Mûçeya herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de ye
Li Tirkiye û Kurdistanê krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe, rasterast bandorê li ser jiyana jin û zarokan dike. Jinên karker ên li Wanê diyar dikin ku ew heqê keda xwe nagirin û gotin: “Me hêviya xwe winda kiriye.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Krîza aborî ku li Tirkiye û Kurdistanê her diçe zêdetir dibe, şert û mercên jiyana mirovan xirabtir dike. Gihîştina pêdiviyên xwarinê yên bingehîn dijwar bûye û beşdarbûna çalakiyeke li derveyî malê bûye lüks. Di heman demê de dabînkirina hewcedariyên herî bingehîn jî her diçe dijwartir dibe. Li gorî daneyên TURK-ÎŞ’ê yên Îlona 2026’an, sînorê birçîbûnê ku lêçûna mehane ya xwarinê ya malbatek çar kesan temsîl dike, gihîştiye 37,801 TL, di heman demê de xeta xizaniyê ku xwarin û lêçûnên din ên bingehîn dihewîne, gihîştiye 123,130 TL. Xerca jiyanê ya mehane ji bo kesekî karker wekî 48,885 TL tê hesibandin. Berovajî vê, mûçeya herî kêm a ji bo sala 2026’an 28,075 TL ye. Ev mûçeya herî kêm ku heta di bin sînorê birçîbûnê de ye jî asta zehmetiyê nîşan dide.
Jin û zarok di nav wan kesên ku herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin de ne. Berpirsiyariya dabînkirina debara malbatê û hevsengkirina budçeyê gelek caran dikeve ser milên jinên ku bi lêgerîna berhemên erzan li bazarên cuda, ji bo dabînkirina xwarinê têdikoşin. Xizanî jî zarokan neçar dike ku di salên xwendin û lîstikê de bixebitin. Keda zarokan û mirina li cihê kar yek ji encamên giran ên şert û mercên aborî de ne. Zêdebûna zextê di nava malê de ji ber zehmetiyên darayî jiyana jinan bi aloztir dike.
Karkerên jin li ser krîza aborî axivîn û diyar kirin ku ew ji bo keda xwe tezmînatek wekhev nagirin, ji ber pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin hikûmetê sûcdar kirin.
‘Xerîdar tenê dinêrin û diçin’

Îlayda Kutlu ya ku li firoşgehê dixebite, bal kişand ser bihayên zêde û wiha got: "Her tişt pir biha ye. Mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî peyda bikin. Divê mafên her kesê wekhev bin. Divê hikûmet alîkariya kesên hewcedar bike. Ez li firoşgehê dixebitim û dibinim ku xerîdar tên û piraniya caran tenê dinêrin û diçin.”
‘Me hêviya xwe winda kiriye’

Fatma Sayin jî bal kişand ser zehmetiyên ku di aliyê debarê de dikşînin û got ku kesên bi mûçeya herî kêm dixebitin ji bo debara xwe têdikoşin. Fatma Sayin wiha pêl da gotinên xwe: "Kesên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin nikarin debara xwe bikin. Îro her kes neçar e gelek kartên krediyê bikar bîne. Her kes di rewşeke pir dijwar de ye. Weke jinek, ez nikarim bi tevahî hewcedariyên xwe bi cih bînim. Jin hewce ye bixebitin da ku li ser lingên xwe bisekinin lê dema ku dixebitin jî tiştê qezenc dikin têr nake. Ez di firoşgehek de jî dixebitim lê heqê keda xwe nagirim. Îro tu kesê ku dixebite heqê keda xwe nagire. Me hêviya xwe winda kiriye ji ber ku hikûmet di tu warî de piştgirî nade. Hikûmetê pirsgirêka aborî afirand."
‘Sê kes dixebitin lê dîsa jî têr nake’,

Semanur Beyaztaş, diyar kir ku ew neçar e ji bo debara xwe bixebite, bal kişand ser şert û mercên xebatê yên nebaş û tirsa ku di dema çûnhatina kar de dijî. Semanur Beyaztaş wiha domand: “Em sê kes li malê dixebitin, ez jî di nav de me lê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. Em hewl didin bixebitin û tiştekî qezenc bikin. Di vê rewşa heyî ya aborî de pir zehmet e ku mirov bijî. Ewlehiya me tune ye. Mala min ji cihê ez lê dixebitim dûr e. Ez bi mûçeyek rojane dixebitim lewre hema çawa tînim yekser jî xilas dibe. Ez nikarim hewcedariyên xwe yên kesane bi qasî ez dixwazim bi cih bînim. Ez tiştê ku herî erzan e dikirim nikarim piraniya tiştên ku dixwazim bikirim. Ger hikûmetê hinek piştgirî peyda bikira mirov dê hinekî rehettir bibûna. Divê mirov bi mûçeyek wekhev bixebitin.”
‘Karsazên piçûk nikarin bixebitin’

