebatkarên me jî zêde bûye di demek kin de.” Ew hêvî dike ku di pêşerojê de projeya xwe bi alîkariya komîteya aboriya jin bi pêş bixin û ne tenê nanê sêlê, nanê tenûre û xwarinên din jî tê de çêbikin.
Komîteya aboriya jin hemû pêdiviyên projeyan bi cih tîne
Der barê karê komîteya aboriya jin li kantona Hesekê û projeyên wan ên ji bo jinên ku pêwîstiya wan bi kar heye de jî rêvebera komîteya aboriya jin Salma Ehmed ji ajansa me re axivî û got: “Karê me komeleyên koopatîfan ji bo alîkariya jinên hewcedarî kar e û li gorî derfetên komîteyê em alîkariyê ji wan re pêşkêş dikin. Yek ji van projeyan, nanpêjxaneya nanê sêlê bû ku sê jinên li Kampa Waşokanî tê de kar dikin. Komîteya me hemû pêdiviyên wan ên ji ar û mazotê peyda dike her wiha nanpêjxaneyeke me ya din li Serêkaniyê jî heye.”
Ji bo karê jinan di nanpêjxaneyê de, Salma Ehmed diyar dike ku jin alîkariya hev di karûbarên nanpêjxaneyê de dikin û got: “Nanpêjxane demek nêz e vebûye lê hejmareke zêde ji gel tên nan dikirin ji ber ku kamp ji bajêr dûr e û bihayê nan kêmtirî firinên din e.”
Gelek derfetên kar ji bo jinan hatine avakirin
Vekirina vê nanpêjxaneyê yek ji rêzeprojeyên ji bo piştgiriya jinan e li Hesekê, ji bo pêşxistina aboriya wan û piştgiriya di hemû waran de. Li ser vê yekê jî dibêje: “Gelek projeyên komîteya aboriya jinê li bajarê Hesekê û derveyê wê hene weke werşeyên dirûtin, kargeha konserwe, nanpêjxane û çandina zeviyan.”
Di dawiya axaftina xwe de Salma Ehemed got: “Divê jin bi hêz bin û xwedî vîn bin, tu astengiyan li pêşiya daxwaz, hêvî û projeyên xwe nas nekin. Em di komîteya aboriya jinê de bi hemû hêza xwe û karînên xwe alîkariya jinan dikin ji bo rewşên xwe yên jiyanî bi pêş bixin.”