Nanê tenûrê çandek gelêrî ya jinên Idlibê ye
Jinên ku li kampên Bakurê Idlibê kevneşopiya xwe ya çêkirina nanê tenûrê didin jiyîn û gelek jin ji bo debara mala xwe bikin ji bo xwe tenûrê çêdikin û jiyana xwe pê didomînin û her tim dema di kampê de nanê tenûrê tê çêkirin bêhn li tevayî kampê belav dibe û hemû kes bi bêhna nanê tenûrê ji xew şiyar dibe.
SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Gundên başûrê Idlibê bi çêkirina nanê tenûrê bi nav û deng in. Mirov li kijan malên gundewarê Idlibê bigere di hewşa her malekê de tenûrek nan çêkirine û ji wan re weke kevneşopiyekê lê hatiye. Ev kevneşopî piştî koçberbûna xelkên gundewarê başûrê Idlibê ber bi kampên Bakur ve jî didome. Ev kevneşopiya çêkirina nanê tenûrê ji bo gelek jinan bûye çavkaniya jiyanê.
Meryem El-Hemûd a 35 salî di saetên serê sibehê de hevîrê xwe amade dike û hê beriya ku roj derbikeve tenûra xwe dişarîne û dest bi çêkirina nanê tenûrê dike. Dema ku xwestekên nan zêde be hinek rojan heta êvarê didome lê dema xwesteka nan kêm be jî nan çêkirina wê çend demjimêran digre û bi çêkirina nan jiyana xwe didomîne û hem jî kevneşopiya çêkirina nanê tenûrê zindî dike. Dema ku bi çavên xwe dît ku xelkên kampa Dana ya Bakûrê Idlibê gelek ji nanê tenûrê xerîb bûne, fikrek ket serê wê û ji ber rewşa wê ya aborî jî nebaş bû biryar da ku nanê tenûrê çêbike û bike çavkaniya jiyana xwe û dabara mala xwe pê bike dest bi çêkirina nan kir.
“Bêhna nanê tenûrê li tevayî kampê belav dibe”
Meryema ji bajarokê Armanaz bi xwe ji çêkirina nanê tenûrê gelek hez dike û li kampê bi çêkirina nanê tenûrê bi nav û deng e wiha behsa çêkirina nanê tenûrê dike û dibêje: “Min li ber konê xwe tenûreke ji bo çêkirina nan danî û li gorî daxwazên xelkê min dest bi çêkirina nan kir. Destpêkê ez arê xwe li muxelê dikim û dest bi amadekariya hevîr dikim, destpêkê xwê, hevîrtirş û ava germ dixim nava hevîrê xwe û dest bi hevîrkirinê dikim heta ku ez ji ar têxim tînim asta hevîr, saetekê dihêlim heta amade dibe û piştî amade bû ez girikên xwe çêdikim û tenûra xwe dişarînim dema tenûra min baş şara ez dest bi çêkirina nanê xwe dikim. Ji çêkirina nan re gelek hewldan û ked hewce ye, pêvajoya wê zehmet e lê di heman demê de jî xweş e. Bêhna nanê tenûrê li tevayî kampê belav dibe wisa dike ku hemû kes berê xwe bidin nanê tenûrê û bikirin. Zarok li dora min kom dibin nanê tenûrê dixwazin.”
Gelek cureyên nanê tenûrê hene, di nav wan de nanê sada, sorkirî, pişkên penîr û zehter hene. Nanê tenûrê ji aliyê gelek kesan ve ne tenê nan tê hesibandin, wekî bîranîn, mîras û dîrokek bêhnxweş a ku hîn jî di mejiyan de asê maye tê hesibandin.
“Jinên jêhatî bi çêkirina nanê tenûrê pêşbaziyan li dar dixin”
Badria Al-Alusha 40 salî ya ku her siharê bêhna xweş a nanê tenûrê dema li hemû kampa Karama ya bajarokê Kalî ya Rojavayê Idlibê belav bûyî distîne, hîna di serê sibehê de radibe diçe ji zarokên xwe re nanê tenûrê dikire wiha got: “Nanê tenûrê xwarina herî populer û tercîheke mezin û zarokan e û bihayê wê jî guncaw e û ji feqîr û dewlemendan re xweş tê.
Pîşesaziya nanê tenûrê li kampan û li derdora riyan belav bûye û jinên jêhatî bi çêkirina nanê tenûrê de pêşbaziyan li dar dixin.”
Pispora xwarinê Asmaa Al-Hussein a 29 salî wiha behsa sûdên nanê tenûrê dike û dibêje: “Nanê tenûrê nûnertiyek xwarinek bêkêmasî ye ku tê de genim û gelek vîtamîn hene ku hewceyî ya bedenê pê heye û bandorek wê ya zêde heye. Ji derveyî feydeyên wê ji zik, rovî, pergala nervê û nexweşiyên şekir re jî gelek baş e.”
Piştî du salên koçberiyê, di demên dawî de nanê tenûrê carek din vegeriya kampên Bakurê Idlibê da ku bibe çavkaniya jiyana gelek kesên ku derfetên jiyana wan kêm e. Nanê tenûrê bi xwe re atmosfera sadebûn û kombûna civakê anî.