Hanîfe Guzel a ku dikaneke kozmetîk û cilên binî birêve dibe, got ku krîza aborî karsaziyên piçûk jî xistiye rewşeke dijwar, diyar kir ku dikandarên li sûkê her roj bi zehmetiyên zêdetir re rûbirû dimînin û got ku ji bilî kirê û fatûreyan, carna ji ber nebûna firotanê rewşa wan zortir dibe.
Hanîfe Guzel diyar kir ku li Bazara Mezin a Giştî tenê du firoşkarên jin hene lewra ev rewş niha ji bo wan hemûyan pir dijwar e û wiha destnîşan dike: “Kiriya xaniyan zêde dikin, fatûreyên elektrîk û gaza xwezayî pir zêde ne. Em bi zorê dikarin debara xwe bikin. Carna hinek roj hene em tiştek nafiroşin. Rewş pir xirab bûye. Ez dikarim bibêjim ku ev rojên me yên dawî ne. Ez nikarim debara xwe bikim, ji ber vê yekê ez karê zêde dikim. Jinek heye li sûkê terzîtiyê dike. Ew sibehê lênêrîna nexweşek dike û piştî nîvroyê tê vir da ku terzîtiyê bike.”
‘Mala xelkê wêran kirin’
Hanîfe Guzel, got ku sedema pirsgirêkên aborî polîtîkayên hikumetê ye, diyar kir ku di navbera kesên nêzî hikûmetê û yên ne nêzî hikûmetê de newekheviyek mezin a aborî heye. Hanîfe Guzel ev tişt got: “Bi diziyê mala xelkê wêran kirin. Bêrîkên wan tijî ne lê bêrîkên xelkê vala ne. Yên ku li aliyê wan in hemû dewlemend in, her tiştê wan heye, dikandarên ku li aliyê wan in jî dewlemend in. Lê her kesê ku ne li aliyê wan be di rewşek xirab de ye. Weke jinek, rewşa aborî bi her awayî bandorê li min dike. Em ji hêla aborî ve wêran bûne. Xanî û dikana me kirê ne, em nikarin debara zarokên xwe jî bikin. Çima ji bo ku debara jiyana min baş be ez alîgirê partiya serdest bim? Çima divê ez li kêleka wan bim çima divê ez silav bidim wan? Em pir tiştan naxwazin. Her kes xwedî azadiya hilbijartina partiya xwe ya siyasî ye û ramanên xwe diyar dike. Lê gava em li Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku di tu demê de azadî tune ye. Weke jin, em ne azad in, heke em nikaribin aboriya xwe kontrol bikin, em ê bi tevahî hilweşin.”
Hanîfe Guzel diyar kir ku ew gotinên du xerîdarên jin ên ciwan ên ku vê dawiyê hatine dikana wê ku der barê cihê karê xwe de jê re gotine, ew gelekî xemgîn kiriye. Hanîfe Guzel, tiştên ku jiyane bi van gotinan anî ziman: "Du keç hatin dikanê, temenê wan 22 an jî dibe ku biçûktir b ejî. Dema ku wan berhemên kirîn dîtin, ji min re gotin, 'Em li dikanê dixebitin, tiştek din em nikarin bikin.' Keçik di temenê keçên min de bûn. Ez rûniştim û giriyam. Bi rastî jî ev yek mirovan xemgîn dike. Eşkere ye ku jin û zarok komên herî zêde ji tengasiyên aborî bi bandor dibin in. Carna xerîdar dipirsin, 'Çima ewqas biha ye?' Lê divê ji min nepirsin lewre her tişt bihatir dibe. Dema ku mirov dibînin biha zêde dibin, ew dest bi nîqaşa bi me re dikin lê berpirsiyarên vê yekê em nîn in.”
‘Kes nikare goşt bikire her kes hestiyan dikire’

Gulsum Uca ya ku karê dirûtinê dike diyar kir ku pereyê ew ji xebata tevahiya rojê qezenc dike têr nake pêdiviyên bingehîn peyda bike. Gulsum Uca bal kişand ser bihayên zêde yên xwarinê û got: "Em ji sibê heta êvarê li vir dixebitin. Her tişt wisa biha ye ku tiştek nayê kirîn. Ji çûnahtinê bigre heta xwarinê, pir biha ye. Herin cem qesab û bibînin, kes nikare goşt bikire, her kes hestiyan dikire. Ger ewqas dizî nebûya, pirsgirêk dê çareser bibûya. Li ser hemû serdemên ji berê heta niha bifikirin, qet ewqas dizî çênebûye. Ew li ser kursiyên xwe rûdinin, pereyên ku gel xistine xezîneyê digrin û dixin berîkên xwe. Ger wan dizî nekira, pere dê ji bo her kesê bes bûya. Mirov ji sibê heta êvarê dixebitin lê nizanin ka çiqas qezenc dikin.”
‘Heta zîhniyet neguhere rewş baştir nabe’
Gulsum Uca diyar kir ku ew berdêla keda xwe nagirin û di civakê de neheqî zêde heye, got ku divê pergala heyî biguhere. Gulsum Uca bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne: "Heta ku pergal û zîhniyet neguhere, rewş baştir nabe. Her gavek li pey hev rewşê xirabtir dike. Ji Rêveberiya Karûbarên Olî bigre heta weqfê, hemû jî ji xelkê didizin. Rewş ji bo perwerde û tenduristiyê jî eynî ye. Bifikirin, sê kes di malbatek de dixebitin û hê jî nikarin debara xwe bikin. Kirê li Wanê ji 25,000 TL dest pê dike. Heke xwendekarek we hebe, hûn ê çawa bijîn? Ger ewqas gel îstîsmar nekiribûna, pere li vî welatî dê têra her kesê bikira. Hinek xerîdar tên ez dibînim qumaşê ku ji bo dirûtinê anîne qetiyayî ne. Rewş ev e, hinek ji wan pir, dewlemend in, hinek ji wan tiştek wan nîn e. Riyeke navîn tune ye."